KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
KNK: Şengal divê qedera xwe tayîn bike, em piştevaniyê mezin bikin
KNK’ê di salvegera fermana Şengalê de ev tişt got: “Divê xelkê Şengalê xwe biparêze û qedera xwe tayîn bike. Divê Şengal bibe xwedî statuyeke xweser.” KNK’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir. -
YBŞ û YJŞ’ê şehîdên Komkujiya Şengalê bi bîr anî
YBŞ û YJŞ’ê ji bo şehîdên Komkujiya Şengalê, merasîma bîranînê lidar xist. Di merasîmê de bal hat kişandina ser êrîşên dagirkerî û xiyanetê jî û peyama “Em ê berxwedanê bidomînin” hate dayîn. -
‘Şerê rûmet û azadiyê’
Gerîlayên Azadiyê ne tenê ji bo xeyalên xwe, ji bo xeyalên cangoriyên Kurdistanê şer dikin. Ji ber dizanin ti pere, ti mal, ti milk ji rûmeta mirovahiyê bi nirxtir nîne. Lewra mirov dema rastiya vê şerê qirêj dibîne wê gavê bêtir wate dide. -
Li Wanê dawet girêdayî destûra cendirmeyan kirin
Li navçeya Mîks a Wanê, Qeymeqamtiyê nivîs ji keyayan re şandin û xwest ku beriya her daweta ku were kirin, berî du rojan divê ew bên agahdarkirin. -
Mîlîtaneke fedaî: Bêrîtan Nûrhaq Çiya
Beriya ku biçe ev yek nivîsandibûn: ‘’Em ê hemû zehmetiyên xaka Bakur bi eşq û baweriya ji Rêbertî re derbas bikin. Aha wê demê wê azweriya me ya ji bo serkeftinê qewîtir bibe; aha wê demê em êli her derê strana serkeftinê bi dengekî bilind bistrên.’’ -
Tevgera Azadî: Divê Rêveberiya Xweser a Şengalê bê naskirin
Tevgera Azadî bi munasebeta 10’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku divê rêz ji biryara Rêveberiya Xweser a Şengalê re bê girtin. -
KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê em bibin yek deng
KONGRA GEL fermana 3'ê Tebaxê di salvegera 10'emîn de şermezar kir û ji bo çalakiyên 3'ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li hemberî xiyaneta Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk em bibin yek deng." -
Li herêma Bêtkar a Qilêbanê rojane nêzî 700 ton dar têne birîn
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Bêtkar a navçeya Qilêbanê bi destê cerdevanan rojane derdroa 600-700 ton daran dibire û dibe bajarên cuda. -
Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar strana ‘Hêviyam’ amade kir
Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar straneke nû ya bi navê ‘Hêviyam’ amade kir. Hêvî Gabar 26’ê Tîrmeha 2020’an dema ku ji ber birîndariya xwe tedawî didît, şehîd bû. -
KCK: Tevgera Azadiya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di salvegera êrişa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de daxuyaniyek da û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim bi xelkê Şengalê re ye. -
Hunermendên Kurd: Govend cewhera Kurdan e, em ê dest jê bernedin
Hunermendên Kurd Aysel Borak û Atîlla Cûdî li ber êrişên li ser govend û muzîka Kurdî rabûn û gotin, "Em ê bi govend û kilamên xwe her tim li qadan bin." -
Şahîn: Kurd wê dest ji çand û zimanê xwe bernedin
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn anî ziman ku AKP û MHP berpirsyarê êrişên li ser Kurdî ne û got, "Li gel zext û polîtîkaya înkarê jî Kurdan dest ji çand û zimanê xwe bernedan." -
Kolberekî ji Merîwanê hat qetilkirin
Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku hêzên Îranê şevê din li Merîwanê komek kolberan gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de kolberê bi navê Eshed Efrence jiyana xwe ji dest da. -
Va ye dîmenên 19’emîn SÎHA’ya hatî xistin
Dîmenên Balafira Bêmirov û Biçek (SÎHA) ku nêzî gundekî navçeya Pênciwênê ya Başûrê Kurdistanê hat xistin, hatin weşandin. -
15 baro: Êriş li ser hebûn û zimanê gelê Kurd e
15 baroyan nerazîbûn nîşanî polîtîkayên dijminane yên li dijî zimanê Kurdî dan û destnîşan kirin ku "Êriş li ser hebûn û zimanê gelê Kurd e." -
Li Pênciwênê SÎHA'yek ket
Hate ragihandin, ku li navçeya Pênciwên a bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê balafireke bêmirov ketiye xwarê. -
Di çalakiya YJA Starê de dagirkerek hate cezakirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma rojavayê Zapê di çalakiyeke hêzên YJA Starê de dagirkerek hatiye cezakirin. -
Di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya
Şehîd Dilgeş Ednan ku bi jiyan û têkoşîna xwe ne tenê ji bo Amediyê, lê ji bo tevahiya Kurdistanê bû sembolek, di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya û canê xwe feda kir. -
Hêlîn Umît: Divê berxwedana li Bakur derkeve asta serhildanê
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît çalakiyên li dijî dagirkerî û êşkenceya Îmraliyê tê lidarxistin silav kir û diyar kir ku divê berxwedana li Bakur derkeve asta serhildanê. -
Hat diyarkirin ku li herêma Omeryanê gerîlayek şehîd bûye
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di encama şerê li herêma Omeryanê de ku dewleta Tirk a dagirker duh qedexe kiribû gerîlayek şehîd bû û gerîlayek jî bi birîndarî dîl ketiye destê dijmin. -
Xelkê Êlihê nivîsên trafîkê yên bi Kurdî dîsa nivîsandin
Xelkê Êlihê nivîsên bi Kurdî yên bi hevkariya polîsan hatin jêbirin, bi stran û dirûşmeyan dîsa nivîsandin. -
‘Xiyanet mirin e, têkoşîn û berxwedan serketin e’
Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan Şehîdên Dalahoyê, di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û bang li ciwanên Kurdistanê kir ku çekên Cengawer û Ramanan hilgirin û û nehêlin nokerên wekî malbata Barzanî welat radestî dagirkeran bikin. -
Rojnamevanên Mexmûrî cezakirina Silêman Ehmed şermezar kirin
Rojnamevan û xelkê Mexmûrê cezayê girtîgehê yê 3 salan ê li edîtorê servîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed hatiye birîn, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku PDK û dewleta Tirk rojnamevanên Kurd weke hedef nîşan didin. -
DEM Partiyê li Êlihê li ser dîwarê walitiyê nivîsa ‘Pêşî Kurdî’ nivîsand
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên li ser derbasbûna peyayan ên bi Kurdî, li ser dîwarê walitiya Êlihê nivîsa; ‘’Pêşî Kurdî, Pêşî Ziman’’ nivîsand. -
Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran bi eşqeke mezin a azadiyê û wêrekiyeke bilind li ber dijminê hov rabûn."