Qetlîama 33 gule: Bi qasî qetlîamê helwesta dewletê jî hêrsa me zêde dike

79 sal ji ser qetlîama 33 gule derbas bû lê dewlet hê jî Mûglali wekî qehremanekî dibîne. Parêzer Jiyan Ozkaplan got “Rûbirûn pêk nehatiye û şerm jî nakin.”

Parêzer Jiyan Ozkaplan a ku xizmên wê jî di Qetlîama 33 guleyan de hatiye qetilkirin, diyar kir 79 sal ji ber qetlîamê derbas bûye û hê jî goristan nehatine teslîmkirin û bal kişand ser vî tiştî kesê ku qetlîam kiriye ne wekî kujerekî lê wekî leşkerekî qehreman bi peyker tê jiyîn û dewletê navê kujer daye rê.

Bi fermana Orgeneral Mûstafa Mûglali di 28’ê Tîrmeha 1943’an de dewletê li Qelqeliya Wanê 33 gundî biriye Çemê Sefoyê û leşkeran ev kes qetil kirin û bi ser de dewlet Mûglali wekî qehreman dibîne. Dewletê di sala 2004’an de navê Mûglali da leşkergeha li Qelqeliyê. Ji ber nerazîbûn û bertekan ev nav di sala 2010’an de hate rakirin. Lê li Mûglayê navê wî dan rêyekê û li baxçeyê Serokatiya Artêşa Giştî ya Tirk jî peykerekî Mûglali heye.

Di salvegera qetlîamê de yek ji xizma kesên hatine qetilkirin parêzer Jiyan Ozkaplan ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Jiyan Ozkaplan diyar kir divê dewlet hevrûyî qetlîamê bibe û lêborîna xwe ji malbatan bixwaze û got “Li Tirkiyeyê hiqûq bi kodên siyasî didome. Ji berê û heta niha ev tişt neguherî. Ji Zîlanê heta Madimak û Roboskiyê tiştek neguherî. Ne hevrûbûn pêk hatiye û jî şerm dikin. Kujerên vê qetlîamê yan nayên zanîn an jî qehreman in.”

ÇEMÊ SEFOYÊ HÊ JÎ QEDEXE YE

Parêzer Ozkaplan diyar kir dema ku mesele were ser Kurdan fikra dewletê qet naguhere û kî desthilatdar be jî polîtîkaya li ser Kurdan didome û got “Qetlîam berê wekî ‘şer’ didin nîşandan û tê îddîakirin kesên hatine qetilkirin êrîşî leşkeran kirine û vî tiştî wisa dixin raporan. Ji bo veşartina şopan jî dora Çemê Sefoyê tê girtin û ji wê rojê şûnde destûr nayê dayîn kes nêzî herêmê bibe. Hê jî ev rewş didome.”

REWŞEKE TRAVMATÎK E

Parêzer Ozkaplan diyar kir wan xizmên kesên hatine qetilkirin ji bo ku navê Mûglali ji leşkergehê were rakirin têkoşiyane û di têkoşîna xwe de bi ser ketine û got “Lê li Mûglayê hê jî navê rêyekê Mûglali ye. Ev rewşeke travmatîk e. Şîn neqediyaye, êş derbasî nifşên nû dibe û em daxwaza hevrûbûnê dikin. Qetlîama 33 gule wekî hemû qetlîamên din hêrs û êşê bi mirov re çêdike. 79 sal derbas bûye lê hê jî goristan nehatine teslîmkirin.  Kesê ku qetlîam kiriye ne wekî kujerekî lê wekî leşkerekî qehreman bi peyker tê jiyîn û dewletê navê kujer daye rê. Komara Tirkiyeyê hevrûyî qetlîamê nabe. Bi qasî qetlîamê helwesta dewletê jî hêrsa me zêde dike.”