Gerîla di serketinê de bi biryar in

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê çalakiyên xwe didomînin. Gerîla bi van çalakiyên xwe ve derbeyên têkçûnê li dewleta Tirk ya dagirker didin.

Bi dijwarbûna şerê hebûnê û rûmetê ya li çiyayên Kurdistanê, ji bo parastina rûmeta gelê Kurd û mirovahiyê gerîlayên azadiyê di şer û taktîkên xwe de derbasî qonaxekî nû bûn. Gerîla bi van taktîkên xwe ve derbeyên mirinê li dagirkeriyê didin.

Gerîlayên azadiyê, dewleta Tirk ya dagirker anîn ber têkçûnê. Gerîla bi taybetî di navbera 8-13’ê Tîrmeha 2024’an de li qada berxwedanê ya Sergelê 7 çalakiyên bi teknîka taybet lidar xistin. Di van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker jî birîndar bûn û çeperên dagirkeran hatin ruxandin. Her wiha dîsa li qada berxwedanê ya Sergelê konvoya leşkerî a dewleta Tirk ya dagirker ku bi destûra mala Berzanî derbasî xaka Başûr dibe, dibe hedefa gerîlayên azadiyê. Gerîla bi du baskan ve, bi tarz û taktîkên nûjen ve, bi çekên navîn û çekên giran ve li konvoyê didin û 4 wesayetên zirxî îmha dikin.   Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li çiyayên azad ji bo afirandina jiyan û siberojeke azad ji bo gelê Kurd û tevahî cîhanê, têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Li beramberî hemû cure êrîşên dagirkeriyê, gerîla dibe bersiv, van êrîşan bê encam dike. Ji hewayî û ji bejahî ve êrîşên dagirkeriyê tekçûn. Dema ku dewleta Tirk a dagirker ji hewayî ve êrîş dike yan jî dixwaze çavdêrî bike, gerîla bi tarz û teknîkên nûjen ve dikin hedef û hewldanên wan li ber ba diçe.

Dema ku dewleta Tirk a dagirker xwest çiyayên azad bixe bin kontrola xwe, balafirên keşfê yê bêmirov şandin, lê belê gerîla destûra vê yekê nade û bi çalakiyên xwe ve 18 balafiran didin erdê û asîmanên Kurdistanê dikeve bin kontrola gerîla. Ne tenê balafirên wan yê keşfê, skorskyên ku dikevin herêmên gerîla de jî dibin hedefa çekên gerîla û têne xistin; mînaka vê jî herî dawî li girê Bihar ê Rojavayê Zapê ye ku du skorsy ji aliyê gerîla ve bi lêdanên bi bandor hatin xistin.

ÇIYAYÊN KURDISTANÊ EW Ê HER Û HER AZAD BIMÎNIN

Her wiha dema ku dagirkeran dixwazin ji bejahî ve jî werin çiyayên azad dagir bikin, gerîla bi pêngavên şoreşgerî û çalakiyan ve wan pêşwazî kirin. Baregehên dewleta Tirk a dagirker yên ku mala Berzanî ji wan re çêkiriye, dîsa dikevin bin kontrola gerîla de û her tevgerekî dagirkeran dibe hedefa gerîlayên azadiyê. Li dijî van baregehên dagirkeran, gerîla bi dehan çalakiyên bi teknîka taybet lidar xistin û çalakiyên xwe didome jî. Gerîlayên Azadiyê ne tenê ji hewayê ve, ew bi dehan pêngavên şoreşgerî û çalakî lidar dixin. Gerîla bi ruhekî fedaî ve bi ser dagirkeran de digrin û wendahiyên mezin bi wan didin jiyankirin. Baregeh, çeper, yekîneyên erazî û konvoyên wan nikarin xwe ji hedefên çekên gerîla xilas bikin. Ev jî baş ji me re dide diyar kirin ku li çiyayên Kurdistanê cihê ji dagirker û îxanetkaran re nîne. Çiyayên Kurdistanê cihê fedaî û qehremanên gelê Kurd e, cih û meskenê gerîlayên azadiyê ye û wê ti caran çiyayên azad nebin çiyayên dagirkirî, ew ê her û her azad bimînin.

NE ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ Û NE JÎ ÎXANET WÊ NEBIN ASTENG

Li beramber îxaneta mala Berzanî ya ku bi hemû xwestek û îradeya xwe ve keriyên dagirkerên dewleta Tirk berdan xaka Başûrê Kurdistanê, seknên milîtananên Apoyî mohra xwe li dîroka gelê Kurd dide. Û dide diyarkirin ku wê cihê îxanet û îxanetkaran li ser van xakên pîroz yên ku bi xwîna hezaran fedaiyan ve hatiye avdan, nîn be. Li hember hemû êrîşên dagirkeriyê û îxanetê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ewladên herî bi nirx yê gelê Kurd xwe dikin mertal. Bi ruhê fedaiyên Apoyî ve ji bo li pêşiya dagirkeriyê bigrin û azadiya gelê xwe mîsoger bikin şerekî bê eman didin meşandin.

Gerîla di serkeftina şerê xwe de bi israr e, ji bo wê jî ne êrîşên dagirkeriyê, ne jî îxaneta mala Berzanî dikare li pêşiya armancên gerîla bibe asteng. Gerîlayê azadiyê bi çalakiyên xwe ve, yê li hember dagirkeriyê, biryardariya xwe ya di serketina doza gelê Kurd dide diyar kirin.