HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên di sala 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne eşkere kir û got “Wekî mîmarên berxwedana îro wan di dîroka azadiyê ya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet stendin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd bûne, ev daxuyanî weşand:

“Îro li Zap û Avaşînê şerê me yê azadiyê yê ku di asta herî bilind de ye, didome. Hevrêyên me li Qadên Berxwedanê li hemberî dijmin sing bi sing bi şer dikin, bi hêza xwe ya manewî pêşketina dijmin dane sekinandin û roj bi roj derbên giran li dijmin dixin. Hêza manewî ya ku ji berxwedana hevrêyên me bûye îlham bêguman berxwedana dermirovî ya ku Rêber Apo li Îmraliyê dike û soza me ya ji boo bicihanîna xeyalên hevrêyên me ne. Şehîdên me yên sala 2016’an jî ji hevrêyên me yên îro li ber xwe didin re dibin çavkaniya moralê û bi baweriya ku wê xwedî li têkoşîan wan were derketin, li hemberî artêşa Tirk a dagirker şerek kirine. Hevrêyên me Firat, Hejar, Serhat, Kajîyan, Êrîş, Cûdî û Zinar bi şehadetên xwe wekî mîmarên berxwedana îro, di dîroka azadiya gelê me de cihê xwe yê bi rûmet stendin. Em di salvegera şehadeta wan hevalên xwe yên hêja de, careke din wan bi rêz û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Firat Alî

  Nav û paşnav: Bîlal Başak

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Fahriye – Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav:Hêjar Botan

 Nav û paşnav: Vedat Azan  

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Mevlude - Celalettîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Serhat Şiyar

  Nav û paşnav: Emrûllah Toktaş

  Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Salîbat - Giyasettîn

  Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Kajiyan Licê

 Nav û paşnav: Veysel Agir  

 Cihê jidayikbûnê: Amed

  Navê dê û bav: Havva - Abdullah

 Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Êrîş Sema

  Nav û paşnav: Yûsûf Yilmaz

  Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn

  Navê dê û bav: Fatma - Şukru

  Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Cûdî Mordem

  Nav û paşnav: Seyîthan Çelîk

  Cihê jidayikbûnê: Hakkarî

  Navê dê û bav: Makbûle - Şaban

  Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Zinar Amara

  Nav û paşnav: Haci Benzer

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Hurrîyet - Reşît

  Dîrok û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

FIRAT ALÎ

Hevalê me Firat li Heskîfa Êlihê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Heskîf yek ji ciha dîrokî ye ku civakîbûna pêşîn a Kurdan li wir hatiye destpêkirin û heval Firat ji ber vê di kesayetiya xwe de nirxên civakî hewandiye û mezin jiyaye. Di heman demê de wî hê di zaroktî de tevgera mezin a mirovayetiyê PKK nas kiriye. Wî dîrokîbûna li axa ku ji dayik bûye û têkiliya wê ya bi PKK’ê re dîtiye û sempatiya wî ya ji bo PKK’ê gelekî mezin bûye. Heval Firat wî zanîngeha dewleta Tirk qezenc kiriye û bi awayekî serkeftî beşa mamostetiyê xwendiye. Ji ber ku dewleta Tirk êrîşî mekanê welatparêziya Kurd Heskîfê kiriye û bi armanca qirkirina çandî bend ava kiriye, hêrsa hevrê Firat a li hemberî dagirkeriyê gelekî zêde bûye. Li ser vî esasî wî li ser îdeolojî û felsefeya Apoyî lêkolîn kiriye. Wî piştre dibistana pergala TC’yê berdaye û tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Piştî xebatên ciwanan di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Heval Firat pratîka xwe ya pêşîn a gerîlatiyê li Amedê kiriye û piştre di pêvajoya vekişandinê de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye. Li eyaleta Cîloyê ya ku şertên wê zehmet in 2 salan gerîlatî kiriye û li ser esasê tecrubeya ku stendiye du salan peywira mûhaberevaniya şer kiriye. Di sala 2016’an de dema ku şer gur bû wî israr kiriye ku biçe eniyên pêş û şer bike. Ji bo ku tiştên di warê pratîk û teorîkê de hîn bûye têxe xizmeta gel çûye qada Avaşînê. Li Avaşînê tevlî gelek çalakiyan bûye. Hevrê Firat bi helwest, danhevî, tevlêbûn, ked û hevaltiya xwe di nav hevalên xwe de hatiye hezkirin. Heta roja ku şehîd bûye jî wî helwesta milîtaniya Apoyî bi layiqî temsîl kiriye.

HÊJAR BOTAN

Hevrê Hêjar bi eslê xwe ji Geverê ye û li Wanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Heval Hêjar ji bo ku layiqî gelê xwe be û li hemberî dijmin şer bike ketiye nav lêgerînan. Heval Hêjar di pêvajoya aştî û çareseriyê de ya ku bi ked û têkoşîna mezin a Rêber Apo dihat domandin, Rêber Apo û PKK nas kiriye û piştî ku rûyê sixtekar ê rejîma faşîst a AKP ‘ê dîtiye, biryar daye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Heval Hêjar di nava demeke kurt de hînî jiyana li çiyayên Kurdistanê bûye û ji bo ku bibe milîtanekî Apoyî xwe her dem perwerde kirriye. Wî girêdana bi Rêber Apo û welat bi helwesta xwe ya jiyanê daye nîşandan. Ji ber helwesta xwe ya fedakar û ji dil hemû hevrêyên wî jê hez kirine. Heval Hêjar di warê îdeolojîk û leşkerî de xwe pêş xistiye û her tişta ku hîn bûye xistiye xizmeta partî, gel û hevalên xwe. Hevrê Hêjar xwedî kesayetiyeke hunermend bû û tevlêbûna wî ya nav gerîlatiyê jî hunerî bû. Di pêvajoya pratîk de ya ku dibistaneke mezin e, wî dîtiye ku hevaltiya PKK’ê ji têkiliyên malbatî bilindtir û hêjatir e. Wî bêyî fikar her dem tevlî têkoşînê bûye, hevaltî û jiyan dewlemend û watedar kiriye. Heval Hêjar meşa li ser xeta şehîdan ji xwe re kiriye esas û hewl daye layiqî hevrêyên xwe be. Bi tevlêbûna xwe ya dirust ew ji pêvajoyê re bûye bersiv û pratîkeke serkeftî derxistiye holê.

SERHAT ŞIYAR

Heval Serhat li Mûşê di nav malbateke welatparêz û kedkar de ji dayik bûye. Hê di ciwaniyê de dema ku lêferzkirinê asîmîlasyonê yên hêzên dagirker dîtiye, ew bi hêrseke mezin li hemberî vî tiştî derketiye. Bavê wî li zindanên dijmin ji ber zilm, zext û êşkenceyê şehîd bûye û şehadeta bavê wî bandoreke mezin li wî kiriye. Ji bo ku tola bavê xwe bistîne, bala wî her dem li ser tolhildanê bû. Di salên zanîngehê de wî armanca rastîn a dewleta Tirk fêm kiriye û li hemberî feraseta dewleta mêtinger tevlî nav xebatên ciwanan bûye. Wî felsefeya Rêber Apo nas kiriye û hewl daye bi tarza têkoşînê ya Rêber Apo her qada jiyanê veguherîne têkoşînê. Di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ û dewleta Tirk êrîşî Kobanê û Şengalê kir, wî jî wekî hemû ciwanên Kurd ên xwedî rûmet berê xwe ya refên gerîlayan. Li çiyayên Kurdistanê têkiliyên hevaltiya di nav PKK’ê de bandoreke mezin li heval Serhat kiriye. Wî bi perwerdehiyan xwe pêş xistiye û di nava demeke kurt de hînî şertên zehmet bûye. Heval Serhat bi moral û coşeke mezin tevlî nav jiyanê bûye û li gelek herêmên gerîlayan peywir stendiye û hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Di berxwedana rûmetê de ji bo ku di şerê li dijî dijmin bi ser bikeve, wî bi perwerdehiyên leşkerî û îdeolojîk de performanseke xurt nîşan daye. Heval Serhat bi biryardarî, xîret û fedakariya xwe wê her dem ji me re bibe çavkaniya îlhamê û di meşa me ya têkoşînê de wê her dem bijî.

KAJIYAN LICÊ

Hevreyê me Kajiyan li cihê berxwedan û vejînê li Licê ji dayîk bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû ku ji malbatê gelek tevlîbûnên li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû. Hevreyê me Kajiyan bi bîranînên mamê xwe yê şehîd mezin bû û têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd zû nas kir. Hevreyê me Kajiyan li zankoyê beşa elektrîkê dixwîne û di heman demê de bi karên cuda dabara xwe dikir. Cara ewil li gundeke ku lê dixebitî gerîla dibîne û ew bandoreke mezin li wî dike. Piştre, weke milîs demek dirêj li bajaran xebatên xwe didomîne. Li Pirsûsê komkujiya dewleta Tirk a dagirker ya bi destê DAÎŞ’ê pêk anî di hevreyê me Kajiyan de dibe hêrsek mezin û dixwaze tola wan rake. Hevreyê me Kajiyan di demekê ku dewleta Tirk a qirker li welatê me komkujiyên xwe zêde kir, wê demê zanî ku azadî û jiyaneke bi rûmet tenê bi têkoşîna çekdarî pêkan e û dev jê dibîstanê berda berê xwe da çiyayên azad. Li Amedê tevlî nava refên gerîla dibe, rojên xwe yên ewil li vê derê derbas dike û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medayayê dibe. Hevreyê me Kajiyan li dijî ferdperestiya ku pergal weke heqîqet nîşan dide, bi paradîgmaya Rêber Apo rastiya jiyana azad û komunal dibîne. Hevreyê me li çiyayên Zagrosê bi fedakariyek mezin xebat kiriye, xwe ji tu xebat û berpirsyariyê dûr nexist û hemû karên xwe bi serkeftî pêk aniye. Hevreyê me heta gihîşt asta şehadetê ji sekna xwe û tevlîbûna xwe tawîz nedaye û tevlî karwana şehîdên nemir ên Kurdistanê bû.

ÊRÎŞ SEMA

Rêhevalê me Êrîş li Mêrsînê di nav derdoreke welatparêz de ji dayik bûye. Rêhevalê me Êrîş ku li metropolên Tirkiyeyê ji dayik û mezin bûye, ti carî têkiliya xwe ya bi welatê xwe Kurdistan û gelê xwe re qut nekiriye. Exlaqê civakî yê xurt ê gelê Kurd girtiye û welatparêzî di kesayeta xwe de pêş xistiye û xwedî lê derketiye. Dewleta Tirk a mêtinger ku di warê aborî de jî gelê Kurd talan dike, ji ber polîtîkayên wê yên asîmîlasyonê di malbateke xizan de mezin bû. Vê rewşê rêhevalê me Êrîş bi feraseta kedê da nasîn û hişt ku bi keda xwe bijî û li ser lingan bisekine. Ji ber vê sedemê ji dil we cewhera sosyalîst a jiyanê girtiye û ji kedê re her tim rêzdar bûye. Dema ku tevgera herî mezin a kedê ya Kurdistanê PKK’ê nas kir hem Kurdbûna xwe, hem nûnertiya rast a kedê û hem jî rastiya civakê ya exlaqî-polîtîk, sosyalîst di nava tevgera Apoyî de dît. Dema ku wî ev rastî fêm kir, bêyî dudilî biryara tevlîbûna PKK’ê da û hat çiyayên Kurdistanê. Pir zû ji jiyana gerîla hez kir û pîvanên jiyana sosyalîst a PKK’ê di xwe de ava kir û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de bi keda xwe xwe afirand. Rêheval Êrîş ku bi taybetmendiyên xwe yên dirûstbûn, kedkar û fedakar derdikeve pêş, karî hezkirin û rêzdariya hemû hevalan qezenc bike. Her çiqas di dibistanên dewleta Tirk de zêde nexwendibe jî, bi sûdgirtina ji pirtûkxaneya dewlemend a îdeolojiya Apoyî hem di warê îdeolojîk û hem jî leşkerî de xwe pêş dixe. Rêhevalê me Êrîş ku weke milîtanekî Apoyî yê mînak bi pêş ket, bûye kesayetek ku hezkirin û hurmeta hemû hevalên xwe bi dest xistiye. Rêhevalê me Êrîş ku heta roja ku gihişt şehadetê jî rûmet, tevlîbûn û sadetiya xwe parast, bi şehadeta xwe re mîraseke xurt a têkoşîn û rêhevaltiyê ku divê her tim esas bê girtin, radestî me kir. Weke rêhevalên wî em soz didin ku em ê talîmatên şehîdên xwe yên ji bo mezinkirina mîrateya têkoşîn û şerê azadiyê bi serketinê tacîdar bikin û em ê xwedî li bîranînên wan derkevin.

CÛDÎ MORDEM

Gelê Colemêrgê mîna çiyayên Zagrosan ên serhildêr û bi heybet, xwedî karaktereke resen, xweragir, kevnar û qahîm e. Li hemberî asîmîlasyona li ser hatiye ferzkirin, ne rê daye dagirkeran, ne jî serî li ber zaliman tewandiye. Dema ku pêwîst bûye, kariye Zagrosan bike war û çanda xwe ya kevnar biparêze. Gelê Colemêrgê ku bi pêşketina tevgera Apoyî ya li Zagrosan re eleqeyek mezin nîşanî tevgera azadiyê da, zarokên xwe yên herî bi qîmet tevlî vê tevgerê kiriye.

Her çiqas ji ber welatparêziya xwe gelek rastî zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker bûne jî, lê dest ji doza ku pê bawer bûn bernedane û her tim têkoşiyane. Li beramber her şehadetekê, bi tevlîbûnên xwe yên nû ve bersiva pêwîst dane dijmin û bûne berdewamkerên doza me ya azadiyê. Rêhevalê me Cûdî ku li cih û wareke wiha ji dayik û mezin bû, bi wan karakteran re ava bû. Ji ber welatparêziya derdora xwe Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir. Ji zarokatiya xwe ve bûye şahidê polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin li ser gelê Kurd ferz dike. Rêhevalê me Cûdî ku bi taybetî ji qetlîamên li ser gelê Kurd bandor bibû, zanî ku weke ciwanekî Kurd divê êdî bersiveke bi bandor bide dijmin. Rêhevalê me Cûdî ku bi berpirsyariyeke mezin nêzî erkên demê bû, bera xwe da çiyayên Kurdistanê. Têgihîşt ku bi tenê bi hestên welatparêzî ne pêkan e ku li dijî TC ya qirker têbikoşe. Bi perwerdeya bingehîn a ku dît, hewl da ku bibe gerîlayekî zana. Rêhevalê me Cûdî ku ji mekanîzmaya rexne û rexnedanê ku yek ji rêgezên bingehîn ên PKK’ê ye û têkiliyên rêhevaltiyê yên gerîla bandor bû, di demeke kin de xwe gelek bi pêş xist. Bû xwedî têkoşînek hêjayî heybet û mîsyona dîrokî ya Çiyayê Cûdî ku navê xwe jê girtibû. Bi enerjiya xwe ya ciwantiyê re roj bi roj hewl da ku bi paradîgmaya Rêbertiya me re bibe yek. Rêhevalê me Cûdî ku fêm kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya tevahî gelê Kurd e, li ser vê bingehê li ber xwe da. Bi tevlêbûn û helwesta xwe bû rêhevalekî me yê ku hêvî dide. Rêhevalê me yê ku di her kêliya jiyana xwe de tolhildana şehîdan û azadiya Rêber Apo û gelê Kurd difikirî, tevlêbûnek ya bi vê zanabûnê nîşan da. Rêhevalê me Cûdî ku her tiştê ku fêr dibû bi hevalên xwe re parve dikir, rola xwe ya pêşengî ya di jiyanê de, di qada şer de jî bi cih anî û di berxwedana li dijî dagirkeriyê de bi qehremanî şer kir û gihîşte asta şehadetê.

ZINAR AMARA

Gelê Botanê bi zanebûna ku azadî bê berdêl nayê bidestxistin, bi hezaran zarokên egîd tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kirin û di vê wateyê de pêşengtiya welatparêziyê kirin. Rêhevalê me Zinar ku ji kevneşopiyeke wisa kevnar û kûr tê, li bajarokê Dêrgulê yê di navbera çiyayên Gabar û Cûdî de di malbateke welatparêz de ji dayik û mezin dibe. Rêhevalê me Zinar ji ber ku di temenê xwe yê biçûk de dibe şahid ku bavê wî ji aliyê dagirkeran ve bi guleyan hatiye birîndarkirin, ji wê demê ve li hemberî dijmin bûye xwedî hêrs û kîneke mezin. Rêhevalê me Zinar ku ji ber malbata xwe ya welatparêz Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon, înkar û îmhayê yên dijmin li ser gelê me dimeşîne û rûyê dagirkeriyê dîtiye. Rêhevalê me Zinar bi baweriya ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî van polîtîkayan wê di nava refên PKK'ê de pêk bê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêhevalê me Zinar, lawê leheng ê gelê Botanê yê hêja, li çiyayên Kurdistanê lêgerîna xwe berdewam kir. Ji jiyana gerîla bigire heta têkiliyên hevaltiyê, jiyana komunal û têkoşîna bi hezaran lehengên li hemberî dijmin bi îradeyeke mezin heta guleyên xwe yên dawî şer kirinî, bandoreke mezin li rêhevalê me Zinar kir. Rêheval Zinar ê ku di nava PKK'ê de rastiya Rêbertiyê û dîroka Kurdistanê lêkolîn dikir û di encama perwerdehiyên ku dîtî de di nava demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xist, di nava rêhevalên xwe de bûye kesekî  mînak. Rêhevalê me Zinar nûnerê gelê Kurd bi taybet herêma Botanê ya ku bi taybetmendiyên xwe yên xwezayî, ji qirêjiya sîstemê dûr, fikr û zikrê wê yek kariye dîrokê bêyî ku xirab bibe heta roja me ya îro bîne, bû. Ligel van hevrêyê me Zinar ê ku taybetmendiyên kesayeta şervan a Botanê di xwe de ava kiribû, bi taybetmendiyên xwe yên enerjîk, wêrek û zû têdigihîje bû namzedê fermandarekî mezin. Bi van taybetmendiyan di şerê dîrokî yê li dijî dagirkeran de derketiye pêş û pêşengiya têkoşîna me ya azadiyê kiriye.

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Firat, Hêjar, Serhat, Kajiyan, Êrîş, Cûdî û Zinar ên ku bi jiyan û berxwedana xwe nirxek mezin li têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi berdêlên giran girêk bi girêk hatiye hûnandin zêde kirine, ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”