Agahî ji du aktivîstên Hewlêrê nayê girtin

Ji aktivîstên bi navê Heysem Fuad Saleyî û Hogir Pîrbal ên li Hewlêrê ji aliyê hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve hatin destgîrkirin, agahî nayê girtin.

Aktivîstên bi navê Heysem Fuad Saleyî û Hogir Pîrbal ên li Hewlêrê xwestin tev li çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî Komkujiy Zaxo bibin, li Hewlêrê ji aliyê hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê ve hatin destgîrkirin. Ev du roj in tu agahî ji aktivîstan nayê girtin.

Di 22’ê Tîrmehê de li Hewlêrê dihat pilankirin li dijî komkujiya dewleta Tirk a li gundê Perex a Zaxo çalakiyek nerazîbûnê were lidarxistin. Lê hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê rê neda ku ev çalakiya li dijî dagirkeriyê pêkwere. Wê demê 6 aktivîs ji aliyê asayîşê ve hatibûn destgîrkirin û di saetên şevê de jî her şeş aktivîs hatibûn berdan. Wê demê asayîşê telefonên aktivîstê bi navê Heysem Fuad Saleyî û Hogir Pîrbal ji wan wergirtibûn.

Li gorî agahiyên bi destketine, rojek piştî wê asayîşa Hewlêrê têkilî ligel her du aktivîstan dike daku herin asayîşê telefonên xwe wergirin.  Lê piştî her du aktivîst diçin asayîşê ji wê rojê ve (23 Tîrmeh) tu agahî ji wan nayê girtin.

Parêzer Herêm Rifet anî ziman ku her du aktivîs windane, hêzên ewlehiyê cihê wan aşkera nakin û gotine ku dosya wan şandine cem polîsan.