Sê jiyan di emrekî de tên gel hev

Her tim ber bi cihekî ve dibezin. Her tim leza wan heye. Di meşê de bi aram in û di çalakiyê de yên herî bilez in. Wan rêya bizanebûn bijartibûn, dizanîbûn wê ji ezmûnên herî dijwar derbas bibin. Hemû karê wan ew e ku dijmin ji ser axa xwe biavêjin.

Di nivîsê de dil mîna tayê pembû bi hev ve girêdayî ye. Û nîşan, bûyer, rewş û çîrokên ku gerdûna ku têkiliya vê girêdanê bi dîrokê re çêdike, dike tevgerê.

Ger hûn bi enerjiyek wisa re rû bi rû bên, ti carî berê xwe jê neguherînin. Ji ber ku nivîsandina vê gotarê ne tesadufî ye. Ew nîşaneya gerdûn û dîrokê ye.

Bi rastî, hevalek ku li şûna min vê nivîsê binivîsanda hebû. Lê destê wî qet neçû peyvan. Her tim dixwest nivîsekê ji bo Sîdar û hevalên wî binivîsîne.

Nivîsa wî ji du rêzan derbas nedibû. Lê ji ber ku dizanîbû divê bê nivîsandin, israr dikir. Ji ber ku xwe deyndar didît ku li ser gerîlayê ku dîtiye binivîsîne û bi vê baweriyê dilê xwe bi nivîsandinê re gihandibû hev. Lê ji bo heqîqeta şerê li çiyayên Kurdistanê derxe holê, rastiyê ragihîne gel, berxwedanê bike civakî, bê berxwedêr çawa li ser navê azadiya gel li ber xwe didin ragihîne li gelek qadên şer geriya û nîşeyek li dîrokê zêde kir. Ji bo hovîtiya dermirovî ya artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê kiriye derxe holê, li qada ku çûyê şehîd bû. Ev nîşana yekem bû. Yanî wesiyeta şehîd Avrîn Mahsum...

HER TIŞT BI PÊNÛSA SOR DEST PÊ KIR

Ya duyemîn jî; pênûsa ku diviyabû bidana wî, dane min. Û çîrok dihat nivîsandin.

Her tişt bi pênûsa sor dest pê kir. Bi pênûsa sor a ku gerîlayekî bi heybet û esil ji berîka xwe derxist û da min.

Got: “Hûn dizanin ev pênûsa kê ye?" Wexta ku ez li benda bersiva wî bûm, got; “Ev yê gerîlayê ku hûn li wêneyê wî dinêrên e.”

SÎDAR ZÎLAN

Xwediyê pênûsê û lehengê ku min li wêneyê wî nihêrî Sîdar Zîlan bû. Ev nivîs bi pênûsa sor û wêneyekî gerîla Sîdar re dest pê kir.

Pênûs wê anî bîra min, bîranîn wî anî ziman û bi vî awayî dîrokê fermana nivîsandinê dabû jî.

ARMANCA WAN XWE GIHANDINA ROJÊ BÛ

Li vî welatî hin şervan hene, ji ber ku ew şer dikin em dikarin li ber xwe bidin. Hin şervan hene ku navên wan nayên zanîn lê jêhatîbûna wan ji nişka ve dijmin dihejand. Ji ber ku hin şervan li vî welatî bêxew dimînin, em radizin. Ji ber ku ew li çiyayên ku em cihên wan texmîn nakin bi nobetê radizin, em hîn jî dijîn.

Hin şervan hene, her çendî kes wan nas neke jî, her tim di nava gerîlayan de behsa wan tê kirin û dema behsa şervaniyê tê kirin navê wan tê gotin. Ji ber ku ew şer dikin, em bi aram in, ji ber ku ew li ber xwe didin birûmet in û esil in em hîn jî li ser piyan e.

                                      SERBEST BÊRÎTAN

Her tim ber bi li cihekî dibezin. Her tim ecela wan heye. Di meşê de bi aram in û di çalakiyê de yên herî bilez in. Wan rêya xwe bizanebûn bijartibûn, dizanîbûn wê ji ezmûnên herî dijwar derbas bibin. Ji ber vê bi zanebûn, hezkirin û şer fêm kirin. Ew hemû rewşên bêxewiyê jiyane, mîna avê ji çalakiyê diherikîn çalakiyeke din. Hemû karê wan ew e ku dijmin ji ser axa xwe bavêjin.

Heke hûn ji hin kesan bipirsin wê bi tiliya nîşanê wan nîşan bidin. Ti kes ne navê van şervanan dizanin û ne jî dibihîzin. Di nava gerîlayan de bi bêdengî, bi dengekî nizm û bi heyranî behsa şervanên wiha tê kirin. Kes ji wan napirse ka ew bi ku ve çûn û çi kirin. Ji ber ku armanca wan gihîştina Rojê ye, tolhilanînê ji xwe re wekî rêgehê dibînin, başî û exlaqê jî wekî nivişta xwe hesibandine.

Ev nivîs çîroka sê şervanên ku rêyên wan gihîştine hev û ber bi heman armancê ve dibezin e, bi heman armancê dijîn û di heman kêliyê de bi hev re şehîd bûne.

  MORDEM ÊRIŞ

Ev nivîs li ser gerîlayên HPG'ê Sîdar Zîlan, Mordem Erîş, Serbest Bêrîtan e ku di jiyanê de leheng bûn. 

Mordem li Amedê ji dayik bûye û mezin bûye, Serbest jî li Şirnexê ji dayik bûye û mezin bûye û Sîdar li Helebê ji dayik bûye û ji Efrînê ye û ev çîroka wan e.

Çîroka wan çîroka şervaniyê ye. Çîroka wan jiyana sê kesan di emrekî de gihîştina hev e. Û ya herî girîng jî çîroka wan, çîroka ciwanên Kurdistanê ye ku Rêber Apo anîne cem hev, bûne yek û û bûne fedaî. Çîroka Sîdar Zîlan, Mordem Erîş û Serbest Bêrîtan; Çîroka PKK'ê ye.

Ew şervanên ku bi hunera xwe hebûna xwe ava kirine.