Bi girseyî serdana şîna gerîlaya YJA Starê kirin

Li Wanê bi girseyî serdana şîna gerîlaya YJA Starê Dîlan Oklu tê kirin.

SERDANA ŞÎNÊ

Ji bo gerîlaya YJA Starê Dîlan Oklu (Arîn Tolhildan) li Taxa Hacibekir a girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn hate danîn. Bi girseyî serdana şînê tê kirin.

MEBYA-DER, TUHAY-DER, DBP, Hevseroka Wanê ya DEM Partiyê Gulşen Kurt, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din serdana şînê kirin.

Di şînê de bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.