Di Kongreya Awarte ya 12'emîn a PKK'ê de ku biryara fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate wergirtin, axaftina dawî ji aliyê Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ve hate kirin. Temamiya axaftina Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
"Kongreya PKK'ê ya 12'emîn di dîroka têkoşîna me de weke lûtkeyekê bi serketî bi dawî bû. Ev kongre bi ked û hewldan, bang û amadekariya Rêber Apo pêk hat. Ji bo wê em careke din bi navê hemû hevalan, delegeyan Rêber Apo silav dikin. Di kongreyê de hem bi perspektîfên Rêber Apo, kûraniyek çêkir. Van hemûyan hişt ku kongreya me di xeta Rêber Apo de lêhûrbûn, kûranî û nîqaşên dewlemend bike. Li ser vê esasê, nîqaşên hatin kirin têrker û zelal bûn. Rast e, cûrbecûr nêrîn hebû, ji xwe ew jî xwezayiya civateke demokratîk e, lê belê zelalî hebû. Li ser wî esasî bi serketî bi dawî bû. Beşa kongreyê li milê Qendîlê jî bi heman rengî bi serketî dom dike, me hîn agahî negirtine, tam bi dawî bûye yan na, dibe ku bû be. Ew jî serketî ye. Ev kongre li ser esasê daxwaza Rêber Apo ji bo pêwîstiya pêvajoyê pêk bê, me bi derfetên xwe, bi mecalên xwe çêkir. Bi esasî şert û mercên guncaw ji bo kongreyê nehatin avakirin. Em di nava êrîşên dewletê de vê kombûnê çêdikin. Ji bo wê tedbîrên wê yên ewlekariyê em bi xwe girtine.
Biryara fesixkirina PKK'ê ku PKK di dilê gelê me de, di dilê dilxwazên me de textek ava kiriye, cihekî xwe yê taybet heye. Li ber dilê her hevalî jî bi vî rengî ye. Fesixkirina wê ne tiştekî hêsanî ye. Beriya her tiştî îradeyekê dixwaze. Rêber Apo ev îrade danî holê. Kongre jî bi nîqaş û helwesta xwe îradeyek beyan kir. Ev biryar û îradebûna Rêber Apo erê kir û biryara fesixê fermî bû. Careke din biryara bidawîkirina stratejiya şerê çekdarî jî ne hêsanî bû. Bi taybetî ji bo me, em weke hevalên li vir, çend hevalên ji derve hatine, hevalên din bi giranî yên di nava xebatê şerê çekdarî de ne. Fermandariyê dikin, şer dimeşînin. Heval li vir hinekî axivîn. Ji nav şerê germ hatine vir. Û îzah kirin. Ji ber van rastiya civata me hevalên amade ev biryar ji bo me ne hêsanî bû. Ji ber ku em weke HPG, YJA Star ji kevneşopiya HRK'ê û ARGK'ê tên. Dîrokek me heye. 41 sal dîroka me heye. Û ev dîrok ji bo me bi hêsanî derbas nebû. Bi têkoşîneke pir bi ked û xwîn pêk hat. Ev dîrok di dîroka gelê Kurdistanê de bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Bi xwînê hatiye xemilandin. Şer û berxwedaneke destanî pêk hat. Me di vî şerî de heta niha derdora 35 hezar kadro, şervan, milîs şehîd da. Derdora 10 hezar welatparêz şehîd da. Bi giştî 45 hezar. Rast e, nêzî 50 hezar şehîdên me hene. Ji vana 89 heval endamên Komîteya Navendî ya PKK'ê ne. Yanî PKK wisa bi rêveberiya xwe li pêşiyê meşiya û şer kir. Ev şer bi vî rengî hatiye meşandin. Em van şehîdên qehreman careke din bi rêzdarî bi bîr tînin. Wê her tim rêberê me bin. Şehîdên me taca vê tevgerê ye, ev tevger tevgera şehîdan e. PKK partiya şehîdan e. Niha PKK fesix bû, tevger ev kesên dimînin, Apogerî tevgera şehîdan e.
Hevalên hêja, hûn zanin di vê der barê de, der barê biryara bidawîkirina stratejiya çekdarî de nîqaş çêbûn. Ji ber ku ji bo me biryareke ne hêsanî bû. Zor bû. Ji ber ku hîn jî di warê şerê çekdarî de, şerê gelê şoreşgerî de îdîaya me heye. Yanî îdîaya me ya serketinê heye. Her kadroyekî vê tevgerê, leşkerekî Rêber Apo ye, fedaiyê Rêber Apo ye. Em fikirîn, Rêber Apo madem wisa bi israr, bi biryar projeyeke nû pêşkêş dike, pêngaveke nû bi rê bixe, wê demê tê de tiştek heye. Me hewl da beriya kongreyê, di hundirê kongreyê de hewldan bi pêş ket ku em fêhm bikin û em li gorî wê tevbigerin. Ji xwe bi hemû hevalan re wisa pêşveçûn çêbû. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê jî erê bang çêbû ji aliyê dewleta Tirkiyeyê, lê belê tenê gotinin. Tiştekî pratîkî bi pêş neket. Hebin jî tiştên pir biçûk in. Ango tiştên berçav, ku bibin bingeha baweriyê, mirov bibêje vaye rast e di dewletê de guhertin heye, ti gaveke pratîkî ya bi vî rengî nehat avêtin. Ji bo wê jî fikar, şik, guman bi hevalan re hene. Li ser wî esasî di nîqaşên hatin kirin de fikrên cuda derketin holê. Û hevalên di vê demê de guncaw nabînin ku hema gav bêne avêtin, heta ku ji aliyê dewletê ve gavên berçav neyên avêtin, wisa ne îqna ne ku gavê biavêjin. Nameya Rêber Apo, peyamên Rêber Apo, hevalan guhdarî kirin. Vêya di astekê de qenehet çêkir. Li ser wî esasî bi rayê zêde biryar hate wergirtin. Biryara ku stratejiya şerê çekdarî bê bidawîkirin bi vî rengî derket holê.
Li ser vî esasî kongreya 12'emîn a PKK'ê bû kongreya dawî ya PKK'ê. Ango PKK xwe bi xwe li ser esasên pêwîstiyên ku Rêber Apo anî ziman, nîqaş kir, ku di vê serdema dîrokê de bi biryareke wisa dîrokî, bi cesaret û îrade xwe bi xwe fesix bike. Biryara vê girt. Wekî din, biryara ku bi rêbazên têkoşînê ku heta niha dimeşand ê çekdarî bi dawî bike, derbasî rêbaza siyasî, hiqûqî û demokratîk bibe. Ev hemû biryarên pir bingehînin ji bo me. Dibe ku li derveyî me pir kes dibêje bila PKK biryarê bide, zû îlan bike. Bi taybetî li aliyê rayedarên Tirkiyeyê pir kesan bi vî rengî gotin. Ma ev hêsan e? Eger hêsan be, hûn werin biryarê werbigirin? Ev tevger 52 sal in li ser hîmekî dimeşe. Û xwe bi çekê diparêze, di her warê vî welatî xwe bi çekê diparêze. Li ser çekê sond xwariye, sondê dixwe. Bi çek re radibe û rûdinê. Çima? Di bin êrîşê de ye. Ji xwe di biryaran de jî nîqaşan de jî hate ziman. PKK ji xwe ber, ji bo kêfî ranehiştiye çekê. Ev gel di xeteriyê de ye. Hebûna gel di xeteriyê de ye. Kesên ku daxwaziya hebûna gel û azadiya gel dikin, rastî bombardûmanê tên. Tine dikin. Ma ewqas komkujî çima çêbûn? Ewqas kuştinên kiryar nediyar çima çêbûn? Ji bo wê, yek; ji bo li vî welatî bibêje ez mirovekî azad im, ez Kurdek im, ku ne Kurd jî be, ji xwe hevalên me yên ne Kurd jî hene, ew jî ji bo me serbilindiyeke, ku bibêje ez azadiya gelekî ku tê pelixandin dixwazim, ez li dijî qirkeriya Kurd im, yekî wisa bibêje tine dike. Mecbûr e xwe bi çekê biparêze. Me heta niha xwe bi çekê parast. Ji ber vê ev biryar ne biryareke ji rêzê ye. Di çarçoveya fêhmkirina talîmat, perspektîfên Rêber Apo de biryar bi giranî hate girtin. Û yekdestî hate çêkirin. Li ser xeta Rêber Apo, di yekbûnê de zelal e ev avahî. Tiştê herî girîng ew e. Li ser xeta, bi dilsoziya bi Rêber Apo re her kes yekdest e. Lê hinek heval, dibe ku fikar pê re hebin, guman hîn zêde bin. Ji bo wê jî me di biryaran de bêguman hinek esnekî, nermbûn xistiye.
Bi vî rengî, bi biryara kongreya me ya 12'emîn a PKK'ê re Rêber Apo, soza xwe pêk anî. Soza ku Rêber Apo da, çi bû? Got, 'Ez dikarim vê têkoşînê li ser xeta şer û lêxistin bînim ser xeta siyasî û hiqûqî'. Ne wisa ye? Destpêkê Rêber Apo dema ku bi malbatê re axivî, wisa got. Ev soz pêk anî. Vaye kongreyê ew biryar girt. Niha êdî maye li dewletê. Dewlet û hikumeta Komara Tirkiyeyê eger ku bi rastî dixwaze pirsgirêka Kurd pirsgirêka Kurd a sedsalî, di serdema komarê de sed salî ye, naxwe hîn paşiya wê jî heye. Lê belê di avakirina komarê û vir de ev pirsgirêk heye. Li gel ku di avakirina Komara Tirkiyeyê de Kurd endamekî eslî bû ji bo avakirina komar ango rizgariya Tirkiyeyê, Kurd piştevanê herî xurt bû, hêzên dagirker, emperyalîst ji Kurdistanê derxistin û wisa lihevhatineke Kurd û Tirk hebû, lê belê dûre em zanin ku ev hate xerakirin. Bi peyman, bi destûra bingehîn a 1924'an re. Bi esasî bi peymana Lozanê re. Kê peymana Lozanê erê kir? Ne Tirk, ne Kurd. Yên derve, yên biyanî ji bo berjewendiyên xwe guncaw dîtin. Ji bo Tirkiyeyê, ji bo xwe li hemberî Sowyet, Rûsyayê bikin qereqolek, parçekirina Kurdistanê, avakirina Tirkiyeyê erê kirin û bi vî rengî Lozan îmze kirin. Eger niha dewlet û hikumeta heyî bi rastî dixwazin vê meseleya qedîm a sed salî çareser bike, divê êdî ew jî gavan biavêje. Gavên ne wisa îdarî, veşartî, yên qanûnî, di asta destûra bingehîn de divê werin avêtin. Divê biryarên bi vî rengî bi pêş bixînin.
Em bi stratejîk nêzî vê pêvajoyê dibin. Em tenê ne tevgereke gerîla ne. Rast e em niha li vir gerîla ne bi giranî. Lê belê rastiya PKK'ê civak e. Bi hezaran kadroyên xwe hene di nava civakê de ne. PKK êdî bû civak. Ev civaka ku bi fikir û ramanê Rêber Apo gihîştiye, ku neyê xapandin. Ne ev gel, ne ev tevger tê xapandin, ne jî Rêber Apo tê xapandin. Ji xwe taybetmendiya sereke ya Rêber Apo, çi dibêje 'Ez ne têm xapandin, ne jî kesî dixapînim'. Ji bo wê divê kes hewldanên welê neke. Eger nêzîkbûneke samîmî hebe, ev nêzîkbûna me nêzîkbûneke samîmî, durust e. Eger bi vî rengî nêzîk bibin wê biçin encamê. Em dixwazin rayedarên dewletê jî yên aqlê selîm li vê bifikirin. Ev firsendeke dîrokî ye. Îro ev helwesta Rêber Apo, ev hewldana Rêber Apo, xeta ku Rêber Apo bi pêş xistiye ji bo komareke demokratîk li Tirkiyeyê çêbibe şensekî mezin e. Tam di vê demê de ango ji vir û pê ve wê helwesta dewleta Tirkiyeyê ya rasteqîn zelal bibe. Ango em ê binihêrin, niha me biryar dan, weşand ji raya giştî re. Ka rayedarên dewleta Tirkiyeyê, hikumeta AKP-MHP'ê wê çi bikin? Em ê gavên wan jî bibînin. Em vekirî ne, em dibêjin 'Bi yekalî tewanbarkirin rast nîne'.
Eml ji rûbirûbûnê re amade ne. Em hene dadgeheke adîl, em jî ew jî. Ka kî mafdar e, kî ne mafdar e. Em ji vê re jî amade ne. Ji ber vê pêşniyara me ew e; komîsyonên li gelek welatan çêdibe, yê heqîqet û edaletê bila ava bibe. Ji ber ku em zanin me çi kiriye. Em zanin ku rayedarên, berpirsyarên dewleta Tirkiyeyê li Kurdistanê çi kirine. Nimûne; me li Cizîrê çi kir, wan li Cizîrê li wan jêrzemînan de çi kir, eşkere ye. Em karin ji serê avabûna komarê heta niha werin û serdema me ya PKK'ê jî. Sînga me vekirî ye, eniya me vekirî ye, bilind e. Em ji tiştekî ku bitirsin nîne.
Ji bo wê şidet, 100 sal e dewlet bi kar tîne. Divê dewlet vê bibîne. Li ser mirovên me bi kar tîne. Li zindanên Tirkiyeyê her tim Kurd tê de ne. Divê êdî dewlet dijberiya li Kurdan, dijîtiya li Kurdan bi dawî bike. Bi vî rengî samîmiyet wê çêbibe. Bi vê biryarê re îlan bû ku Kurd êdî ne xetere ne. Berê digotin, pirsgirêka bekayê heye, ji bo wê vê dixwestin bi her dewletê re peymanê çêbikin. Bi gelek kesan re peyam çêkirin. Me bi vê biryarê re eşkere kir ku em li ser Tirkiyeyê ne xetere ne. Ev biryareke stratejîk e. Weke ku 53 sal berê, ev 3 ciwanên hêja hatin îdamkirin; Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan, ku li ber sêdarê Denîz Gezmîş got, 'Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk'. Ev eslî ye. Em niha bi vê dirûşmê girêdayî ne. Em dixwazin vê pêk bînin. Em ji yê li hemberî xwe jî vê dixwazin. Dema ku Rêber Apo radestî Tirkiyeyê kirin, komploya navneteweyî çêbû, wê demê ma ne Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevît bû, got 'Me fêhm nekir, Emerîka çima Ocalan girt û da me'. Ne wisa? Ev gotinên Bulent Ecevît ji dîrokê re bû mal. Eşkere li pêş kamerayan got. Diyar e hinekan girtin û dan. Armanc, bi hev re şer bikin. Lê belê Rêber Apo pêşî li vê yekê girt. Niha hinek dostên me li derveyî welat amadekariyê dikin ku ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin Rêber Apo, dixwazin pêşniyar bikin. Amadekariya wê dikin. Di avakirina biratiya gelan de Rêber Apo herî kêm li Îmraliyê 27 sal in timî li ser vê disekine. Beriya wê jî wisa ye. Daxuyanî, roportajên Rêber Apo beriya Îmraliyê jî lê binerin, heman e.
Divê bê zanîn, bi zext, bi kuştinê ev yek nabe. Divê rayedarên Tirkiyeyê êdî bi vê zanibin. Yanî em hinekan bixînin, em tasfiye bikin, em çavê wan bitirsînin, bi vî rengî em ê biratiyê çêbikin. Biratiyeke bi vî rengî nabe. Ev gel êdî zane bûye. Îro li Rojhilata Navîn gelê herî zane gelê Kurd e. Jinên herî têkoşer û zanist, jinên Kurd ên azad in. Êdî ev gel wisa bi kuştin, zilm û zextê nayê bêdengkirin. Gelekî êdî bi fikir û ramanê Rêber Apo hatiye avdan. Ji bo wê divê vê heqîqetê bibînin û mafê gelê Kurd êdî li ser nîqaş bikin, bidin. Yanî zext ne, tenê qebûlkirina hebûna gelê Kurd a qanûnî û qebûlkirina mafê nasnameyî pêwîst e. Ya ku biratî û aştiya mayinde çêbike ev e. Ji bo çareseriyê PKK'ê xwe fesix kiriye. Divê ji bo çarreseriyê dewlet jî siyaseta xwe ya li ser Kurd û Kurdistanê biguherîne. Daxwazî pir eşkere ye. Eger ev bibe wê aştî çêbibe, eger ev nebe aştî çênabe. Aştî bi yekalî çênabe. Di vê qonaxê de aliyekî xwe PKK ye, lê aliyê xwe yê din dewleta Tirkiye ye. Ev bi vî rengî ye.
Hevalên hêja, ev qonax di heman demê de qonaxa têkbirina komploya navneteweyî ye. Em dixwazin komploya navneteweyî têk bibin, bi erdê re bikin yek. Di bingeha komployê de ne biratiya gelan lê belê dijminatiya gelan hebû. Ne aştî, lê şer û kuştin hebû. Ji bo wê ev komplo pêk hat. Niha em dixwazin zerar û ziyana komployê di şexsê Rêber Apo de da gelê me telafiya wê bê kirin, em telafî bikin, ji holê rakin û bingeha komployê bi temamî rakin. Ji ber wê bêguman gelê me azadiya Rêber Apo dixwaze, tevgera me dixwaze, vaye heval hemû dixwazin. Ev pir sedemên xwe hene, ne yek sedem e.
Rêber Apo dibêje ev serdem, serdema xwe avakirinê ye. Wê demê divê her heval bi vî rengî binirxîne. Di vê serdemê de xwe ava bike. Ji bo siyaseta demokratîk bê meşandin, dûrî çekê bê bikaranîn, pêwîstî bi kedeke hîn zêde heye. 24 saetan xebat lazim e. Eger em bi vî rengî tevbigerin di dema pêş de wê têkoşîna gelê me ya azadiyê karibe ber bi encamê ve biçe. Naxwe şerê çekdarî bi dawî bû, wê demê êdî rehetî hat. Ne bi vî rengî ye. Hîn zêde zehmetî hene li pêşiya me, hîn zêde hewceyî xwe jinûve avakirin û tevgerkirinê heye. Pêwîstî bi têkoşînê heye. Têkoşîna Apogerî naqede. Apogerî ruheke, hevrêtiyeke, rêbazeke jiyanê ye, wekhevî û azadî ye. Ev bi me re bûne yek parçe, ji me nabin. Destpêkê tu yê xwe ji nû ve ava bike, tu yê bi xwe berpirsyar be, berpirsyarê xwe be, berpirsyarê nirxan be. Ev dem hîn bêhtir berpirsyariyê dixwaze. Di xeta şehîdên leheng de tu yê çawa tevbigere? Weke heval zanin me ev kongre li ser ruhê şehîd heval Fûat-Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn meşand. Bi ruhê şehîdan, bêguman ev herdu şehîdên me yên avakarên PKK'ê weke hemû şehîdan temsîl dikin, şehîdên mezin ên dawiyê ne. Bi vî rengî li ser ruhê wan me ev kongre pêk anîn. Em bawer dikin eger ew amade bûna wê hîn zêdetir Serok fêhm bikirana û pêşkêşiya me bikirana. Di heman demê de di dema ku kongre hêdî hêdî dicive, kar û barên kongreyê tê kirin û berî dîroka kongreyê 2-3 rojan xebera şehîdê aştî û demokrasiyê hevrê, kesê hêja Sirri Sureyya Onder hat. Beriya wê 18 rojan di nexweşxaneyê de nexweş bû, li ber xwe da, gelê Kurd, gelê Tirk û her kesên ji her fikrên li Tirkiyeyê li ser wî bûne yek. Eşkere bû ku temsîlekê dike. Endamê Heyeta Îmraliyê ye, hevrêyê Rêber Apo ye. Ji ber wê li ser nexweşiya wî kombûnek çêbû. Dûre jî, piştî şehadetê jî heman tişt dewam kir. Ev kongre di heman demê de li ser ruhê Sirri Sureyya Onder jî pêk hat. Ji xebata wî ya ji bo aştiyê re bû bersiv. Biryarên vê kongreyê di şexsê Sirri Sureyya Onder de ji bo hemû dost û hevalên aştîxwaz bersiveke dîrokî ye. Li muqabilî hewldanên wan tiştên bi Rêber Apo, bi PKK'ê dikeve bi vê kongreyê hate kirin.
Hevalên hêja, pêngava Rêber Apo bi pêş dixe û kongre jî fermî kir, tenê ne ji bo Kurdistanê ye. Rast e di serî de li ser erdnîgariya Kurdistanê ev yek pêk hat, ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ev derfeteke nû diafirîne. Wê mezinbûnekê di têkoşîna azadiya vî gelî de çêbike. Lê ji bo herêmê giştî jî wê roleke xwe hebe. Her wiha di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo ya demokratîk modernîteyê de ji bo cîhanê roleke xwe heye. Yanî serdemeke nû bi pêş dixîne. Ev pêngav pêngava çaxek nû ye, serdemek nû ye. Li muqabilî kapîtalîst modernîte stratejiya demokratîk modernîte zelal dike. Li ser hîmê demokratîk netewe û sosyalîzma demokratîk a civakî derketineke dîrokî ye. Ji bo wê ev biryarên li vir tenê ne gelê me, gelê Kurdistan, gelê herêmê û hemû kedkarên cîhanê jî pêşverûyên cîhanê jî eleqedar dike. Ango em dixwazin li Tirkiyeyê li Kurdistanê li hemû herêmê li her aliyê cîhanê pergaleke nû bi pêş bixînin. Pergala Komarên Demokratîk ên Sosyalîzma Civakî Demokratîk bi pêş bixînin. Têkoşîna vê bikin. Aliyê xwe yê sosyalîst, enternasyonal bi vî rengî hîn zêde li pêş e.
Divê gelê me, gelê me yê hêja hemû welatparêzên Kurdistanê zanibin, Rêber Apo ev pêngava dîrokî ji bo ku têkoşîna azadiya Kurd bi ser bikeve bi rê dixe. Rêber Apo beriya wê çi got? Got, 'Ez hewl didim ji bo Kurdan cihekî çêbikim, li Tirkiyeyê, li herêmê'. Ji bo wê gelê me, gelê Kurdistanê divê vê pêngava Rêber Apo hîn bi xurtî lê xwedî derkeve. Li her beşên Kurdistanê bixe meriyetê. Rêya vê jî rêxistinkirin e, xwe bi rêxistin bike. Xwe bike îrade, civaka demokratîk wê bi vî rengî ava bibe. Hewldanên vê divê bi pêş bixîne. Em bi van biryarên dîrokî ku di kongreya me de hatine wergirtin herî zêde bi dayikên şehîdan re bi hêstrên çavên wan re dixwazin bibin bersiv. Hêstrê çavên dayikên tevahiya Kurdistanê re em bibin bersiv. Me şehîd dan, lê em yên mayî nûnerê wan in. Divê dayikên me jî vê zanibin. Em dixwazin doza şehîdên qehreman bibin encamê, bi ser bixînin. Di bingeha nêzîkbûna Rêber Apo û biryara kongreya me de bi esasî ev heye. Ango hemû ji bo kesên alîgirê edaletê, hiqûqê, demokrasî û azadiyê li ser hîmê azadiya jinê avakirina civaka demokratîk sosyalîst biryarên kongreya me derfeteke mezin ava dike, rê vedike. Em jî li ser xeta Rêber Apo di çarçoveya pêngava nû de xwe berpirsyar bibîne û rol bilîze. Banga me ji bo tevahiya hevalan ev e.
Bêguman di serî de em hevalên li vê kongreyê amade ne, ev kongreyeke dîrokî ye. Pir hevalan qala wê kir. Ne kongreyeke ji rêzê ye. Her heval şahid e, şahidî ji vê kongreyê re kir, ev kongre ji bo wan şenseke. Ev kongre serdemekê digire, serdemekê vedike. Her hevalên beşdarî kongreyê bûye ev yek ji bo wan şenseke û derfeteke pîroz e. Divê em wateya wê zanibin. Û ji bo wê jî beriya her kesî hevalên li vir amade ne, xwe di ber vê pêngava Rêber Apo de berpirsyar bibîne û wisa ji bo xwe tevlî bike bi hemû hêza xwe, qudreta xwe, xwe beşdarî demê bike. Xwe beşdarî vê pêngava azadiyê bike. Li ser vî esasî em dibêjin sosyalîzma dewlet netewe dibe têkçûnê, sosyalîzma civaka demorkatîk dibe serfiraziyê. Divê em bi vî ruhî, bi vê helwestê tevbigerin. Eger em bi vî rengî tevbigerin em bawer dikin wê serketin a hevalan be, serketin a me be. Li ser xeta Rêber Apo, di şopdariya şehîdên qehreman de em ê encamên mezin di vê dema dîrokî de bi dest bixin. Li ser vî esasî em ji bo tevahiya hevalan serketinê dixwazin û em dibêjin 'Bijî bijî Serok Apo'."