HEVPEYVÎN

Sinûr Gelawêj: Dîrok dê malbata Barzanî efû neke

Sinûr Gelawêj li ser tecrîda Îmraliyê û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê û malbata Barzanî axivî û got: “Divê gelê rojhilatê Kurdistanê bibe dengê Rêber Apo, divê em ji tu tiştî netirsin, dijmin nikare me bitirsîne.”

Endama Desteya Rêveber a KJAR’ê têkildarî daxuyaniya dawî ya Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat a li ser hewldana dewleta Tirk a ji bo bazarkirina li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha li ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser başûrê Kurdistanê, xiyanet û hevkariya PDK û malbata Barzanî ji ANF’ê re axivî.

Nirxandinên endama Desteya Rêveber a KJAR’ê Sinûr Gelawêjê bi vî awayî ne:

Wekî tê zanîn, çend sal in bi tu awayî hevdîtin bi rêberiya me re pêk nayên. Her wiha têkildarî rewşa Serokatiyê ya li Îmraliyê, Hevseroka Desteya Rêveber a KCK’ê heval Besêyê daxuyanî dabû. Rêbertî ne wek takekesekî hatiye girtin, ji bo hemû cîhanê eşkere ye ku di kesayetiya Rêbertiyê de hebûna gelekî, hebûna hemû jinan, hebûna azadiyê, hebûna nasnameyê û hebûna ziman hatiye tecrîdkirin. Ev yek ji bo dijmin ne bes e, bi wê jî nasekine. Tevî vê yekê, serî li îşkence û tecrîdê dide, dixwaze di kesayetiya Rêbertiyê de gelê Kurd ji holê rake û azadiya jinan ji holê rake, dixwaze di kesayetiya jinan de hemû civakê li gorî berjewendiyên xwe amade bike.

Ji sala 1999’an û bi vir ve, piştî komploya navneteweyî heta niha dijmin dixwaze di kesayetiya Rêbertiyê de siyaseta înkar û qirkirinê li ser gelê Kurd bimeşîne û dixwaze bigihîje armanca xwe. Lê belê nekarî bigihîje tu armancê. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li her cihê ku Kurd lê dijîn, bi taybetî bi pêşengiya jinan, heta niha xwedîderketineke hevgirtî ji bo misogerkirina azadiya Serokatiyê hatiye kirin. Mînaka vê rastiyê li rojhilatê Kurdistanê gelek berbiçav e, li bakurê Kurdistanê, li başûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê, li derveyî welêt ji aliyê kesên demokratîk û partiyên demokratîk û hêzên enternasyonalîst ve kampanyaya azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi awayekî girseyî tê meşandin.

Di daxuyaniya heval Besê de ji bo tevahiya cîhanê eşkere bû ku dixwazin li ser Serokatiyê miameleyeke siyasî ya pîs pêk bînin. Ev ne rewşeke wisa ye ku bê qebûlkirin. Ez bawer dikim ku gelê me bi taybetî jin bikarin vê mijarê fam bikin ku komara faşîst a Tirk bi miameleya siyasî û bazarkirina li ser hevdîtina Rêber Apo dixwaze bigihîje berjewendî û armancên xwe. Ji ber vê yekê bi rastî çawa di dema Newrozê de, di 4’ê Nîsanê de, di 8’ê Adarê de, gelê me di hilbijartinan de li Bakur û li Wanê karîn bi deng û îradeya xwe xwedî li hebûna xwe derkevin, niha jî dema xwedîderketina li Rêber Apo ye.

Niha girtîgehên Tirkiyeyê bi gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd tijî bûye, rojhilatê Kurdistanê jî bi heman awayî ye. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê her siyasetmedarek û pîşewerek, hunermendek, muzîsyenek, zarokekî Kurd îşareta azadiyê bilind dike ji bo ku xwedî li xwe derkeve û azadiya Serokatiyê misoger bike. Dixwazin di kesayetiya Rêber Apo de hemû gelê Kurd ji holê rakin. Ew operasyonên ku li Herêma Parastina Medyayê tên meşandin, vê rastiyê nîşan didin, bi taybetî li başûrê Kurdistanê ev operasyon bi hevkariya PDK’ê tên meşandin, êdî pêwîst e ev nav bên guhartin. Niha rejîma faşîst a AKP-MHP li hemû deverên Kurdistanê êrişî wê xwedîderketina Kurdan dike û li dijî hemû dengbilinkirina gelê Kurd e ku ji bo azadiyê dike, lê tu encam bi dest nexistine. Niha jî PDK’a noker û xayîn di rastiyê de nasnameya DAIŞ’ê hilgirtiye, dixwaze di kesayetiya gelê Kurd de îradeya Kurdan bişikîne.

XIYANETA MALBATA BARZANÎ XWEDÎ DÎROKEKE DÛR Û DIRÊJ E

Di rastiyê de xiyaneta malbata Barzanî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, eşkere ye ku di dema Komara Kurdistanê de çi roleke xayînane lîst di dawîanîna serhildana Komara Kurdistanê de. Ji wê demê ve malbata Barzanî û PDK nasnameya xiyanetê wergirtiye û heta niha jî li ser berdewam in. Di rastiyê de ev jî şermezarî û stûxwariyeke mezin e ji bo PDK’ê ku tu Kurd bî û xiyanetê li Kurdan bikî. Niha PDK di kesayetiya xwe de bi awayekî karesatbar wê siyaseta înkarkirin û dijberiya Kurdan a faşîst a AKP-MHP pêk tîne. Demek berê Barzanî di daxuyaniyekê de got ku Tirkiye nehatiye nav axa Kurdistanê, ma qey Hewlêr û Şêladizê ku dewleta faşîst a Tirkiyeyê tê de ye, ne axa Kurdistanê ye? Çawa çêdibe ku axek ku axa Kurd û Kurdistanê be, rejîma faşîst a dewleta Tirk a ku pispor e di qirkirina Kurdan de, were û li ser axa Kurdistanê bingeh û baregehên leşkerî dayne?. Di rewşeke wisa de Kurd çawa bikarin bi azadî jiyana xwe bikin? Gelo Barzanî qet vê yekê ji xwe dipirse?

DÎROK DÊ MALBATA BARZANÎ EFÛ NEKE

Rêbertî di parastinên xwe de gelek li ser mijara netewegeriyê (nasyonalîzm) disekine û rexne dike, lê xwezî hinekî hesta neteweyî bi PDK’ê re hebûya, diyar e ew hest pê re nîn e, lewma bûye noker û hevkarê artêşa Tirk, malbata Barzanî di fêl û xiyanetê de pispor e. Gelek kirêt e ku malbata Barzanî fam nake ku ev siyaset siyaseteke qirêj e. Hêzên YJA Star û HPG’ê li Zap, Metîna, Xakûrk û herêma Behdînanê her dem di bin êrişên komara faşîst de bi îradeya xwe xwedî li nasnameya xwe derdikevin, ev yek nîşanî hemû cîhanê dane. Malbata Barzanî jî wan keç û xortan baş nas dike, wî ruhî gelek baş nas dike ku ew jî ruhê Apoyî ye. Ji bo ku em axa xwe biparêzin, divê em fedakariyê bikin; ew wê fedakariyê li Zap, Avaşîn, Behdînan û Xakûrkê dikin û li her cihê ku pêwîst be, kirine û dê bikin jî; ev jî erk û berpirsyariyeke dîrokî ye. Lê eger serdemek were û gelê Kurd di nav aramî û aştiyê de bijî, gelo dê rûyê malbata Barzanî hebe ku serê xwe bilind bike û li Kurdekî binêre û bibêje ez Kurd im? Dê ew rûyê wê tune be, ji ber ku niha gendelî bi destê malbata Barzanî belav dibe, dîrok dê malbata Barzanî efû neke, civaka Kurd dê malbata Barzanî efû neke, jin dê malbata Barzanî efû nekin.

GELÊ KURD XWEDÎ WÊ HÊZÊ YE KU BIKARE PDK Û HEMÛ DAGIRKERAN TÊK BIBE

Ew jinên ku li rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya xwe karîn bi afirandina şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê xwedî li hebûna xwe derkevin, niha jî di kesayetiya wan jinan de ku bûne parastvanê rûmet û hebûnê, nasnameya gelê Kurd li ser çiyayên azad diparêzin. Pêwîstiya wan bi malbata Barzanî tune ye, pêwîstiya tu kesî bi malbata Barzanî tune ye. Xayînek çawa dikare ji bo welatê xwe bibe mirovekî bişeref? Gelê kurd hişyar e, jina Kurd jineke gelek hişyar e, eger hişyar nebûna, niha li bakurê Kurdistanê çawa tevî wan hemû îşkenceyan, li hemberî komara faşîst a AKP'ê xwedî li xwe û di kesayetiya xwe de xwedî li azadiya fizîkî ya Rêber Apo derketina?

Li Wanê dema ku komara faşîst xwest îradeya gel bişikîne, gel bi yekgirtî derketin û gotin em desthilatdariya te qebûl nakin û komara faşîst a AKP’ê têk birin. Ciwanên Kurd û jina Kurd û gelê Kurd xwedî wê hêzê ne ku bikarin PDK û komara faşîst û hemû dagirkerên Kurdan têk bibin. Ciwanên Kurd li çiyayên azad ên Kurdistanê li hemberî çekên qedexekirî şerê îradeyê dikin, şerê hebûnê dikin, şerê azadiya fizîkî ya Rêber Apo dikin, bi ruhê Egîdan û bi ruhê Zîlanan, bi ruhê  Bêrîtanan, bi ruhê Kemal Pîran, bi ruhê Heqî Qereran niha xwedî li azadiya fizîkî ya Rêber Apo derdikevin, xwedî li îrade û nasnameya gelê Kurd derdikevin, her kes vê baş dizane. Niha jî pêwîst e gelê rojhilatê Kurdistanê wekî gelê bakurê Kurdistanê çawa heta niha fedakarî kiriye, xwedî derketiye, bûye dengê Rêber Apo, ji vir û pê ve jî pêwîst e em bibin dengê Rêber Apo, divê em ji tu tiştî netirsin, dijmin nikare me bitirsîne.

Başûrê Kurdistanê navendek e ku heval Helmet û heval Viyan lê derketin, eger em vegerin dîrokê, Leyla Qasim derketiye, gelê Başûr gelekî qehreman e. Di 2008’an de dema ku komara faşîst êrişî ser Zapê kir, li Bamernê gelê başûrê Kurdistanê bi qehremaniya xwe û bi ruhê  xwe yê Apoyî xwedî derket, her wiha em dikarin bibêjin di şerê Qendîlê de dayik û ciwanên Kurdistanê wekî Leyla Qasimê çek hilgirtin û rûmeta xwe parastin. Niha jî em di wê baweriyê de ne ku hêzeke wekî PDK’ê û hêza komara faşîst a AKP-MHP’ê nikarin dîroka qehremaniyê ya başûrê Kurdistanê jê bibin. Em di wê baweriyê de ne ku careke din dê gelê başûrê Kurdistanê derkeve ser kuçe û kolanên bajar û gundan û dê bi hevgirtina xwe dengê xwe bilind bike, xwedî li rûmeta xwe derkeve. Gelê başûrê Kurdistanê xwedî wê ezmûnê ye û dikare xwedî li xwe derkeve, careke din pêwîst e wê yekê nîşanî PDK’ê bide ku gelê başûrê Kurdistanê ne ew gel e ku serî bitewîne.

Li rojhilatê Kurdistanê li ser Kurdan û bi taybetî li ser jinan îşkence hene, dixwazin bi rêya jinan hemû siyaseta xwe li ser civakê ferz bikin, ji vir û pê ve jî pêwîst e bi yek deng û bi dengê azadiya Rêber Apo em xwedî li xwe derkevin. Ev yek dikare pişta PDK’ê bişikîne, ew hêz û îrade  dê pişta AKP’ê jî bişikîne. Wekî çawa heta niha gelê Kurd li ser bingeha vê rastiyê, bi yekgirtî û bi hesta Kurdbûnê xwedî li hebûna xwe û azadiya fizîkî ya Rêber Apo derketiye, ji vir û pê ve jî pêwîst e bi pêşengiya jinan helwestê wergire û siyaseta qirkirina komara dagirker rawestîne û fedakariyeke mezin bike.

Dewleta Tirk a faşîst her tişt ceriband, xiyaneta malbata Barzanî her tişt ceriband, êdî çi maye ku bikin û çi siyaset maye ku pêk bînin, çi qirkirin maye ku bi rê ve bibin? Civaka Kurd û jinên Kurd bi îradeya xwe heta niha li hemberî hemû gendeliyan rawestiyane. Ez di wê baweriyê de me ku ji vir û pê ve jî li kuçe û gundên rojhilatê Kurdistanê jin û gelê Kurd dê li pey azadiya xwe bigerin, ev gel li pey civakeke demokratîk û azad digere, ev gel dikare bibe dengê azadiya fizîkî ya Rêber Apo, êdî pêwîst e em dengê xwe bilind bikin, bi hev re bi yek dengî bibin hêzeke wisa ku dikare wan siyasetan ji holê rake. Gelê rojhilatê Kurdistanê bi hişyariya xwe û bi ezmûna xwe gelekî wisa ye ku dizane şaşî û rastiya xwe ji hev veqetîne û nîşanî dijmin dane ku kî ne û çi dixwazin û dixwazin çawa bijîn. Gelê Kurd li ser bingeha felsefaya Rêber Apo xwe bi dinyayê daye naskirin. Gelê kurd êdî ew gel nîn e ku her kesê ku hat, fermana wan bi cih bîne.”