Malbatên girtiyên nexweş banga piştevaniyê kirin

Malbatên girtiyên nexweş diyar kirin; “Em ê heta dawî xwedî li zarokên xwe derkevin” û banga piştevaniyê kirin.

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê naye berdan li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 254’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî  (ATK) berdewam kir. Di çalakiyê de endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê jî piştgirî dan çalakiyê.

Di daxuyaniyê de dayika Civan Boltan, Nazîme Boltan anî ziman ku ev 9 meh in nobetê digirin û wiha got: “Girtiyên me nexweş in, pîr û kal in û em dibêjin ku divê di zûtirin demê de bên berdan. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê ew girtî yan li malê bên dermankirin an jî tedawiyeke baş li wan were kirin. Em her roj banga edaletê dikin û dibêjin ku li gel doza zarokên xwe ne.” Boltan, destnîşan kir ku wezereta edeletê qanûna xwe bi cih nayîne û wiha domand: “Ji bo nexweşên girtî û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin divê qanûnek bê derxistin.”

Bi domdarî Boltan anî ziman ku sedema van nêzikatiyan Kurdbûna wan e û axaftina xwe wiha qedand: “Lê belê divê baş pê bizanin ku em xwe û zimanê xwe înkar nakin. Min çar salan kurê xwe nedît. Bila zarokên me bînin cem me da ku bibînin. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin.”

Çalakiya malbatan bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.