Civaka Êzidî wê stûyê xwe xwar neke

Endamê Fermandariya Akademiyên Şehîd Mam Zekî Kendal Çiya diyar kir gelê Êzidî rêxistinbûna xwe ya di warê leşkerî, siyasî û civakî de pêk aniye û ew ê rêxistinbûna xwe geştir bike.

Endamê Fermandariya Akademiyên Şehîd Mam Zekî Kendal Çiya bi wesîleya salvegera dagirkerî û qetlîama li ser civaka Êzidî ya ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk anîbû ji ANF’e re axivî.

Kendal Çiya diyar kir bi qasî 8 salan civaka Êzidî di serî de hemû gelê Kurd di nav pêvajoyeke giran de bûn û dewleta Tirk di êrîşên xwe yên qetlîamê de israr kiriye.

Çiya diyar kir li Kurdistanê şer û berwedaneke mezin heye û got “Gelê Kurd êdî ne wekî berê ye, gelê me xwe rêxistin kiriye. Gelê me dizane dewletên ku piştgiriyê didin dewleta Tirk armanca wan çi ye û dizane kîjan dewlet li pişt van qetlîaman e.

Kendal Çiya diyar kir ku dewleta Tirk piştgiriyê dide çeteyên DAÎŞ’ê û di sala 2014’an de dema ku DAÎŞ’ê Mûsûl dagir kir jî tiştek bi peywirdarên dewleta Tirk ên li konsolosxaneya Mûsûlê nehat û got “Heta niha 3 rêveberên payebilind ên DAÎŞ’ê hatin kuştin û her sê jî li herêmên di bin dagirkerî û kontrola dewleta Tirk de bûn. Ev jî diyar dike têkilî çiqasî kûr e. Dewletên din jî bi vê têkiliyê dizanin. Çavê xwe ji vî tiştî re digirin û bêdeng dimînin ev jî tê wateya ku piştgiriyê didin dewleta Tirk.”

GELÊ ŞENGALÊ RÊXISTINBÛNA XWE MEZINTIR DIKE

Çiya diyar kir PDK’ê Şengal neparast û reviya û ji ber vî tiştî divê xwerexneyeke cîddî bide lê piştî qetlîamê jî xeta xwe ya îxanetê domandiye û got “Piştî fermanê êdî gelê me baweriya xwe bi tu hêzêke din nayne. Hêzên ku beriya fermanê diyar dikirin wê gelê me biparêzin, gelê me berdan û çûn. Hêzên PDK’ê fîşekek jî neteqandin û reviya. Gelê me bi saya tecrubeyên xwe û bi saya piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdan hêzên xwe yên xweparastinê û xwerêxistinbûna xwe geş kir. Li ser vê çarçoveyê hêzên YBŞ û YJŞ’ê ava kir û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê îlan kir. Gelê me rêxistinbûna xwe mezin û xurt kir. Gelê me hay ji siyaset û tifaqên qirêj jî heye. Ji ber vê xwedî li hêzên xwe derdikevin û piştgiriyê didin hêzên xwe.”

9’Ê COTMEHÊ DÛMAHÎKA 3’Ê TEBAXÊ YE

Çiya diyar kir PDK’ê fêm kiriye ku wê nikaribe rêxistinbûna gelê me parçe bike û ji ber vê bi teşwîqa rêveberiya Kazimî, nûnerên YE û DYE di 9’ê Cotmeha 2020’an de peymaneke qirêj îlan kirine û got “Ev tişt ji bo encamkirina qetlîama di 9’ê Cotmeha 2014’an de bû. Xwestin gelê me di bin dagirkeriyê de tasfiye bikin. Li ser vî esasî pêşengên gelê me kirin hedef. Bi dehan hevalên me yên wekî Mam Zekî, Saîd Hesen Saîd, Dijwar Feqîr, Heval Zerdeşt û Heval Azad hatin qetilkirin. Qetlîama Skeniyê hate kirin. Rêveberiya Kazimî nerazîbûn nîşan neda. Bi fermana Kazimî di 17’ê Nîsanê de artêşa Iraqê êrîşî Şengalê kir. Di vê êrîşê de xwestin YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê parçe bikin û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê tasfiye bikin. Bi berxwedana YBŞ, YJŞ û hêzên me yên Asayîşê ev êrîş hate pûçkirin. Gelê Iraqê û hinek fraksiyonan jî piştgirî neda vê êrîşê.”

Çiya diyar kir heke gelê Iraqê yekîtiya xwe pêk neyne, dewleta Tirk a faşîst di serî de wê hêzên qetlîamxwaz êrîşên xwe bidomîne û got “Heke em gelên Iraqê dixwazin bi reng, ziman, çand û zimanê xwe bijîn divê em li ser esasê felsefe û paradîgmaya Rêber Apo jiyana bi hev re ya gelan a demokratîk ji xwe re bikin esas. Di vê pêvajoyê de pêdiviya gelê Iraqê bi yekîtî û wekheviyê heye. Ev salek e li Iraqê hilbijartin hatiye kirin lê hikumeta nû nehate avakirin. Ev krîz û kaos rê li ber êrîşên dagirker vedike. Divê Iraq pirsgirêkên xwe çareser bike û dawî li krîzê bîne. Divê vî tiştî jî bi metodên demokratîk û bi dayîna mafên gelan pêk bîne. Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk çareseriya herî maqûl e. Heke wisa li ser pirsgirêkan nesekinin wê pirsgirêk kûr bibe. Dewleta Tirk hêzeke dagirker e. Heke em pirsgirêkên xwe çareser nekin wê qetlîamên wekî Skeniyê, Sinûnê û Perexê pêk were.”

DIVÊ DEWLETA TIRK JI IRAQÊ WERE DERXISTIN

Çiya diyar kir dewleta Tirk dewleteke dagirker e û divê ji Iraqê were derxistin û got “Em zarokên civaka Êzidî, hêzên YBŞ û YJŞ’ê em ê li hemberî qetlîaman bêdeng nemînin û qetlîama di 3’ê Tebaxa 2014’an de jî tê de em ê hesabê hemû qetlîamên li ser gelê xwe bipirsin. Me çawa hesap ji DAÎŞ’ê pirsî em ê hesab ji dewleta Tirk û îxanetkaran jî bipirsin. Me ev soz daye şehîd û gelê xwe.”