Endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîk Gefur, Niyaz Abdullah û siyasetmedar-nivîskar Şaho Palanu paradîgmaya nû ya Rêber Apo û bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn ji ANF'ê re nirxandin.
'JI BO CIVAKEKE DEMOKRATÎK BERPIRSYARIYA ME HEMÛYAN HEYE'
Refîk Gefur bal kişand ser girîngiya pêvajoya nû û anî ziman ku divê gelê Kurd şertên xwe biafirîne û li gorî gavên ku dewleta Tirk biavêje pêvajo diyar bibe.
Gefur anî ziman ku paradîgmaya nû ya Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn vîzyoneke û got, "Divê bi baldarî xwedî li vê projeyê bê derketin. Ji bo civakeke demokratîk berpirsyariya me hemûyan heye. Divê dewleta Tirk dest ji tebîetên xwe yên berê berde û bi reformên hîn mezintir xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Bi avaniya xwe ya heyî ev yek pêkan xuya nake, veguherîn şert e."
'NÊZÎKATIYA DEWLETA TIRK KRÎTÎK E'
Siyasetmedar Şaho Palanu jî anî ziman ku Rojhilata navîn ji demeke nû derbas dibe û got, "Di ser Peymana Lozanê re 100 sal derbas bûn. Ev pêvajo bi polîtîkayên înkar û îmhayê derbas bû. Kurdan îro ev astengî ji holê rakirin. Divê em li ser wê bifikirin bê wê sîstemeke çawa ya nû ava bibe. Pêvajoya nû ya Abdullah Ocalan û referansên xwe yên demokratîk ji bo aştiyê gelekî girîng e. Bêguman nêzîkatiya pozîtîf a dewleta Tirk krîtîk e."
'DIVÊ LEŞKERÊN TIRK JI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VEKIŞIN'
Rojnamevan Niyaz Abdullah jî anî ziman ku banga aştiyê girîng e, ev pêvajoya nû bi taybetî ji bo Rojava qonaxeke girîng e. Abdullah ragihand ku ev yek wê bandorê li Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê jî bike.
Niyaz Abdullah bi bîr xist ku artêşa Tirk dagirkerî û êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike û got, "Bi taybetî van êrîşan bandor li ser xelkê Behdînanê kir. Şehîdên me çêbûn, mirov neçar man ji cih û warê xwe bibin. Bi vê pêvajoyê re divê leşkerên Tirk bi temamî xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin. Êdî hinceteke xwe nema ye. Bi heman rengî divê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî rawestin û xwe jê vekişînin. Divê kurd pirsgirêkên xwe bi rêveberiya navendî ya Sûriyeyê re çareser bikin; dewleta Tirk êdî dest lê wernede."
Niyaz Abdullah her wiha destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê divê mekanîzmayên siyasetê di dewrê de bin û sîstema demokratîk bê avakirin û got, "Ev bang gelekî girîng e, ji ber ku Abdullah Ocalan banga aştiyê li Barzanî, Mazlûm Kobanê û hemû Kurdan kir. Xwedîderketina li vê bangê tê wateya pêkanîna aştiya navxweyî ya Kurdan û têkoşîna ji bo aştiyê."