Cerdevan li Wanê terorê dikin

Li Wanê di meha Tîrmehê cerdevanan bi çekên dewletê gelek êrîş kirin û di van êrîşan de 6 kes hatin qetilkirin.

Li Tirkiyeyê pergala cerdevantiyê di 26’ê Adara 1985’an de bi guhertina qanûnekê kete meriyetê û di 27’ê Hezîrana 1985’an de jî hate pêkanîn. Di wan salan de pergala cerdevantiyê bûbû amûra koçberiya bi darê zorê. Kesên nedixwestin bibin cerdevan ji warên xwe dihatin derxistin. Piştre dema ku mirovan xwestin vegerin gundê xwe jî cerdevan li pêşiya vegera gundan bûn asteng. Li herêmê zextên li ser kesên nebûne cerdevan hê jî didome.

Li gorî raporeke ku Komeleya Mafên Mirovan di sala 2014’an de amade kiribû cerdevanan sûcên wekî kuştin, tacîz, tecawiz, revandina mirovan, desteserkirin, şewitandina gundan, şewitandina daristanan û talanê kirine. Di navbera salên 2009 û 2013’an de cerdevanan bi çekên dewletê 91 kes qetil kirine.

LI WANÊ DI NAVA MEHEKÊ DE 6 KES HATIN QETILKIRIN

Di 4’ê Gulana 2009’an de li gundê Bîlge yê Şemrexa Mêrdînê cerdevanan qetlîamek kirin. Di vê qetlîamê de 7 jê zarok 44 kes hatin qetilkirin, 3 kes jî birîndar bûn.

Di 24’ê Hezîrana 2022’an de jî li Berwariya Sêrtê cerdevanan bi hinceta ‘erdan’ 2 kes kuştin û 4 kes jî bi giranî birîndar kirin.

Meha borî li Elbakê jî cerdevanan ji ber erdan gule li ser gel reşand û 4 kes kuştin. Beriya vê bûyerê qasî hefteyekê jî li Şaxê cerdevanan gule reşandin û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Wanê di meha zivistanê de 4 cerdevan ji ber sûcê îstîsmara zayendî hatin girtin. Li Taxa Repetîk a Payîzavaya Wanê cerdevanê bi navê Faîk Dûral di 23’ê Kanûna 2011’an de êrîşeke zayendî li zaroka 16 salî kir. Dûral ji ber êrîşa zayendî hate girtin lê piştre hate berdan.

CERDEVAN BI ÇEKA DEWLETÊ SÛCAN DIKIN

Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhjan diyar kir ku cerdevan bi çeka dewletê şîddetê dikin û got “Bi mantiqa ku ez çi bikim jî wê tiştek bi min neyê cerdevan sûcan dikin. Cerdevan bi çekên dewletê li herêmê li ser gundî û xizmên xwe zordestiyê dikin. Sûcên wekî tacîz û îstîsmara zayendî dema tê kirin jî baweriyê bi vê unîforma û çekê tînin û wisa dikin. Vê feraseta ku cerdevantî ava kiriye, dixwaze di civakê de aloziyê çêbike û civakê parçe bike.”

Orha bal kişand ser vî tiştî ku bi pergala cerdevantiyê tê xwestin civak bêrêxistin were hiştin û got “Hinek êrîş bi hevkariya çawişên pispor û cerdevanan tê kirin. Li gelek bajaran dema ku fihûş tê kirin, êrîşên li ser Gulistan Dokû û Îpek Er vî tiştî bi awayekî zelal nîşanî me dide.

Divê cerdevantî qet tunebûya. Duyemîn artêşa mezin a NATO’yê heke nikare welatê xwe biparêze û hêviyê ji cerdevanan dike, divê li ser vî tiştî were fikirandin. Armanc ne parastina civakê ye, cerdevantî kirine amûreke sûc. Ji ber vê divê cerdevantî were rakirin. Cerdevantî sûc e. Em naxwazin mirovên me bêkar werin hiştin û li ser wan cerdevantî were ferzkirin.”