KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xelkê Êlihê nivîsên trafîkê yên bi Kurdî dîsa nivîsandin
Xelkê Êlihê nivîsên bi Kurdî yên bi hevkariya polîsan hatin jêbirin, bi stran û dirûşmeyan dîsa nivîsandin. -
‘Xiyanet mirin e, têkoşîn û berxwedan serketin e’
Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan Şehîdên Dalahoyê, di salvegera şehadeta wan de bi bîr anî û bang li ciwanên Kurdistanê kir ku çekên Cengawer û Ramanan hilgirin û û nehêlin nokerên wekî malbata Barzanî welat radestî dagirkeran bikin. -
Rojnamevanên Mexmûrî cezakirina Silêman Ehmed şermezar kirin
Rojnamevan û xelkê Mexmûrê cezayê girtîgehê yê 3 salan ê li edîtorê servîsa Erebî ya Rojnewsê Silêman Ehmed hatiye birîn, şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku PDK û dewleta Tirk rojnamevanên Kurd weke hedef nîşan didin. -
DEM Partiyê li Êlihê li ser dîwarê walitiyê nivîsa ‘Pêşî Kurdî’ nivîsand
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû li dijî jêbirina nivîsên hişyariyê yên li ser derbasbûna peyayan ên bi Kurdî, li ser dîwarê walitiya Êlihê nivîsa; ‘’Pêşî Kurdî, Pêşî Ziman’’ nivîsand. -
Nasnameya şehîdên Botanê hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Botanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Benda, Destîna û Baran bi eşqeke mezin a azadiyê û wêrekiyeke bilind li ber dijminê hov rabûn." -
Şaredariya Kerboranê 'nebaşiya mezin' bi tundî şermezar kir
Şaredariya Kerboranê ya ji DEM Partiyê nerazîbûneke tund nîşanî jêbirina nivîsên trafîkê yên hişyariyê yên bi Kurdî da û got, "Em vê nebaşiya mezin bi tundî şermezar dikin." -
Li Êlihê hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin
Piştî Wan, Amed û Mêrdîn/Kerboranê, li Êlihê jî hişyariyên trafîkê yên ji bo peyayan ên bi Kurdî 'Pêşî Peya' hatin jêbirin. -
Nivîsên Kurdî yên ji aliyê Walî ve hatin jêbirin, cardin hatin nivîsandin
Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, nivîsên Kurdî yên bi biryara walîtiyê hatinbûn jêbirin, cardin nivîsandin. -
Jinek ji rengê serhildanê: Avaşîn Çirav
Li vê erdnîgariyê her zarokek bi raperînê dest bi jiyanê dike. Her roj hevalek ji hevalên xwe kêm dibe û bi vî rengî mezin dibe. Lewma xwedî ruhê serhildanê ne. Yek ji van dilên ciwan ên serhildêr Avaşîn e. -
'Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e'
Cemîle Tûrhalli Balsak anî ziman ku desthilatdarî dijminatiyê li nasnameya Kurd dike û got, "Govenda Kurdan bi gotinên hişê xwe yê berxwedanê vediguhere coş û kelecanê. Ya ku nikarin xwe lê rabigirin ev coş û berxwedan e." -
Şandeya Enternasyonalîst ku xwest biçe Şengalê hate astengkirin
Enternasyonalîstên ku xwestin di salvegera 10’emîn ya fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de biçin Şengalê, di têketina Til Aferê de hatin astengkirin. -
Şandeya TJA û DEM Partiyê bi Şanaz Îbrahîm re hevdîtin kir
TJA, DEM Partî û HDP’iyên ku li Başûrê Kurdistanê gelek hevdîtin pêk anîn, serdana Endama Dîwana Serokatiya YNK’ê Şanaz Îbrahîm kirin. -
Serdanên şandeya TJA û DEM Partiyê didomin
Hevdîtinên şandeya TJA û DEM Partî yên ji bo partî, kesayet û hizbên siyasî dewam dikin. Şandeyê serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir. -
Fermandarê HPG’ê: Barzanî wê hesabê bidin
Fermandarê HPG'ê Piling Zerduşt got, "Malbata Barzanî ji bo her dema ku bûne sedema windakirina gelê me, di pozisyona hesab dayînê de ne û berpirsyar in. Gunehên wan gelek in û gelê me jî êdî ne mecbûre van gunehan hilgire.” -
4 mobesse hatin îmhakirin, derbe li çeperekê hate xistin
4 kamerayên mobesse yên ayîdê artêşa Tirk a dagirker hatin îmhakirin û çeperek hate îmhakirin. -
Ciwanên Êzîdxanê meşeke meşaleyî lidar xistin
Bi boneya 10’emîn salvegera fermanê, ciwanên Êzîdxanê meşeke meşaleyî lidar xistin. -
Hevserokên bajêr ên DEM Partiyê hatin binçavkirin
Li Wanê di operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokên bajêr ên DEM Partiyê Veysî Dîlekçî û Gulşen Kurt jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. -
‘Partiyeke siyasî ya Başûrê Kurdistanê bûye hevkarê Tirkiyeyê’
Nivîskar têkildarî vê dagirkeriya dewleta Tirk helwest û nerazîbûna xwe nîşan didin û dibêjin: “Partiyeke siyasî li Başûrê Kurdistanê heye ku di gel bêdengî û bêhelwestiya xwe, her wiha bûye hevkarê dewleta Tirk a dagirker.” -
Li ser xeta Bêrîtan pêşerojeke azad diafirînin
Bêrîtan Şemsê ku piştî tevlî Tevgera Azadiyê bû navê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK’ê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li xwe kir, hem di jiyana gerîla de, hem jî di qadên şer de bi giraniya navê xwe helwesteke bibiryar raber kir û têkoşiya. -
Kurtenivîsên derbarê dagirkeriyê de…
Erdnîgariya Kurdistanê a ku bi nirxên têkoşînê yên mezin hatiye afirandin ewqas bi qîmet e ku nabe mirov bi taybetî axa Başûr ji damarên xayîntî û dagirkeriya dewleta Tirk re bihêle. -
‘Rewşa îdarî û ewlehiyê ya Kerkûkê ber bi bêîstiqrariyê ve diçe’
Çalakvan û rewşenbîrên Kerkûkê li ser lihevnekirina ji bo avakirina hikûmeta xwecihî hişyariyê dan û gotin,“Berdewambûna vê rewşê di xizmeta neyarên Kerkûkê de ye.” -
Parêzer wê îtirazî cezayê ku li rojnamevan Silêman Ehmed hatiye birîn, bikin
Rojnamevan Silêman Ehmed ê ku 279 roj berê ji aliyê PDK'ê ve hatibû revandin, îro ji aliyê dadgehê ve 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Parêzerê wî Nerîman Ehmed diyar kir ku ew ti sûcdariyê qebûl nakin û ew ê îtîrazî biryara dadgehê bikin. -
3 sal cezayê girtîgehê dan rojnamevan Silêman Ehmed
Dadgeha Duhokê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî. -
Li Colemêrgê terora dewletê ya li dijî govendên Kurdî: Gelek kes hatin binçavkirin
Li bajarê Colemêrgê ê Bakurê Kurdistanê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û muzîkjenên ku strana Kurdî digotin û hin xwediyên dawetan, hatin binçavkirin. -
Rûniştina rojnamevan Ehmed ê ji 279 roj in girtî ye, destpê kir
Rûniştina rojnamevan Silêman Ehmed ê 279 roj in ji aliyê asayîşa PDK’ê ve girtî ye, destpê kir.