Li Amedê milîsên HBDH'ê li dewriyeya polîsan xistin

Milîsên Mordem Erîş (Vedat Bîngol) a HBDH'ê ragihand ku li Amedê ji du aliyan ve li dewriyeya polîsan xistine.

Milîsên Mordem Erîş (Vedat Bîngol) a HBDH'ê daxuyaniyeke nivîskî da û gotin, "Milîsên me yên ji bo hesabê Komkujiya Pirsûsê bipirsin çalakiyên xwe didomînin. "

Milîsên HBDH’ê diyar kirin ku 25’ê Tîrmehê saet di 23.00’an de li Amedê li dewriyeya polîsan xistine û ev agahî dan:

“Li avahiyên TOKÎ yên Seyrantepe ya Taxa Azîziye dewriyeya polîsan bû hedefa milîsên me. Dijminê ku qet li benda çalakiyan bû, milîsên me ji du aliyan ve bi bombe û fîşekên hewayî li dijmin dan. Nehate zelalkirin ku ekîba polêsan ku di nîvê êrîşê de mane mirine yan jî birîndar bûne. Wesayîta dewriyeyê di nava panîkê de reviya.”

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hat gotin:

“Piştî revîna polîsan, milîsên me heta demekê li herêmê çalakiyên xwe berdewam kirin. Li gorî planê bi silametî vekişiyan herêmên xwe. Me got, em dîsa dibêjin. Hesabek me ya ku neyê pirsîn tune! Tu qetlîamên we, sûcên we yên li dijî gelên me yên karker û kedkar bêceza nemînin! Em hêza xwe ji gelê xwe û nemirên xwe digirin. Di hêrsa gelê me yê xizan de, em ê we li her derê bibînin û we ceza bikin!”