ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê werin şopandin.

Rêber Apo got, karê wî yê azadiya jinê êdî temam bûye ku jê re gotibû, 'projeya min a nîvco mayî' û diyar kir ku ya maye 'pêkanîna vê yekê ye'. Rêber Apo got, "Bi qasî ku hûn pêwîstiyê pê bibînin ez ê bi we re bijîm û bi we re bim."

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Komîteya Navendî ya PKK'ê: Em bang dikin ku biryarên Kongreya 12'emîn rast bêne fêhmkirin û bi serketî bêne bicihanîn, li ser xeta Apoyî xwe nû bikin, ji pêvajoya nû re amade bikin, bikin milîtanên bi biryar û li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin.

Fîlozof Prof. Michael Lowy diyar kir ku fikrên Rêber Apo ji bo tevgerên ku têkoşîna civakî dimeşînin dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê û got, bicihhatina biryarên kongreya PKK'ê jî bi gavên şênber ên dewletê ve girêdayî ye.

Fûat Kav biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê şîrove kir û anî ziman ku têkoşîna çekdarî hatiye rawestandin, lê belê çek hînê nehatine danîn û got, "Meseleya danîna çekan bi şert û mercên Serok Apo û rêvebirina wî ya pêvajoyê ve girêdayî ye."

Endamên KNK'ê Refîk Gefur, Şaho Palanu û Niyaz Abdullah diyar kirin ku di avakirina civaka demokratîk de her kes xwedî berpirsyariyê ye û gotin, divê Kurd aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin û bi yekîtiyê pêşengiyê ji pêvajoyê re bikin.

Li Sûriyeyê hilweşîna rejîma berê û belavbûna amûra ewlekariyê bû seedem ku qeçaxçitiya berhemên dîrokî zêde bibe. Pispor dibêjin, mîrateya çandî ya li Sûriyeyê ji her demê bêhtir bi gefeke mezin re rû bi rû ye.

Di têkoşîna azadî û wekheviya jinê de pênûsek wêrek: Olympe de Gouges bi nivîsên xwe serî hilda, mafê jinan parast û berdêla wê bi canê xwe li giyotineyê da.

Êzidî heya niha bi awayeke rast û rasteqîn di pêvajoyên biryardanê yên Iraqê de nehatine temsîlkirin. Heke hikûmet bi rastî jî Êzdiyan weke hemwelatiyên xwe û wekhev bihesibîne, divê rêyên berfirehtir ji bo tevlîbûna wan di jiyana siyasî û civakî de veke. Nirxandina Argeş Şengalê.