Girtiyê ku dereng hate berdan, jiyana xwe ji dest da

Kazim Kalbîşen ê ku rapora wî ya ji sedî sed astengdar e hebû, ji ber ku dereng hate berdan û destûr nehatibû dayîn dermanê xwe bixwe, jiyana xwe ji dest da.

Kazim Kalbîşen ê 80 salî bi îddiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê Dadgeha Panosê ve 4 sal û 2 meh ceza lê hatibû birîn. Cezayê Kalbîşen hat erêkirin û di 2020’an de hat girtin. Piştî 3 mehan hat berdan. Hat zanîn ku Kalbîşen ê ku nexweş bû du roj berê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê wî ji Gebzeyê anîn gundê Tetergazî yê bi ser navçeya Melazgira Mûşê û li vir hat veşartin.

Tevî ku bi Kalbîşen re nexweşîna dil, KOAH, tansiyon û rapora wî ya ji sedî sed astengdar e hebû jî ew bernedabûn.

Di 10’ê Tîrmeha 2020’an de dema ku polîsan girtibûn ser malê û xwestibûn wî bigirin, Kalbîşen xeriqîbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Di dema nexweşxaneyê de ji bo ku cezayê wî bere taloqkirin serlêdan hatibû kirin lê ev daxwaz hatibû redkirin. Piştre polîsan bi darê zorê Kalbîşen biribûn girtîgehê.

Nevî û parêzera wΠBêrîtan Kalbîşen got “Di sala 2015’an de rapora wî ya ji sedî sed astengdar e hebû û jixwe ne di halekî wisa de bû ku were destgîrkirin. Piştî ku hate destgîrkirin jî bi qasî 17 saetan dermanên wî nedane wî. Kalikê min piştî 3 mehan hate berdan lê piştî ku hate berdan, me ew xist nexweşxaneyê û di beşa lênihêrîna kûr de hefteyekê ma. Piştî ku kete girtîgehê nexweşiya wî gelek zêde bû û vê rewşê rê li ber mirina wî vekir.”