Kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê: Em ê bi berxwedanê tecrîdê bişikînin

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê di 2’yemîn Kongreya Asayî de rêveberiya nû diyar kir. Di kongreyê de peyama “Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî, tecrîdê bişikînin.”

KONGREYA DEM PARTIYÊ

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li eywaneke dawetê ya li navçeya Peyasê ya Amedê 2’yemîn Kongreya Asayî lidar xist. Kongre, bi dirûşma “Bi civaka rêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” tê lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajar û bi hezaran kes tev li bûn. Di kongreyê de coşeke mezin heye û li eywana kongreyê pankartên “Dem dema têkoşîna jina ye” û “Zimanê kurdî mifteya azadya gelê kurd e” hatin daliqandin.

Gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li kongreyê bûn. Ciwan jî bi forma û berstûkên Amedsporê tev li bûn. Partiyiyan beriya kongreyê li ber stranên kurdî govend gerandin. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li eywanê dirûşma “Şehîd namirin” olan da. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn beşdarên kongreyê silav kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Dayika Aştiyê Kudret Yilmaz jî di kongreyê de wiha got: “Bila ev kongreye bibe wesîleya aştî û azadiyê. Em berxwedêrên zindanan silav dikin.” Eryilmaz got ku divê gelê kurd bibe yek.

Di kongreyê de peyama girtiyan hate xwendin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça peyam xwend. Peyam wiha ye: “Di vê pêvajoya dîrokî de em soz didin ku dê bi rêya têkoşîna xwe ya civakî û birêxistinkirî, tecrîda bi taybet li girtîgehan û bi giştî li seranserî Tirkiyeyê belav bûye û çavkaniya xwe ji tecrîda li Îmraliyê digire bişikînin. Li ser xeta kevneşopiya xwe ya berxwedana il zindanan em ê tecrîdê bişînin ‘sergoya dîrokê’ û em soza vê didin gel û partiya xwe. Li ser vî esasî em rêz û silavên xwe dişînin.”  

Piştre jî rapora darayî û çalakiyan hate xwendin. Piştre hilbijartin hate kirin û Gulşen Ozer û Abbas Şahîn weke hevserokên nû hatin hilbijartin.