BI DÎMEN

HPG’ê Soro Xizginos bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê nasnameya gerîlayê ku di sala 2022’yan de li Garê şehîd bû, eşkere kir û got: “Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya.”

HPG’Ê SORO XIZGINOS BI BÎR ANÎ

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Em hevrêyê xwe Soro Xizginos ku 23’yê Tîrmeha 2022’yan li Garê tevlî karwanê şehîdan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Zarokê fedekar ê gelê me yê Amedê hevrê Soro di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi biryardariyeke mezin tevlî nav refên têkoşînê bû û li dijî artêşa Tirk a dagirker ket nava têkoşîneke bê navber. Fermandarê me yê mezin şehîd Çiyager Hêvî ji xwe re mînak girt û xwesteka xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir. Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek wezîfeyên şoreşgerî bi layiqî bi cih anî û bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan a di nava jiyanê de, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Azadiya gelê me li ser her tiştî re dinirxand û di vê rêyê de bi fedayî şer kir. Bi hevrêtiya xwe ya xurt û sekna xwe ya bi biryar, hêz û moral da hemû hevrêyên xwe yên derdor. Bawer kir ku li Kurdistanê serketin encex bi xeta fedayîtiyê pêkan e û timî jî bi fedayiyane têkoşiya. Hevrêyê me Soro dema ku li ser vê bingehê têkoşîna xwe dimeşand, şehîd bû.

Em soz didin ku mîrateya têkoşînê ya ku hevrêyê me Soro dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin. Em ê teqez meşa xwe ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad pêk bînin û di serî de malbata me ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Soro Xizginos, bi vî rengî ne:

Nasnav: Soro Xizginos

Nav û Paşnav: Azad Yandi

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Navê Dayik-Bav: Zeynep – Mehmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tîrmeha 2022’yan / Garê

Hevrêyê me Soro li Amedê ya ku hestên welatparêziyê lê xurt e, hate dinê. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz welatparêz e, bi taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtîk a gelê Kurd, mezin bû. Lewma Tevgera hîna di temenê zarokatiyê de nas kir. Mîna her zarokekî Kurd dema ku çûyî dibistanên ku navenda qirkirin û asîmîlasyonê ya dewleta Tirk e, nakokiyên wî destpê kirin. Bi rehetî nedikarî zimanê xwe yê dayikê Kurdî biaxive û ev yek bû sedem ku nakokiyên wî kûrtir bibin. Hevrêyê me li hemberî zextên dewleta mêtinger û bûyerên civakî yên li Kurdistanê diqewimin, ket nava lêpirsînên kûr. Xal û xaleta xwe yên ku tevlî Partiya me bûne, di her warî de ji xwe re mînak girt. Her rojê xeyal kir ku bibe gerîla û bi vî rengî hîn zêdetir nêzî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Hevrêyê me 8 salan li dibistanên sîstemê xwend û ji bo cewherê xwe biparêze, hewldanek zêde raber kir. Hevrêyê me pêvajoya şoreşê ya ku li Rojavayê Kurdistanê pêş ketî, zindî bi zindî şopand û ji coşa şoreşê pir bandor bû. Xwest di berxwedana destanî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, cih bigire. Lê ji ber hin sedeman hevrêyê me ev nekarî vê biryara xwe pêk bîne. Lê belê lêgerînên xwe kûrtir kir. Ti carî dest ji xeyal û armancên xwe berneda û xwest li dijî zilma ku dewleta Tirk a faşîst li Bakurê Kurdistanê li ser gelê me pêk tîne, bibe bersiv. Demekê di nava xebatên ciwanên şoreşger de cih girt. Fêm kir ku bersiva herî baş a ji komkujiyên diqewimin re bê dayîn, tevlîbûna nava refên gerîla ye. Dema di nava xebatan de derfet dît ku tevgera me hîn nêztir nas bike, êdî jiyana sîstemê qebûl nekir û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me yê ku li Amedê tevlî nava refên gerîla bû, demekê li vê qadê ma. Tevlî Berxwedana Rêveberiya Xweser a Sûrê bû û ji bo wezîfeyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, bi israr pêşniyar kirin. Xwest bibe milîtanekî aktîf ê pêvajoya berxwedana ku bi pêşengiya fermandarê me yê fedayî Çiyager Hêvî – Cîhat Turkan pêş ketî û bandor li gelê me yê Amedê kirî. Ji sekna hevrêyê me Çiyager Hêvî ya di nava şer û jiyanê de bandor bû û ji xwe re mînak girt. Li ser vî bingehî bi moral û kelecaneke mezin, tevlî nav xebatên Partiyê bû û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya şervanên nû dît û di nava demeke kurt de, adapteyî jiyana gerîla bû. Di pêvajoya perwerdeyê de, bi taybetî di dersên dîroka Partiyê û dîroka Kurdistanê de, berdêlên ku gelê me û Tevgera me ya azadiyê dayîne xwend û hewl da fêm bike. Hevrêyê me piştî materyalên Partiyê yên xwendî, xwest xwe di warê îdeolojîk de jî pêş bixe û ji bo îdeolojî û felsefeya Rêbertiya me fêm bike, hewldaneke zêde nîşan da. Piştî ku perwerdeya şervanê nû qedand, li Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfe girt û tevlî xebatên pratîkî bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û kelecan a di nava xebatên şoreşê de, hezkirina hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Soro dilsozê şehîdan bû, li ser xeta fedayîtiyê ya PKK’ê û heqîqeta hevrêyên xwe yên ku çalakiya fedayî kirine, lêhêrbûnên kûr jiya. Dotmama wî Rewşen Amed – Ummu Cîhat Atli sala 2016’an li Zagrosê şehîd bû. Ev şehadet bû sedem ku hevrêyên me têkoşîna xwe mezin bike. Hevrêyê me hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêde kir û li her qada ku lê ye, layiqtiya ji bo şehîdan weke pîvana herî esas diyar kir û ti carî neserketin qebûl nekir. Ji bo ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê dayî destpêkirin bibe bersiv, hem bi fedekarî ked da hem jî di gerîlatiya dema nû de kûr bû û xwe ji wezîfeyên şoreşgerî yên demê re amade kir. Fêm kir ku encex bi gerîlatiya pispor, îradeya xurt û ruhê fedayî yê Apoyî dikare hewldanên dijmin têk bibe û her tim hewl da xwe têkildarî vê yekê kûr bike. Ji bo tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, îdîaya xwe ya bûyîna milîtanekî fedayî her tim zindî hişt. Hevrêyê me Soro bi sekna xwe ya bi biryar a di nava jiyanê de, kesayeta xwe ya dilnizm û sade bû milîtanekî mînak. Di nirxandineke xwe ya li ser pêvajoyê de, bi vî rengî biryardariya xwe tîne ziman: ‘tevlîbûneke hîn aktîftir ji pêvajoyê re pêwîst e, divê ti kes tevlîbûneke ji rêzê weke wijdanî ji xwe re qebûl neke’.

Hevrêyê me Soro meşa xwe ya azadiyê ya ji Amedê destpê kirî, bi rengekî bê navber û bê dudilî meşand, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bêhempa têkoşîna xwe dewam kir, gihand lûtkeyê û di dîroka me ya têkoşînê de navê xwe da nivîsandin. Hevrêyê me Soro bi hevrêtiya xwe ya sade û samîmî di dil û hafizaya hemû hevrêyên xwe de cih girt. Ala têkoşînê dewrî me kir ku divê ew al bê gihandina serketinê. Em hevrêyê xwe Soro di salvegera şehadeta wî de, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku teqez wezîfeyên wî dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin.”