Ferhat Şiblî di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hat bibîranîn

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhat Şiblî di roja 40’emîn a şehadeta xwe de hate bibîranîn. Şiblî di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hatibû qetilkirin.

Di 17’ê Hezîranê de li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li gel 3 hevalên xwe yên din di wesayîta ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate bombebarankirin de şehîd bibû.

Li gundê Derlutî yê navçeya Kelar a Germiyan Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî li cihê ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûyî, li gel hevrêyên xwe hate bîranîn. Xizmên enfalkiriyan, malbatên şehîdan û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) destegulek danîn cihê bûyerê.

Endamê Meclîsa Rêveberiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdulah li wir axivî û got: “Beriya çil rojan bi destê dagirkeran li gel xiyanetkarên navxweyî bi planeke dijminane Ferhad Şiblî û hevrêyên xwe hatin qetilkirin. Şehîd Ferhat dibistanekî têkoşînê bû. Li dijî herêmî û parçebûna Kurdistanê bû. Beşek ji laşê xwe li Başûr spart û beşek jî li Rojavayê Kurdistanê spart.”

Di merasîmê de peyama endamên Tevgera Ciwanên Navneteweyî jî hate xwendin.

Piştî axaftina mûm hatin pêxistin û dirûşme hatin berzkirin.