Li Mexmûrê salvegera çalakiya nobetê

Li Mexmûrê di salvegera çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin de, şahî hat lidarxistin.

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rıstem Cûdî (Mexmûr) duh bi şev di demjimêr 20:30’an de bi boneya 1’emîn salvegera çalakiya nobetê ya Mexmûrê ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi şahiyekê silav kir.

Beriya ku bername destpê bike ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Gel ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz axivî.

Ehmed Şehbaz di destpêka axaftinên xwe de çalakiya nobetê silav kir û her wiha 12′ emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha got: “Bi derketina Rêbertiyek herdem re ku di bin sîwana felsefeya Rêber Apo de çirûsek ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê derket. Bi hezaran keç û xortên Kurd û Kurdistanê ji bo welatê xwe azad bike, welatê xwe bigihîne lûtkeya navnetewî û di cîhanê de bê naskirin gelek bedelên giranbiha hatin dayîne. Di bin van şer û mercên zor û zehmet de civaka Rojavayê Kurdistanê li ber xwe da û hîn jî li berxwe dide. Ji ber ku tama azadiyê ya ji bo gel, civak û netewan çiye dizanin. Helbete ev bedeldayîna keç û xortên Kurdan ji bo em wekî Kurd, Tirk, Suryan, Ereb, Tirkmen û hwd bi hev re jiyan bikin, xaka pîroz biparêzine, lê dijminên me yên hov her tim dixwazin gelê Kurd bindest û bê maf jiyan bike.”

Her wiha piştî axaftinê koma govendê ya Lehengên Metîna û hunermend Rêvîn Aras derketin ser dikê. Piştre ji aliyê komîteya çalakiya nobetê ya wargeha Mexmûrê ve wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî dayîka Xanê ku ev saleke di çalakiya nobetê de li ber xwe dide kir.

Herî dawî şahî bi gerandina govendê bidawî bû.