Gendeliyek din a Barzaniyan derket holê

Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed diyar kir ku niha li deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê du caran bac ji wesayîtên barhilgir tên girtin, yek ji bo Iraqê, ya din jî diçe berîka berpirsên herêmê.

DIZIYA KU JI ALIYÊ BARZANIYAN VE HATÎ KIRIN

Li Başûrê Kurdistanê roj bi roj gendeliya PDK’ê eşkere dibe. Parlamenterê berê yê Iraqê Xalib Mihemed li ser malpera xwe ya facebook’ê gendeliyek din ya berpirsên PDK’ê eşkere kir.

Xalib Mihemed da zanîn ku li deriyên sînor yên Herêma Kurdistanê, du caran bac ji wesayîtên barhilgir tê standin.

Mihemed got ku baca yekem ji bo Hikumeta Iraqê tê standin, baca din jî diçe berîka berpirsên herêmê û ji her wesayîtek barhilgir 25 dolar tê standin.

Hêjayî gotinê ye hikumeta demborî ya Mesrûr Barzanî, bi şêwazên cûda bacê ji welatiyan digire. Lê heya niha jî dahata van bacane nayê zanîn. Ji xwe ti kes dahata neftê ya ku diçe berîka rayedarên herêmê nizane.