Dagirkeran bi hevkariya PDK’ê dest bi operasyonek nû kir

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li bajarokê Dêrelok yê Dihokê dest bi operasyonek nû kir.

Dewleta Tirk a dagirker di saet 14.00’an de bi hevkariya PDK’ê li bajarokê Dêrelok yê Dihokê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dest bi operasyonek nû kirin.

Li gorî dîmenên RojNewsê bi dest xistine, dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê dest bi êrîşê kiriye.

Li aliyê din êrîşên îlheq û dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li herêma Behdînanê berdewam dike. Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi hevkarî û çavdêriya PDK’ê li herêma Behdînanê dewriye û kontrola nasnameya dike.