Karayilan: Divê li hemberî mêtingeriya dewleta Tirk helwesteke neteweyî were avakirin!

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku mêtingeriya dewleta Tirk û êrîşkariya wê xwe li Başûrê Kurdistanê serwer dike û li hemberî vê mêtingeriyê helwesteke Kurdistanî dikare were avakirin.

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan diyar kir dewleta Tirk ji bo ku li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bibe serwer mirovan dide tirsandin û bal kişand ser vî tiştî ku dema ku dewleta Tirk vê konseptê dike, ferqê naxe navbera leşker û kesên sivîl. Karayilan bal kişand ser vî tiştî ku ji ber heta niha nerazîbûn nehatiye nîşandan, dewleta Tirk bi rihetî tevgeriyaye û ji ber vê bi qestî li seyrangeha li Perexê daye.

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan pirsên Radyoya Dengê Welat bersivand.

* Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk êrîşî gundê Perex ê li Heftanînê kir. Di vê bûyerê de 9 welatiyên Iraqê jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Armanca dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser sivîlan çi ye?

Di serî de ez sersaxiyê ji malbatên hemû kesên ku di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Rehma Xwedê li wan be! Ev mirovên bêguneh û bêsûc bi destê mêtingeriya Tirk hatin şehîdkirin. Ez vê qetlîama dewleta Tirk bi tundî şermezar dikim. Bê guman ne tenê divê bê şermezarkirin, divê li dijî vê zîhniyeta xwînmij û dagirker jî têkoşîn bê dayîn.

Ev çend roj in li ser vê bûyerê nîqaş tên kirin. Ev mijar bi taybetî li Iraq, Başûrê Kurdistanê û bi giştî Kurdistanê bi berfirehî tê nîqaşkirin. Berî her tiştî divê bê zanîn ku gundê Perex li Heftanînê ye. Yanî herêma Heftanînê Perexê jî digire nava xwe. Her wiha kîlometreyek û nîv dûrî sînorê Tirkiyê ye. Li wir baregeheke mezin a leşkerî ya Tirkiyeyê ya Kiryareş heye. Dewleta Tirk niha 23 girên Heftanînê dagir kirine. Yanî li 23 cihan baregehên leşkerî çêkirine û piraniya wan jî li derdora Perêxê ne. Yanî li pişt Perexê hêzên mêtinger ên Tirk hene û ji aliyê rojava jî ji xwe sînor heye. Yanî herêmek di bin kontrola leşkerên Tirk de ye. Rast e; li jêr Hêzên Sînorî yên Iraqê li ser xeta Kêrê hene; hin pêşmerge jî hene, lê bi giranî di bin kontrola dewleta Tirk de ye.

Niha hin tişt hene ku pir zelal in:

Ya yekem, tu eleqeya PKK’ê bi vê bûyerê re nîne. Dewleta Tirk li wir serwer e.

Ya duyemîn jî, weke ku rayedarên Iraqî gotin, ev bûyer ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev teqez e.

Ya sêyem, dewleta Tirk ev yek bi xeletî nekir; bi zanebûn lê da. Ev jî teqez e.

Ji ber ku li ber wê ye; di vê heyamê de 400-500 wesayît li wir radiwestin. Nêzî hezar geştyar li wir hene. Dewleta Tirk jî dizane ku ev der cihekî geştiyarî ye. Baş e; dewleta Tirk bi teknîka xwe ya niha dikare mirovekî di bin darekê de bibîne û bi sûîkasê lê bide, çawa dibe ku li qada pîknîkê ya ewqasê mezin bêhemdî lê bixe? Yanî ti xeletî di vê bûyerê de tune ye, yan jî fermandarekî yê li herêmê ji ber ku dilê wî xwestiye li wê derê daye. Ew îhtîmal jî pir lewaz e.

DEWLETA TIRK DIXWAZE GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ BITIRSÎNE

Ev nêzîkatiyeke yê siyaseta dewleta Tirk e. Siyaseta Tirk dixwaze li Başûrê Kurdistanê û Iraqê serdestiya xwe ava bike. Bi vî awayî dixwazin gel bitirsînin, birevînin û xwe serdest bikin. Bi her awayî ev ne êrîşa yekem e; ev çend sal in li ser esasê vê siyasetê li Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê gelê me yê sivîl qetil dike. Lewma dixwazin gel bitirsînin. Û xuya ye ku naxwazin ew der jî bibe qada pîknîkê; Dixwazin ew der bê terikandin û vala be. Bi taybetî jî li herêmên Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê artêşa Tirk ve hatine dagirkirin, siyaseteke wan a bi vî rengî heye. Li Metîna û Xakurkê jî heman tişt heye. Bi gotineke din, ew kesên li wan deveran naxwaze; dixwaze serweriya leşkerî ya tam ava bike. Bi kurtasî dewleta Tirk ev êrîş bi zanebûn pêk anî.

Dibe ku ew ne li bendê bûn ku wê bertekên wiha derketin holê. Ne li bendê bûn ku bertekek wiha çêbibe. Ji ber ku beriya wê jî gelek komkujî kirin, lê kesî bertek nîşan neda. Mînak li derdora Qendîl, Şêladizê û herî dawî jî li Bamernê gelek komkujî pêk hatin. Mînak par li nexweşxaneya Sikeniyê ya Şengalê xistin; 8 welatiyên me yên sivîl şehîd bûn. Ger dewleta Iraqê û hikûmeta Kazimî wê demê bertek nîşan bidaya îro ev bûyer pêk nedihat. Dîsa di Tebaxa 2020’an de her du fermandarên leşkerî yên artêşa Iraqê Zubeyîr Halî û Muhammed Reşît ji aliyê dewleta Tirk ve bi zanebûn hatin qetilkirin. Lê paşê serokwezîrê Iraqê çû û stûyê xwe li ber Erdogan xwar kir. Yanî bertek nîşan nedan. Ji bo vê jî dewleta Tirk bi rehetî tevdigere. Lê vê carê bi taybetî gelê Iraqê bertekek gelek bi nirx nîşan da. Ji ber vê yekê got ‘êdî bes e’. Di vê wateyê de ev bûyer hate asta ku êdî nayê qebûlkirin. Bertekek wisa çêbûye. Helbet dema gel bi girseyî helwestek wiha pêş xist, hem rayedarên Iraqî û hem jî yên Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan û li ser vê bingehê êdî ji aliyê hikûmetan ve bertek çêbû.

Her çiqasê kêmasiyên wê hebin jî, asteke ya berteka ku derdikeve holê heye. Lê ger beriya wê ev bertek nîşan bidana dewleta Tirk wê nikaribûya komkujiyên bi vî rengî pêş bixista. Ger hûn dewleta Tirk asteng nekin, ew dikare her tiştî bike. Ji ber ku dixwazin li qadan serdestiya xwe ava bikin. Dixwazin gel bindest bikin. Ji ber li gorî konsepta xwe xwedî armanceke wiha ne û dema hewce bike bêyî ku leşker û sivîlan ji hev veqetîne, li wan dixe.

Niha dewleta Tirk ev komkujî înkar kiriye. Bi ser de got ‘PKKê kir’. Tevî ku dewleta Iraqê îspat kir ku dewleta Tirk ev komkujî pêk aniye, lê red kir. Lê ev înkarkeriya Tirkiyeyê dibe sedem ku cîhan rastiyên wan bibîne. Ev rastî çi ye? Tişta ku Tirkiye her tim dike ev e. Li Kurdistanê terorê pêk tîne, lê ji me re dibêje terorîst. Gelê me qetil dike, lê bi zelalî dibêje ‘ez sivîlan nakujim’. Bi her awayî gelê Kurd bi tevahî înkar dike û bi tiştekî nahesibîne. Rastiya dewleta Tirk înkar, komkujî û derew e. Dewleta Tirk terora dewletê pêk tîne. Ev rastiya dewleta Tirk e. Binêrin, jixwe ev bûyer jî înkar kir. Niha rayedarên Iraqê tespît kirine; Dibêjin ‘Te kir’ lê hesabê vê yekê jî nakin. Wek mînak heta niha jî bersiv nedan Iraqê. Weke ku hûn bi zarokekî re dipeyivin jî digotin, ‘Nekevin xefikê, werin em hevkariyê bikin’. Ji ber vê yekê jî hurmeta wan nîne. Ewqas komkujî kirin, lê hurmeta wan nemaye. Lê vê bûyerê rûyê rastî yê dewleta Tirk hinekî din eşkere kir.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ SÎ HEZAR LEŞKERÊN TIRK HENE

Niha bi giranî piraniya biryarên rayedarên dewleta Iraqê yên li ser vê mijarê rast in. Lê hejmarên ku ew didin hinekî kêm in. Dibe ku agahî ne temam in. Rast e; hejmara nuqteyên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hatine avakirin derdora 100’î ye. Lê hejmara leşkerên li ser axa Iraqê bi cih bûne û çalak in herî kêm 30 hezar e. Niha jî hêzên taybet, komando û hwd hemû tûgayên pispor ên dewleta Tirk niha li Başûrê Kurdistanê, yanî li Iraqê ne. Wê baş be ku mirov vê yekê rast bizane. Mijareke din jî ew e ku di pêvajoya sê mehan de ji 14’ê Nîsanê heta 14’ê Tîrmehê hejmara bombebaranên bi balafirên şer li ser axa Iraqê 2 hezar û 574 û hejmara êrişên bi helîkopteran jî 1933 ye.

Niha ez naxwazim zêde bipeyivim ka kî berpirsiyar e ku ji ber wê dewleta Tirk bi hêsanî tevbigere. Ev jixwe diyar e. Lê ya girîng ew e ku niha gelên Iraqê, dewlet û hikûmeta Iraqê li hemberî êrîşên dewleta Tirk helwest nîşan dane.

Bi dîtina min ev ji bo hikûmeta herêmê û PDK’ê firsendek e ji bo helwesteke nû. Ger bixwazin derfetek ji bo wan derketiye û dikarin li hemberî mêtingeriya Tirk helwesteke nû pêş bixin. Bi gotineke din, li hemberî zêdebûna serdestiya mêtingeriyê û êrîşkariya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hem helwesteke neteweyî ya Kurdistanî û hem jî ya Iraqî pêş bixin, hem jî dikarin destketiyên nû bi dest bixin. Di vê wateyê de beşek ji siyaseta Başûrê Kurdistanê jixwe xwedî helwest e; lê yên ku heta niha helwest diyar nekirine, yên ku hevkariyê jî dikin, dîsa dikarin helwestên nû nîşan bidin. Çawa ku ev yek pêkan e, di heman demê de hêvî jî hene ku vê siyasetê bibînin û destketiyên nû çêbikin. Em hêvî dikin ku di vê çarçoveyê de pêşketinek çêbibe.

Niha hin derdor dibêjin ku PKK’ê şerê bi dewleta Tirk re derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye. Li ser vê mijarê li parlamentoya Iraqê jî hin nîqaş hatin kirin. Li ser vê yekê jî divê hin tişt bên gotin: Yanî bi mêyzandinek ya ku tu yê bêjî qey PKK ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê dibe, li wir li dewleta Tirk dixe û paşê vedigere Başûrê Kurdistanê, nîqaş tê kirin. Vê gavê tiştek wisa tune. Di van 10 salên dawî de tiştekî wisa çênebûye. Beriya 10 salan di navbera me û dewleta Tirk de agirbest hebû. 2 sal û nîv dom kir. Li gorî wê agirbestê me yê hemû hêzên xwe bikişandana Başûrê Kurdistanê. Me berê hinek hêzên xwe vekişand, lê dema me dît ku dewleta Tirk nêta xwe nebaş e, me vekişîn rawestand. Di wê demê de hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di nava wê pêvajoya vekişîna hêzên me de bû; haya wê pê hebû û erê kiribû. Iraqê jî bi awayekî defakto ev yek erê kir. Her kes vê yekê dizane.

EM AXA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ Û IRAQÊ DIPARÊZIN

Ji bo çareseriyê divê gerîla xwe vekişîne Başûrê Kurdistanê. Piştre Erdogan, yanî dewleta Tirk tevî ku li Dolmabahçeyê peyman hat îmzekirin jî pêvajo xerab kir. Binêrin, em niha di salvegera vê yekê de ne. Di 24’ê Tîrmeha 2015’an de rasterast êrîşî Başûrê Kurdistanê kirin. Û ji wê demê ve dewleta Tirk bi awayekî yekalî êrîşên xwe li ser herêmên ku hêzên me lê heye, dike. Em jî bi awayekî rewa xwe û axa Başûrê Kurdistanê diparêzin. Yanî di vê çarçoveyê de şer diqewime. Me şer neanî Başûr; dijmin ev şer aniye vir. Ne wisa ye ku em biçin li wan bixin û ew jî bersiv bidin. Êrîşên yekalî dikin û bi giranî dixwazin sînorên ku jê re dibêjin Mîsaqî Mîllî dagir bikin. Em jî li dijî vê yekê ne; em axa Iraq û Başûrê Kurdistanê diparêzin. Ji ber ku dixwazin wan dagir bikin. Yanî rewş di esasê de ev e; divê di vê çarçoveyê de were fêmkirin.

Baş e, madem ku her tim em dibin sedema êrîşan; wê demê navenda leşkerî ya Tirkiyê li Başîqa li çi digere? Mînak, tevî ku dewleta Iraqê 3-4 sal berê ji wan xwest ku leşkerên xwe ji Başîqayê vekişînin, çima dewleta Tirk leşkerên xwe venekişand? Çawa ku venekişand, berovajî niha jî bi dizî ve dixwaze Kerkûkê bi leşkeran tije bike. Dixwaze wê derê jî bi rêya leşkerên ku weke sivîl şandiye û bi xebatkarên MÎT’ê ve dagir bike. Li wir hêzê ava dike û wan perwerde dike.

Yanî planên dewleta Tirk li ser van axan heye; divê ev bê dîtin. Dibe ku aliyekî meselê PKK be, lê PKK ne hemû pirsgirêk e. Ev jî rastiyek e û divê were dîtin.

EV ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ GELÊN HERÊMÊ YE

Îro piştî vê berteka gelê Iraqê yê hêja hinek rastî derketine holê. Ev çi ne? Li dijî vê konsepta Tirkiyeyê ya ku Neo-Osmanîzm jî digire nav xwe, di serî de gelên Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî hemû gelên herêmê dikarin tifaqê bikin; divê tifaqê bikin jî. Ji ber ku ev konsept ne tenê li dijî Kurdan e, di heman demê de li dijî Ereb û Asûrî-Suryaniyan e. Li dijî hemû gelên herêmê ye. Lewma bi vî awayî zemîna tifaqa di navbera gelan de jî hatiye xurtkirin. Jixwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê Perspektîfa Neteweya Demokratîk tifaqek hatiye avakirin, lê bi giştî li dijî êrîşên dewleta Tirk divê tifaqa gelan bê avakirin. Careke din ev alî derketiye holê.

Ya duyemîn, her çiqas niha dewleta Iraqê pirsgirêkên navxweyî hene jî, li hemberî dewleta Tirk di pozîsyoneke xurt de ye. Mînak ger 2 mehan sînor bigirta û bi Tirkiyeyê re ticaretê nekiriba, dikaribû desthilatdariya AKP-MHP’ê hilweşîne. Niha Tirkiye bi saya Başûrê Kurdistanê û Iraqê dikare hilmê bistîne. Ji ber ku ew hemû tiştên xwe tîne û li vir difiroşe. Eger niha dewleta Iraqê dest ji vê yekê berde, êdî nikarin di bin vê qeyrana aborî de dewam bikin û wê hilweşin. Yanî Iraq xwediyê karta aborî ye û ev kart destê Iraqê bihêz dike. Iraq dikare li ser vê esasê helwestê bigire û bi vî awayî bersiva pêwîst bide dewleta Tirk. Bi vî awayî ne tenê Perex, di heman demê de di serî de ruhê 138 mirovên me yên di encama êrîşên dewleta Tirk ên 7 salên dawî de li ser xaka Iraqê şehîd bûn û hemû şehîdên Başûr, Iraq û Rojava yên ku ji aliyê mêtingeriyê ve hatin qetilkirin, dikarin bên şad kirin. Ji ber vê yekê jî divê helwesteke wiha bê pêşxistin.

PERGALA ÊŞKENCEYÊ YA LI ÎMRALIYÊ NE PERGALEKE ASAYÎ YE

* Pergala êşkenceya li ser Rêber Apo her ku diçe kûr dibe. Ev rewşa li Îmraliyê gav bi gav li zindanên din ên Tirkiyeyê jî belav bû. Rojek derbas nabe ku cenazeyên girtiyan ji zindanan dernekevin. Hûn ê li ser vê mijarê çi bibêjin?

Em her tim dibêjin; pergala êşkenceya psîkolojîk a Îmraliyê ne sîstemeke asayî ye. Di nava xwe de qirkirin û faşîzm heye. Di heman demê de bi Îmraliyê re sînordar namîne. Yanî sîstema ku dewleta Tirk li dijî Rêber Apo û hevalên din ên li Îmraliyê pêk tîne, hêdî hêdî li ser hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê hat serwerkirin, tenê bi zindanan re jî sînordar nema, belavî her aliyê jiyanê hat kirin. Ji sîstemeke faşîzan, zordar û dîktator rejîmek siyasî ava bû. Ji ber vê yekê ev tiştekî giştî ye û divê li dijî wê têkoşîn bê kirin. Rêber Apo 24 sal in bi vîn û sebireke mezin li dijî vê yekê li ber xwe dide. Bi vê wesîleyê ez berxwedana Rêber Apo û hevalên wî silav dikim. Di heman demê de rêhevalên ku li hemû zindanên Tirkiye û Kurdistanê berxwedanê dimeşînin silav dikim û silavên gerîla ji wan re dişînim.

Em li hemberî rastiya Rêbertiyê di nava rewşeke yê rexnedayînê de ne. Em baş dizanin ku ger têkoşîna derve di asta pêwîst de bihata meşandin, dijmin nedikarîbû heta niha êrîşî Rêber Apo bike; wê nekarîba bi vî rengî pergala li Îmraliyê li hemû zindanan belav bike. Yanî li hemberî hemû hevalên di zindanan de rewşa me ev e. Haya me ji vê heye. Lê îro hem Rêber Apo û hem jî rêhevalên me yên di destê dijmin de dîl in, berxwedaneke pir girîng û dîrokî bi rê ve dibin. Û heta niha gelek şehîd dane. Di bin navê ‘xwe kuşt’ û ‘nexweş ket’ de gelek şehîd hatin dayîn. Kadrî Ekîcî şehîdê dawî bû. Ez wî bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranîna wî bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ez di şexsê Kadrî Ekîcî de soza ku me daye hemû şehîdên xwe yên zindanê dubare dikim.

Bi kurtasî, di zindanan de têkoşînek girîng heye. Divê hemû rêhevalên di zindanan de vê zanibin. Em di pêvajoyeke zor û zehmet re derbas dibin. Têkoşîna me di asta herî jor de ye. Li çiya, li kolanan, li zindanan têkoşînek heye. Dijmin dixwaze polîtîkaya qirkirin û tasfiyeyê serdest bike; em li dijî wê li ber xwe didin û îro ev berxwedan gihîştiye lûtkeyê. Bi taybet di berxwedana ku niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin de ev yek tê dîtin. Bê guman serdemeke wiha zehmetiyên xwe hene. Em dizanin ku hevalên me yên di zindanê de di wan hucreyan de di bin zextan de ne. Rêbertiya me di bin tecrîd, îzolasyon û zextên giran de ye. Weke me berê jî behs kiribû, ev rewş tenê bi tecrîdê nayê ravekirin. Mînak, 16 meh in me agahî ji Rêbertî nestendiye. Têkiliya wan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Êşkenceyeke wisa giran heye. Bê guman ev ne hêsan e. Em dizanin ku ji bo vê fedekarî hatine kirin. Lê di şert û mercên wiha de divê bi taybetî jî rêhevalên di zindanê de bi ruhê rêhevaltiya Apoyî pirsgirêkên xwe çareser bikin. Yanî çawa ku em dibêjin ruhê rêhevaltiya Apoyî çavkaniya sereke ya şerê ku îro ji aliyê gerîla ve tê meşandin e, ger ev ruh bê xurtkirin, li her ku derê dibe bila bibe dikarin pirsgirêk û zehmetiyan re bibin bersiv. Pêşniyara me ji bo rêhevalên di zindanê de ev e. Em di wê baweriyê de ne ku ger rêhevalên me yên di zindanan de ruhê rêhevaltiyê û rêxistinbûna komunal di nava xwe de pêş bixin, bêguman wê li hemberî her cure êrîşên dijmin li ser esasê ruhê 14’ê Tîrmehê bi ser bikevin. Ez di wê baweriyê de me ku rêhevalên me di vê çarçoveyê de kûr bûne û dikarin bibin bersiv, ez careke din rêhevalên me yên di zindanan de silav dikim, bi taybetî jî silav û dilsoziya xwe pêşkêşî Rêber Apo dikim. Ez diyar dikim ku berxwedana gelê me ya li çiya, li zindan û kolanan wê teqez vê faşîzmê têk bibe.

EM BI TÊKOŞÎNA XWE DIXWAZIN PEYMANA LOZANÊ JI HOLÊ RAKIN

* 24’ê Tîrmehê salvegera Peymana Lozanê ye. Di heman demê de we diyar kir ku di sala 2015’an de di vê rojê de dewleta Tirk muzakereyên bi tevgera we re qut kir û konsepta şerê topyekûn da destpêkirin. Dewleta Tirk di vê demê de encameke çawa bi dest xistiye, gelo encama ku tê xwestin bi dest xistiye?

Beriya her tiştî divê li ser Peymana Lozanê tiştek bê gotin. Têkoşîna me ji  jiholêrakirina Peymana Lozanê û tinekirina wê ye. Lê Serokê CHP’ê pêşniyar kir ku roja ku Peymana Lozanê hat îmzekirin wek cejnê bê ragihandin. Ev ji nêzîkatiya neteweperestiyê tê. Peymana Lozanê înkarkirina gelê Kurd û parçekirina Kurdistanê ya 4 parçeyan e, di heman demê de planeke hêzên emperyalîst a li hemberî hemû gelên herêmê ye. Yanî ne tenê li hemberî Kurdan, di rastiyê de xerabiyeke ku li hemberî hemû gelên herêmê hatiye kirin. Mînak vê peymanê gelê Ereb anî asta çîna duyemîn. Li ser maseyê nexşe çêkirin; Ereb kirin 22 parçe û Kurdistan kirin 4 parçe; hemû mafên kêmneteweyan înkar kirin. Yanî zîhniyeta netew-dewletê esas girtin; ji ber vê yekê her tim li herêmê mirin û qetlîam çêbûn. Ev 99 sal in li Kurdistanê xwîn nesekinî. Vêca ev peymaneke wiha ye; divê ev bê zanîn.

Mînak dewleta Tirk di Sibata 1922’an de biryara xweseriya Kurdan da. Yanî xweseriya Kurdan li Tirkiyeyê tiştekî rewa ye, lê piştî vê peymanê gava dewleta Tirk dît ku hêzên navneteweyî qebûl nakin, ew jî înkar kir û ji arşîva xwe derxist da ku kes nezane. Yanî tişta sereke ya ku li Kurdistanê rê li ber vê pergala jenosîdê vekir û bû sedema ewqas komkujî ev Peymana Lozanê ye. Divê em vê zanibin.

Dewleta Tirk di her pratîka nû ya ku li hemberî me dike de rojên wiha girîng hildibijêre; salvegerên wiha dihesibîne. Ji bo vê jî di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li dijî me dest bi êrîşan kirin. Bi rastî jî 2 sal û nîv danûstandin hebûn; Peymana Dolmabahçeyê hat kirin; êdî pirsgirêk ber bi çareseriyê ve diçû; hatibû astekê ku çek bi temamî ji holê bê rakirin. Lê dewleta Tirk û Erdogan dixwest rêbaza Srî Lankayê bi kar bîne. Srî Lankayê jî bi gerîlayên Tamîlê re pêvajoya diyalogê da destpêkirin û piştî demekê gerîlayên Tamîlê sist bûn û bawer kirin ku wê bi rastî çareserî pêş bikeve. Yanî ew ketin xefletê. Û Srî Lankayê ji nişka ve komkujiyek mezin û paqijiyek pêş xist. Tiştê ku Tirkiye dixwest bike ev bû.

SED ROJ IN LI ZAP, METÎNA Û AVAŞÎNÊ BERXWEDANEKE DÎROKÎ YA GERÎLAYAN HEYE

Vêca ew di vê yekê de bi ser ketin? Na. Wana wê demê bi fermî bi devê wezareta navxweyî ragihandin; gotin ‘Wê bi Nîsana 2017’an re kesek navê PKK’ê neyîne ser ziman; ji ber ku wê tiştek bi navê PKK’ê nemîne’. Yanî wê demê wana xwestin me tasfiye bikin. Di ser vê yekê re 5 sal derbas bûn. Niha şerê herî berfireh diqewime û AKP-MHP di vê erka ku ji dewletê standiye de bi ser neket. Niha salek maye û şansa xwe ya dawî diceribîne. Ji sala 2022’an ve bi hemû hêza xwe êrîş dike ku bigihêje encamê. Lê nikarin bigihin encamê. Ev 100 roj in li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna şerekî pir dijwar diqewime. Dewleta Tirk tu carî windahiyên ku di vî şerê 100 rojî de nedaye. Yanî di dîroka xwe de li Başûrê Kurdistanê ewqas windahî nedane. Dîsa tevî bikaranîna teknolojiya pêşketî û çekên qedexekirî yên wekî çekên kîmyewî, bombeyên nukleerî yên taktîkî û çekên termobarîk, berxwedan û şerekî wiha mezin a ku 100 roj in bê navber didome, nehatiye jiyîn. Û di vî şerî de jî dewleta Tirk heta niha tu encam bi dest nexistiye. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk tevî alîkarî û teknîka ku ev 7 sal in li hemberî me îlan kiriye û pêk tîne, li hemberî rastiya gerîla bi ser neketiye.

Ji ber ku rastiya Kurdistanê rastiyeke mezin e; rastiyeke civakî ye. Ji ber ku îdeolojî û fikrên Rêber Apo ji ciwanên Kurd, jinên Kurd û tevahiya civaka Kurd re bûye îlham û ruhek afirand. Zîhniyeta ku li ser esasê fikrên Rêber Apo ava bûye, dihêle ku afirîneriya mirov pêş bikeve, egîdî bê jiyîn û ruhê fedaî derkeve holê. Bi ser de jî hişmendî pêş dikeve. Yanî ev şer di warê rêbaz û stratejiyeke taktîkî de bi hişmendiyeke mezin tê meşandin. Stratejiya Gerîlayê Azadiya Kurdistanê û tevgera me li dijî stratejiya mêtingeriya Tirk bi ser dikeve. Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku vî şerî da meşandin û ferman da, îro ber bi hilweşandinê ve diçe. Yanî tişta ku hat serê Serokkomarê Srî Lankayê, wê niha jî heman tişt were serê hikûmeta AKP-MHP’ê. Ew ê jî heman qederê bijîn. Ji ber ku rastiya civakî li ber çavan nagirin û bi komkujiyan dixwazin encamê bi dest bixin. Me xwest pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin, lê wana xwest ku bi mirinan encamê bi dest bixin. Lê belê pêvajoya ku 7 sal in berdewam dike careke din nîşan da ku bi polîtîkaya mirin û qirkirinê nikarin bigihêjin encamekê û yekane çareserî qebûlkirina hebûna gelê Kurd e û divê çareseriya siyasî esas bigirin. Rêyeke din nîne; ev rastî bi vî şerê 7 salan careke din derkete pêş.

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA

* Her roj li dijî Rojava gelek êrîş tên kirin. Dewleta Tirk her roj bi balafirên keşfê sûîqestan pêk tîne û herêman bombebaran dike. Niha di çapemeniyê de hat ragihandin hêzên din ên li herêmê rê li ber Tirkiyeyê venekirine lê dema ku li van êrîşan jî tên temaşekirin, nakokî derdikeve holê. Gelo dewleta Tirk ji hêzên têkildar bersiva erê girtiye yan na? Hûn dikarin li ser van mijaran çi bibêjin?

Weke ku hûn jî dizanin, berî demekê Civîna Bilind a Tehranê hat lidarxistin. Xuya ye ku dewleta Tirk bi rêbazeke fermî erêkirina hêzên navneteweyî negirtiye. Eger bi dizî hin peyman çêkirine, ew tiştekî cuda ye; lê belê, xuya ye ku ew ti erêkirineke fermî negirtiye. Lê niha xuya ye ku dewleta Tirk li dijî Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şer îlan kiriye. Çawa ku li Başûr şer îlan kiriye û şer dimeşîne, niha jî dewleta Tirk bi heman rêbazê li Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şer dike. Şer nayê wateya ku leşker ji bejahiyê êrîş bikin. Na; niha şerê siyasî-dîplomatîk dimeşîne; niha bi dronan şer dimeşîne; êdî îstîxbarata wî şer dike; niha bi topan şer dimeşînin. Obus û top jî jixwe niha hema hema bi qasî hêza hewayî xwedî bandor in. Ji ber ku ew hemî li ser bingeha koordînatan diavêjin. Yanî hûn lê dinêrin; her roj gundên Şehbayê topbaran dike; her roj li Cizîrê, Kobanê, Eyn Îsa û li her derê gundan topbaran dike. Yanî ev şer e; bila gumana kesî jê nebe.

Niha xuya dike ku dewleta Tirk bi vî rengî li ser sînor şer bi rê ve dibe û dixwaze rewşê biguherîne û hin rewşên defakto biafirîne. Helbet ger ew qas êrîş bike wê hêzên li wir jî bersivê bidin; bi vî awayî dixwaze di rewşê de guhertinekê çêbike. Ev lîstikek e.

Niha li gorî me divê Rêveberiya Xweser, QSD û hêzên din ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê vê rastiyê bibînin. Yanî divê ti kes nefikire ku dewleta Tirk wê bi hêzeke zêde êrîş bike û piştre jî wê weke şer bi nav bike. Ya ku niha diqewime ev e, bi her awayî şer e. Divê bi vî rengî were destgirtin û hem ji şirîkên xwe re hem jî ji raya giştî re baş bê ravekirin. Yanî ev dewleta Tirk her roj li hemberî sivîlan, di heman demê de li ser fermandarên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine û xebat kirine êrîşan pêk tîne. Çawa ku çend hevalên wê yên li Şengalê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin şehîd kirin, li Rojava jî bi heman rengî êrîşan dike. Herî dawî jî hevala Jiyan Tohildan û du rêhevalên wê qetil kirin. Ez di şexsê fermandara hêja Jiyan Tolhildan de hemû şehîdên me yên di van êrîşên dijmin de şehîd bûne bi bîr tînim û bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên wan ditewînim. Ew di heman demê de şehîdên hemû Kurdistanê ne.

Mînak, bala xwe bidinê; Jiyan Tolhildan kî ye? Fermandarek e ku 10 sal in li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike. Û niha jî fermandarê hêzên YAT’ê ye. Hêzên YAT hêzeke taybet e ku ji bo şerê li dijî terora DAÎŞ’ê hatiye organîzekirin û bi berdewamî ligel hêzên Hevpeymaniyê tevdigere. Niha jî fermandariya vê hêzê dibin hedef. Ji ber vê yekê li hemberî vê rastiyê eger hêzên ku ji xwe re dibêjin Koalîsyon jî bêdeng bin, ev tê wê wateyê ku ew jî hevpar in. Yanî hevaleke wan ê ku her roj pê re dixebitin şehîd dibe. Vêca ev çawa dibe? Ravekirinek ji bo vê yekê pêwîst e. Bi rastî jî di vî warî de pêdiviya Şoreşa Rojava bi dîplomasiyeke hîn berhemdar heye. Yanî divê ev yek hem ji raya giştî û hem jî ji hevkarên xwe yên biyanî re baş bê ravekirin.

MAFÊ TOLHILDANÊ YÊN HÊZÊN ROJAVA HEYE

Mafê wan ê tolhildanê jî heye. Ji ber vê yekê jî li ser vê bingehê tolhildan dikare bê standin. Lê ger rasterast were kirin, wê weke şerekî sînorî yê weke dewleta Tirk dixwaze, bê fêmkirin. Na; beriya her tiştî divê ev bi raya giştî û wan hêzan bidin fêmkirin; wê demê yan divê ev êrîş bên rawestandin yan jî bersiv bê dayîn. Xwîn rijandin; xwîna sivîl û fermandaran tê rijandin. Jixwe du kom bûne hedef: yek fermandarên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirine û ya din jî gelê sivîl in.

Dewleta Tirk çima vê yekê dike? Ev dewlet bi taybetî jî desthilatdariya AKP-MHP’ê bi rijandina xwînê dixwaze desthilatdariya xwe bidomîne. Yanî di pêşerojê de hilbijartin hene; dixwazin beriya hilbijartinan bi hestên netewperestiyê girseyên xwe li dora xwe bicivînin û li dijî Kurdan û li dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bidin şerkirin û li ser vê bingehê ji hilbijartinan encam bigirin. Yanî bi rijandina xwînê dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin. Zihniyeteke wisa qirêj û xwînmij e. Ewqas sadîst in. Ji ber vê yekê li Şehba, Cizîr û her derê sivîlan dike hedef û şehîd dike. Fermandarên ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û dema li ser karê xwe bûn, di rê de ji nişka ve rastî êrişê hatin û şehîd bûn. Şerekî wisa tirsonek û komploger heye. Bi vî awayî şer dikin.

Divê her kes li hemberî wê xwedî helwest be. Bê guman beriya her tiştî divê siyasetmedar û pêşengên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev re û bi rengekî xurt têkoşîna siyasî, dîplomatîk û leşkerî bimeşînin. Di vî warî de divê hem hêzên hundir û hem jî yên derve bên ronîkirin û jixwe mafê wan heye ku bersivê bidin. Yanî ev yek li pêşiya gelê me yê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Divê bizanibin ku ev şer niha diqewime. Di rastiyê de dewleta Tirk niha li hemberî wan şerekî bi vî rengî yê taybet û veşartî pêş dixe û divê li gorî vê yekê hişyar bin. Divê xwe nekin hedef; divê xwe biparêzin û wisa tevbigerin. Ji ber vê yekê divê bizanibin ku ev  rewşeke şer ya awarte ye.

TALANKIRINA XWEZA Û DARISTANÊN KURDISTANÊ

* Herî dawî di çapemeniyê de nûçeyên li ser çawaniya talankirin û qetlîamên daristanên Kurdistanê hatin dayîn. We wek tevger we ji hin meylên berê li hember daristanên Tirkiyeyê hatin kirin re gotibû bisekinin û we ew rexne kirin. Di qonaxa niha de hûn dixwazin li ser vê yekê çi bibêjin?

Rast e. Rêxistinek bi navê Însiyatîfa Zarokên Agirî heye. Çend sal berê hatiye damezrandin. Koma welatparêzan e. Ne çekan, rêbaza şewitandinê bi kar tînin. Gotin, ‘Em ê ji dijmin hesab bipirsin; em ê bibin bersiva şehîdan’ Lê ji aliyê rêxistinî ve ti têkiliya wan a organîk bi me re nîne. Niha jî ew rêbaza şewitandina daristanan pêk anîn; me rexne kir, em li dijî şewitandina daristanan in. Lê niha dijmin bi taybetî li Botanê hemû daristanên Xerzan, Dêrsim, Amed û Kurdistanê dibire, lê li hemberî vê yekê li Tirkiyeyê ewqas helîkopter, balafir û agirkuj ji bo parastina daristanan tên dabînkirin. Yanî daristanên Kurdistanê tine dike, lê daristanên Tirkiyeyê diparêze. Cudakariyek pir mezin heye.

Jîngehparêzên Tirkiyeyê di vî warî de bi ser neketin. Yanî dema mijar dibe daristanên Tirkiyeyê bertek nîşan didin, lê li hemberî pêkanînên li Kurdistanê tên kirin bêdeng dimînin. Eger ku ewqas cudakarî, qetlîama daran, qetlîama daristanan heye, em ê çawa Zarokên Agir rexne bikin! Wan diyar kirin ku dijmin di her warî de cihêkariyê dike û gotin ku mafê wan e ku van çalakiyan bikin. Niha eger Zarokên Agir bi heman rengî li Tirkiyê şewatan derxin, kî dikare ji wan re tiştekî bibêje! Ji ber vê yekê divê rewşenbîr, jîngehparêz, kesên ku li hemberî vê qetlîama xwezayê û li wêrankirina daristanên Kurdistanê temaşe dikin û tiştekî nakin, divê pêşiya vê yekê bigirin.

* Berê li ser ciwanên ku dixwestin tevlê tevgera we bibin, we nirxandinên cuda kirin. We diyar kir ku ciwanan xwest tevlê bibin lê rê nedîtin. Hûn têkildarê şêwazê vê yekê dixwazin çi destnîşan bikin?

Belê. Di derbarê tevlêbûnê de ez dikarim behsa hin tiştan bikim. Yanî tevlêbûn pêwîst e. Em dizanin ku hevalên ciwan ên ku dixwazin tevlê bibin hene. Lê dijmin gelek tedbîr girtin. Ew jî rastiyek e. Mînak xwegihandina qadên navendî pir zehmet e. Lê her kes ji bo ku bibe gerîla dikare bi eyaletan re têkilî dayne û ji hundir tevlê bibe. Di vî warî de divê gerîlayên li eyaletan dest ji nêzîkatiyên ku şervanên nû qebûl nakin berdin. Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî mirov dikare astengiyên ku derkevin holê jî derbas bike. Rêya wê ev e.

* Gotineke we ya dawîn hebe, em dikarin vê gotina we ya dawîn jî ragihînin.

Bi giştî em ji serdemeke dîrokî re derbas dibin. Ji bo me, ji bo tevgera me, ji bo gelê me demek pir stratejîk e. Em dixwazin di vê mijarê de ji pêvajoyê re bibin bersiv, lê ji bo vê jî divê her heval û her welatparêz li erka xwe xwedî derkeve. Tenê li ser vê bingehê gelê Kurdistanê dikare navê xwe li ser serketinê binivîsîne. Li ser vî esasî hemû guhdaran bi rêzdarî silav dikim û ji her kesî re serketinê dixwazim."