Peyama NPG'ê ya pîrozbahiyê

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi peyamekê hemû fermandar û şervanên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê û yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara pîroz kir.

Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) de wiha hat gotin:

“Operasyona dawî ya berfireh a dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin, heta îro 105 roj li pey xwe hişt. Ev êrîşên dagirkeriyê ji aliyê gerîlayên azadiya Kurdistanê ve rastî berxwedaneke dîrokî hat. Eniya yekemîn a vê berxwedanê ya pîroz bi destê fermandar û şervanên leheng ên Eyaleta me ya Zap hate avakirin ku wan bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan û destûr nedan êrîş û dagirkeriyê. Berxwedana hêzên me ya li hemberî êrîşên dagirker ên bi piştgiriya teknîkî ya bêsînor a NATO’yê û meşa wan a li ser xeta serketinê, careke din îsbat kir ku gerîla bin nakeve.

Hûn fermandar û hevrêyên me yên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, we bi îradeyeke bêhempa li hemberî hemû êrîşan li ber xwe da û bi karanîna di nav hev de ya taktîkên dewlemend ên gerîla yên serdema nû derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker xist. Tevî ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, hawan, obus û çekên qedexekirî yên kîmyewî bi hezaran êrîş pêk anî, lê li dîwarên berxwedana we ya ji vîna polayî hatiye lêkirin qelibî û pûç bû. Ne tenê bi hostatî êrîşên dijmin hatine pûçkirin, di heman demê de çalakiyên aktîf yên we hevalan yên bi rengê tîmên bi tevger û yên di tunelên şer de, her wiha cesareta bilind û kêrhatiya serketî ya pêkanîna taktîkên serkeftinê yê we derbên giran li dijmin xistiye.

Piştî helîkoptera êrîşê ya ku we di 30’ê Gulanê de xistibû, 24’ê Tîrmehê jî helîkoptereke din a Skorsky li qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hate xistin. Piştre jî di 25’ê Tîrmehê de tîmên me yên bi tevger ji du baskan ve bi taktîka vedizînê dagirkerên li herêmê hatine hedefkirin û bi serketineke mezin li wan hatiye xistin, tankek hate rûxandin û herî kêm 5 dagirker hatin cezakirin. Ev çalakiyên serketî yên li hemberî dagirkerên ku dixwestin êrîşî tunelên şer bikin, mînakên herî berbiçav ên şêwaza lêdana Bazê ne.

Li rex serkeftina leşkerî ya van çalakiyên encamgir û serketî, her wiha bûyîna bersiva êrîşa nemirovane ya dewleta Tirk a qirker ya li dijî sivîlên bêguneh ên li Perex a Zaxoyê pêkanî, nîşan da ku Gerîlayê Azadiyê hêza parastina rewa ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Di heman demê de ev çalakiyên ku di salvegera heftemîn a êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de li ser gelê me û tevgera me dabûn destpêkirin, careke din îsbat kir ku hewldanên tasfiyekirina doza hebûn û azadiyê ya gelê Kurdistanê pûç in.

Em hemû hevrêyên fermandar û şervan ên ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de bi taktîkên afirîner ên li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ku di van çalakiyên serkeftî de ked dane, di nava şert û mercên dijwar de bi îradeyeke bilind li ber xwe dane, pîroz dikin. Em di serî de Berxwedêrên Şikefta Birîndara, hemû hevrêyên me yên ku di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girtine û bi rengekî fedaî li ber xwe didin û gav bi gav ber bi serkeftinê ve dimeşin bi germî silav dikin û serketinê ji wan re dixwazin.”