Mam Faris: Iraqê fêm kir ku dewleta Tirk dagirker e

Serokê Rêxistina Cotyarên Kurdistanê Faris Hisên: Pêwîst e Herêma Kurdistanê derfetê tomarkirina giliyê ya li Neteweyên Yekbûyî veguherîne vê yekê ku ji êrîşên Tirkiyê re sînorekî diyar bike.

Roja 20’ê Tîrmehê dewleta Tirk a dagirker li gundê Perex a girêdayî Zaxo bombe li geştyarên Iraqî barand ku di encamê de jin û zarok di nav de 9 geştyar hatin qetilkirin û 23 geştyarên din jî birîndar bibûn. Ev kesên hatine qetilkirin û birîndarkirin xelkê bajar û navçeyên naverast û başûrê Iraqê bûn.

Kolanên Iraqê li hemberî vê komkujiyê bi şêwazekê ku li tevahî bajarên Iraqê ji bilî yên herêma Başûrê Kurdistanê êrîşî navendên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hat kirin û hemû navendên Tirkiyeyê yên li Iraqê hatin girtin. Her wiha komên çekdar ên Iraqî jî bi rengekî berdewam êrîşî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker dikin.

Serokê Rêxistina Cotyarên Kurdistanê Faris Hisên Ebdullah (Mam Faris) têkildarê êrîş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ji ANF’ê re axivî.

Mam Faris li ser navê Rêxistina Cotyarên Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst şermezar kir û bal kişand ser karesata qirkirina jîngeh û daristanên Kurdistanê yên bi destê dewleta Tirk a dagirker tên şewitandin û talankirin. Jixwe tê zanîn gundî jî ji ber zextên Tirkiyeya faşîst neçar dimînin gundên xwe biterikînin.

‘PÊWÎST E BERSIVEKE TUND JI ÊRÎŞÊN DIRINDE YÊN TIRKIYEYÊ RE BÊ DAYÎN’

Mam Faris di destpêka axaftina xwe de li ser navê rêxistina xwe êrîş û dagirkeriyên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir û got; “Tişta ku Tirkiyeyê kiriye, binpêkirina sînorê welateke cîran ango Iraq e, her wiha welatiyên Kurd û Ereb yên wî welatî kiriye armanc; ev yek sûceke navnetewî ye û pêwîste Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî wê bêdeng nebin û sînorekî ji bo tawanên Tirkiyeyê diyar bikin. Pêwîst e bersiveke tund li ber wê kiryara dirinde û dermirovî ya Tirkiyeyê bê dayîn da ku careke din nikaribe sûcên dermirovî yên bi vî rengî li dijî gelên Iraq û Kurd pêk bîne.”

‘TIRKIYEYÊ TI CARÎ AŞTÎ NEXWESTIYE’

Mam Faris her wiha bertek nîşanî propagandayên dewleta Tirk a dagirker ya ji bo rewakirina êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dike da û wiha pêde çû; “Tirkiye rast nabêje ku dibêje ji bo tunekirina hêzekê operasyon dike, belkî ev hincetek e û armanca rasteqîn a dewleta Tirk a dagirker, dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ye. Eger ku Tirkiye aştiyê bixwaze va ye dikare li Bakurê Kurdistanê mafê Kurdan bide. Lê Tirkiye dewleteke dagirker e û em wek Rêxistina Cotyarên Kurdistanê bi tundî êrîş û bomberdûmanên dirindane yên dewleta Tirk a faşîst şermezar dikin. Daxwaz ji hemû rêxistinên mafê mirovan û azadîxwazan dikim ku li dijî dagirkeriyên Tirkiyeyê xwedî helwest bin û bêdeng nemînin.”

‘HIKÛMETA IRAQÊ FÊM KIR KU TIRKIYE DAGIRKER E’

 Mam Faris di berdewamiyê de îşaret bi bandora êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser geştiyarên Iraqê kir û wiha axaftina xwe domand; “Tirkiye her tim hewl daye ku Kurdan tune bike û rê nade ku pêşketin di doza Kurd de çêbibe. Niha jî Iraq fêm kiriye ku êrîşên dewleta Tirk tenê ne li ser xaka herêma Kurdistanê ye, ji ber ku Tirkiye êrîşî hemû pêkhateyên Iraqî dike. Armanca Tirkiyeyê jî dagirkirina hemû herêma Kurdistanê û beşek ji Iraqê ye. Di êrîşa dawî ya li ser geştyarên Iraqî de kolana Iraqên fêm kirin ku Tirkiye dewleteke dagirker û dirinde ye. Erkê hikûmeta Iraqê ye ku hemû pêkhateyan biparêze.”

‘TIRKIYE LI DIJÎ JÎNGEHA KURDISTANÊ ŞER DIKE Û HETA LI AJALAN JÎ DIDE’

 Serokê Rêxistina Cotyarên Kurdistanê Faris Hisên Ebdullah di dawiyê de behsa birîna daristanên Başûrê Kurdistanê û valakirina gundan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ev yek karesat e ku Tirkiye darên daristan û rez û baxên cotyarên gundên Kurdan ên li ser sînor kavil û talan dike. Ya Tirkiye li hemberî cotyarên Kurdistanê pêk tîne sûcekî pir mezin e ku dibe sedemê qutbûna debara jiyanî ya cotyaran. Ji ber şewitandin û talana daristanên Başûrê Kurdistanê Tirkiye li hemberî jîngehê û heta ajalan binpêkirinan dike. Piştî ku îro Iraq di Neteweyên Yekbûyî de bi awayekî fermî gilî li dijî Tirkiyeyê tomar kir, pêwîst e herêma Kurdistanê vê derfetê veguherîne vê yekê ku ji êrîşên Tirkiyê re sînorekî deyne da ku xaka bedew a Kurdistanê biparêzin.”