KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amedê meşa zimanê dayikê: Dem dema zimanê Kurdî ye
Li Amedê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama, "Dem dema zimanê Kurdî ye" hat dayîn. -
KCK: Desthilatdariya AKP-MHP’ê li Licikê du komkujî pêk anîn
KCK: "Li Licikê ne tenê 9 giyan di bin kavilan de man, ev karesat di heman demê de qirkirina topyekûn e ku zihniyeta AKP-MHP’ê ya faşîst li dijî civak û xwezayê pêk tîne. Ji bo pêşî li van komkujiyan bê girtin, divê têkoşîna ekolojîk bê mezinkirin.” -
YPC’ê li Wanê li dijî wesayîta zirxî çalakiyek kir
YPC’ê ragihand ku li Wanê li dijî wesayîteke zirxî ya polîsan çalakiyeke çekdarî li dar xistine û polîsek birîndar bûye. -
Di Nobetên Edaletê de banga xwedî li Kurdî derkevin hat kirin
Di çalakiyên Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran berdewam dikin de bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişandin ser polîtîkayên bişaftinê û banga xwedî li Kurdî derkevin hat kirin. -
Êrîşên li ser Kurdî li Mexmûrê hatin şermezarkirin
Komîteya Perwerdeyê ya Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê êrîşên li ser Kurdî şermezar kir. -
Bexdayê dest li sîstema kota û hilbijartinê ya Hewlêrê werda
Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku hejmara kursiyên kota yên li Parlamenta Herêma Kurdistanê li dijî destûra bingehîn e û biryar da ku Başûrê Kurdistanê bi çar herêmên hilbijartinê bê dabeşkirin. -
Kongreya Meclîsa Gel a Mexmûrê destpê kir
Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê dest bi kongreya xwe ya 3'yemîn kir. -
Hêzên Iraqê li sînorê Dihokê bi cih dibin
Piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Dihokê ku di encamê de du pêşmerge mirin, hat ragihandin ku hêzên Iraqê bi wesayitên zirxî li sînorê Dihokê bi cih bûn. -
'Li qada şer careke din diyar bû ku kî kare şer bike, kî nikare'
Gerîlaya YJA Starê ku tevlî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêraluk bû Pelşîn got, "Leşkerên Tirk tarûmar bû. Li qada şer careke din hate dîtin bê kî dikare şer bike, kî nikare şer bike." -
Di êrîşa dewleta Tirk de du pêşmerge mirin
Li nehiya Dînartê ya li bajarê Akrê yê Dihokê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 pêşmerge mirin. -
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir û got: “Hevrêyê me Şervan ala serketinê ya ku Rojhat û Erdalan hildayî, ji Doga, Helmet û Serxwebûnan dewr girt û gihand lûtkeyeke nû.” -
Ji Fermandariya Biryargeha NPG'ê peyama pîrozkirinê
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) hemû fermandar û şervanên beşdarî Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan bûne, pîroz kir. -
Li 15 siyasetmedarên Kurd cezayê girtîgehê hate birîn
Parlamentera berê Gulser Yildirim jî di nav de li 15 siyasetmedarên Kurd bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji 6 sal û 3 mehan heta 7 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê hate birîn. -
Dr Fayiq Hamid: PDK êdî nikare bi kuştinê xelkê bêdeng bike
Nivîskar û çalakvan Dr Fayiq Hamid: “Di girtîgehên PDK’ê de xelk ji hemû mafên xwe bêpar tên hiştin û binpêkirin li ser wan tên kirin.” -
Dîlan Guvenç: Divê em Kurdî li her qada jiyanê belav bikin
Endama Desteya Rêveber a MED-DER'ê Dîlan Guvenç destnîşan kir ku ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê divê li her qada jiyanê li dijî qedexeyê têkoşîn bê meşandin. -
Dewleta Tirk gundên Garê bombebaran kir, PDK'ê nehişt ku birîndar bên rakirin
Hat ezanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer gundiyên Garê bombebaran kiriye û kesên ku xwestin 3 xizmên xwe yên birîndar ji herêmê bigrin û bibin nexweşxaneyê, ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin. -
'Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê tê astengkirin'
Platforma Tenduristiyê ya Amedê got, "Mîna li her qadê li qada tenduristiyê jî li Tirkiyeyê mafê xizmet bi zimanê dayikê tê binpêkirin. Ji bo dermankirineke baş divê nexweş karibe bi zimanê xwe yê dayikê biaxive." -
Li Wanê tevî astengiya polîsan jî çalakiya Zimanê Dayikê hate lidarxistin
Li Wanê partiyên siyasî û saziyên sivîl ên xwestin bi wesîleyê Roja Zimanê Dayikê belavok belav bikin û ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin dest bi meşê kirin û xwestin zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdê ya fermî. -
KCK: Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e
Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand. KCK’ê banga xurtkirina têkoşîna zimanê dayikê kir û got: “Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji hemû daxwazên din rewatir e.” -
KNK'ê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir
"Roja Cîhanî ya zimanê dayikê li hemû kurdên kurdîaxêv pîroz be û em bi hêvî ne ku zimanê me her dem ji pêşengên zimanên cîhanê be. Ji bo vê jî têkoşîneke plankirî dixwaz e." -
KJK: Zimanê Dayikê nasnameya gelan e
KJK'ê Roja Zimanê Dayikê pîroz kir û got, "Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê divê êdî gelê me hêviyê ji ti hêzeke netewe dewletê neke. Hêviya esasî hevgirtin ûp iştgiriya civakî ya gelan e." -
Dewleta Îranê Kurdekî din jî bi darve kir
Dewleta Îranê Kurdê bi navê Îrec Pakî yê li Girtîgeha Navendî ya Erdebêl dihat ragirtin, bi darve kir. -
Serxwebûn Serhed ê çalakiya fedayî kir: Em tolhildana dîrokekî ne
Serhed ê ku çalakiya fedayî kir: “Em weke yek kesî naçin vê çalakiyê. Di şexsê me de dîrok bi ser dijmin de diçe, gelek bi ser dijmin de diçe. Bi ser dijmin de diçe û hesab dipirse. Em tolhildana dîrokekî ne.” -
Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya gerîlayê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bû eşkere kir û got: “Hevrêyê me Dijwar bi îdeolojiya xwe, hevrêtiya xurt, baweriya xwe ya ji serketinê re û tecrubeya xwe ya di hunera şerê gerîla de, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.” -
Ji kabeya berxwedanê jineke bi ruhê serhildanê: Amara
Amara nivişta xwe xistibû stuyê xwe û bi rê ketibû. Destekî xwe li ser nivişta xwe, destek jî li ser dilê xwe, çavên xwe jî li serhildana hezaran salî bû. Ew bi wê serhildanê, bi neheqî û zilma ku li her derê lê rast dihat, mezin bûbû.