Dagirkerî û xiyanet li Mêrdînê hate şermezarkirin

Êrîşên Dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê, li Mêrdînê hatin şermezarkirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ Û XIYANET HAT ŞERMEZARKRIN

Êrîşên Dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê, li Mêrdînê hatin protestokirin. Girseya ku di pêşengtiya DEM Partiyê de li Parka Karayollari ya li navçeya Artûklûyê hatin bahev, pankarta “Ji dagirkerî û xiyanetê re na” vekirin. Polîsan girse dorpêç kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tûnç daxuyanî da.

Tûnç, ê bi gotina “Em Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat in. Em Kurdistan in” dest bi axaftina xwe kir, diyar kir ku dewleta Tirk her roj êrîşan pêk tîne û wiha got: “Em êrîşên ku her roj tên kirin qebûl nakin.” Tûnç bi lêv kir ku desthilat hiqûqê nas nake û wiha got: “Li Rojhilata Navîn têra xwe xwîn rijiya. Şer û gengeşî çêbûn. Li ser axa Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li her çar parçeyên Kurdistanê ji ber rewşên leşkerî bêhiqûqî çêdibin.”

Tûnç bi lêv kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê bi piştgiriya NATO’yê êrîşên xwe didomîne û anî ziman ku hêzên navnetewî yên piştgiriyê didin hêzên navnetewî şermezar dikin.

Tûnç anî ziman ku li Kurdistanê şerê qirêj û şerê xwişk û biryaran qebûl nakin, bang li PDK’ê kir û ev tişt gotin: “Di dîroka Kurdan de di dîroka Kurdistanê de rewşên wiha nayên qebûlkirin. Em li dîroka xwe binêrin. Bapîrên me, bavên me di her serdemê de bi gotinan hişyar dikirin û digotin ‘hûn taştê bin zarokên we di bibin fîravîn.’ Tişta ku divê PDK bizanibe ev e. Divê PDK vê li ber çavan derbas bike û tiştên ku dike bi dawî bike. Divê were zanîn ku ev pêvajoya li Kurdistanê tê birêvebirin bêhiqûqî ye, dermirovî ye, li dijî siyaseta demokratîk e. Xelet e. Şer e û ji holê rakirine. Em ji vê re dibêjin êdî bes e. Em dixwazin ev were bidawîkirin. Em dixwazin were zanîn ku polîtîkayên îro AKP û MHP li Rojhilata Navîn dimeşîne, îro li Efrînê sibê li Hewlêrê, Amedê bimeşîne qebûl nakin.”

Tûnç got ku “Şerê li Rojhilata Navîn divê êdî bi aştiyê bidawî bibe” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêya aştiyê, aramiyê û çareseriyê Birêz Abdullah Ocalan e, di Girava Îmraliyê re derbas dibe. Ji bilî siyaseta demokratîk rê û rêbazek nayê dîtin. Em jî dê heta dawiyê di siyaseta demokratîk de israr bikin û çareseriya demokratîk biparêzin. Em ji bo siyaseta demokratîk dubara dikin ku rê diyar e. Çareserî jî navnîşan jî diyar e. Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Kurdistanê çareseriya pirsgirêka kurd bi Birêz Abdullah Ocalan pêkan e.”