Ferhat Şiblî bi merasimekê hate bibîranîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çileya Şehîd Ferhat Şiblî de ew bibîr anî bang li saziyên herêmî û navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û qada hewayî ji firînê re bigirin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şehîd Ferhat Şiblî di çile rojiya xwe de bi merasimekê hate bîranîn. Malbatên şehîdan, kesayetên naskirî û welatparêzan li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li merasimê bûn.

Bîranîn li Nûnertiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê Nûnertiyê jî Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd daxuyanî xwend. Siwêd destpêkê di Şehîd Ferhat Şiblî û Jiyan Tolhildan hemû şehîdên Kurdistanê bibîr anî.

‘DAGIRKER DIXWAZIN TOLA DAÎŞ’Ê HILÎNIN’

Siwêd anî ziman ku dewleta Tirkiye ya faşîst ji bo sernixumandina pirsgirêkên xwe yên aborî, siyasî û pirsgrêkên mafê mirovan û ji bo pêkanîna xewin û xeyalên xwe ya vegera Împratoriya Osmanî bi hemû hovîtiya xwe ve êrîşî gelên cîran dike û got: “Hemû zagonên navdewletî binpêdike û rojana li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bi sedan sivîl têne bombebarankirin û dı encamê de qurbanî û zirar çêdibin û herî dawî li bajarê Zaxo û li Til Temir sivîl hatin hedefkirin û di encamê de bi dehan sivîl şehîd ketin û birîndar bûn.

Herî dawî 22’yê Tîrmehê 3 jinên têkoşer li bajarê Qamişlo hatin hedefkirin. Fermendar Jiyan Tolhildan û hevalên wê Roj Xabûr û Barîn Botan ku di nava pêngavên tunekirina DAÎŞ’ê de pêşeng bûn bi rêya êrîşeke balefiran hatin şehîdxistın û bi vî awayî dewleta Tirk ya faşîst hewil dide tola DAÎŞ hilîne û yên ku cîhan ji terora DAÎŞ’ê xilas kirin dike hedef.”

Siwêd diyar kir ku divê îro jî hemû rojan pêwîstî bi yek helwestî û yekrêzıyê heye dı nava gel û pêkhateyên herêmê de û got: “Da ku sazî û rêxistinên navdewletî neçarî helwest dayînê li dijî destdirêjî û dagirkeriya dewleta Tirk bike.”

‘BILA QADA HEWAYÎ JI FIRÎNÊ RE BÊ GIRTIN’

Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd daxwaz kir ku qada hewayî li balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.

‘BI ERKA XWE RABIN’

Her dawî Swêd, sersaxî ji malbatên hemû şehîdan re xwest û bang li Hikûmeta Herêmê û Iraqê kir ku bi erka xwe rabin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku 17’ê Hezîranê 2022’an li Kelarê Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şehîdkirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.