Xal Elî: Min bavê xwe di nav cenazeyê 60 kesan de dît

Berpirsê Tûgaya Laleş a Şengalê Xal Elî behsa bîranînên xwe yên dema fermana sala 2014’an kir û diyar kir ku armanca fermanê qirkirina civaka Êzidî bû û got: “Di dema fermanê de ji me re gotin hûn nebin Misilman em ê we bikujin lê me qebûl nekir.”

Berpirsê Tûgaya Laleş a Şengalê Xal Elî bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dema ferman rûda ew bi xwe li bajarokê Xanesorê bû û da zanîn ku PDK’ê Êzidî teslîmê DAÎŞ’ê kir.

‘DIVÊ EM BIZANIN KÎ BERPIRSÊ FERMANÊ YE’

Xal Elî bal kişand ser rastiya fermanê û diyar kir ku ya girîng ew e ku mirov bizane ka kîjan hêz li pişt fermanê ne û wiha got: “Cîhan hemû dizane fermanek çawa çêbû. Divê mirov beriya her tiştî bizane sedema çêbûna wê fermanê çi bû û kî berpirs e.PDK, Emerîqa û Sunniyan ferman pêk anîn. Wan ev ferman li ser qewmê Êzidiyan anîn. Beşek ji Misilman û Erebên li derdora me jî li dijî ola Êzidiyan cîh girtin û ferman pêk anîn. Lê armanca wan kesan ne tenê li dijî qewmiyetê bû. PDK’ê xwest zimanê me ji holê rake. Di heman demê de hînek Kurdên ku di nav Şengalê de dijiyan, cîh girtin. Bêguman ji bo hemûyan nabêjim, yên baş jî li her derê hene.”

“GOTIN KÎ NEBE MISILMAN EM Ê WAN BIKUJIN”

Berpirsê Tûgaya Laleş a Şengalê Xal Elî anî ser ziman ku dema di fermanê de hewl didan malbata xwe bigihînin cihê ewle DAÎŞ’ê ew sekinandine û gotine ger hûn nebin Misilman em ê we bikujin. Xal Elî wiha behsa wan kêliyan kir: “Saet 2:30 bû. Yekî bi Erebî got; ‘kî nebe Misilman em ê wan bikujin.’ Min bersiv da û got; Em nabin Misilman.Em hatin mifreqa Sînûnê û me cardin sekinandin û gotin, em ê we bikujin. Me got hûn nikarin me bikujin.”

 ‘MIN BAVÊ XWE DI NAV CENAZEYÊ 60 KESAN DE DÎT’

Xal Elî diyar kir ku destpêkê bavê wî li Xanesorê bû dema êrîş pêk hat gotiye ez ê malbatê kom bikim û hemûyan ji vir derxim û wiha pêde çû: “Min ji bavê xwe re got ez ê bimînim lê wî got na ezê bimînim û wan hemûyan derbixim. Jixwe bavê min roja 3’an ya fermanê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat girtin. Em pir bandor bûn, di dil de em şikestin û em lewaz bûn. Piştî çend rojên din em her lê geriyan. Me hêvî dikir ku em ê agahiyek jê bigrin. Lê demek  me hêviya xwe jê qut kir û me got em êdî nikarin bibînin, çeteyan ew girtine. Me piştî demeke cenazeyê bavê xwe di navbera Xanesor û Sînûnê de dît. Li vê derê 60 kes qetil kiribûn. Bavê min jî di nav wan de bû.” 

VEGERA ŞENGALÊ Û ŞERÊ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê

Xal Elî bal kişand ser mêvanperwerî û ezimandina civaka Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û got: “Xema me tenê berxwedana Şengalê bû. Me dît ku ciwanên Êzidî dihatin û hevalan wan pêşwazî dikir, çek didan wan û rojek du rojan bi wan re eleqeder dibûn. Heval ciwanên Êzidî perwerde dikir û ciwan tevlî berxwedana Şengalê dibûn. Em çûn gel hevalan. Heval Memo, heval Dilşêr, heval Hedar bû. Em bi wan re rûniştin. Min bi xwe jî fikrê hevalan nas nedikir. Em bi armancekê çûbûn wê derê yan me yê çete bikuştina yan jî em ê hatiban kuştin. Hevalan ji me re digotin fedakar.”

‘EZ JI DISIPLÎN, RÊKÛPEK Û EXLAQA HEVALAN BANDOR BÛM’

Berpirsê Tûgaya Laleş a Şengalê Xal Elî got: “Dema me gundek ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar dikir me hemû xaniyan kontrol dikir ka çeteyên birîndar an jî yên veşartî mane yan ne. Me li herêma Ereban jî wiha dikir. Me malbat ji xanî derdixist û me bang zilamê xwediyê xanî dikir û her derê xanî kontrol dikir. Heya dolabên wan yên cilan jî me kontrol dikir. Hevalan hişyarî dikirin ku ji bo ewlehiyê em hemû di carekê de bi komî nekevin xaniyan.”

‘ŞERÊ HERÎ GIRAN LI SÛKA KEVIN BÛ’

Xal Elî jî di şerê li sûka kevin ya Şengalê de cîh digre û di têkbirina êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de roleke  girîng leyistiye. Xal Elî bi berdewamî got: “Cihê şerê herî giran li sûka kevin bû. Di navbera me û DAÎŞ’ê de carna 80 cm mesafe dibû. Carna jî tenê konek bû ku me bi karnasê bersiv didan êrîşên wan.”

‘EM DITIRSIN KU ÊZIDIYÊN LI EWROPA OLA XWE JI BÎR BIKIN’

Xal Elî got ne tinê PKK û YPG ji bo Êzidiyan şer kirine di heman demê de Êzidî jî şer kirine û got: “Li ser Êzidiyan her tim şer, zext û plan hene lê, dilê me li ser Êzidiyên li Ewropayê ne. Ji ber ku em ditirsin zarokên wan ola xwe ji bîr bikin. Divê mirov li ku derê jî be baş be. Xeterî li ser wan heye. Yên di kampan de jî her roj dişewitin, her roj winda dibin, bi sûcên bêbingeh wan sûcdar dikin. “