Li Zêvkanê piştî ku 6 kes hatin destgîrkirin, operasyona leşkerî hate destpêkirin

Piştî ku dewleta Tirk li gundê Zêvkan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê 6 welatî destgîrkirin, bi saetan gund dorpêç kirin û piştre li bejahiya gund dest bi operasyona leşkerî kirin.

Leşkerên artêşa Tirk duh bi ser gundê Zêvka yê Gever a Colemêrgê de girtin û ji heman malbatê 6 kes destgîr kirin. Li gundê ku ji duh ve di dorpêçê de ye operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku leşkeran duh hinek deverên gund kolandine. Piştî kolandinê jî leşkeran xwe ji gund vekişandin û li zozanên qadên Gola Qaza, Bin Çiya û Kaniya Xwînê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li herêmê hê jî berdewam e.

 Welatiyên di encama serdegirtina malan de hatibûn desetgîrkirin jî niha li Fermandariya Jendirmeyan a Geverê tên ragirtin û biryara bisînorkirinê ya li ser dosyaya wan didome.