Li Mamreşoyê 3 leşker û 4 kontra hatin cezakirin

Gerîlayên HPG/YJA Star’ê li herêma Mamreşo ya Avaşînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di çalakiyê de 3 leşker û 4 kontra hatin cezakirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên gerîla hatin bidestxistin de; 25’ê Tîrmehê li dijî dagirkerên li qada Mamreşo ya herêma Avaşînê çalakî hat lidarxistin.

Hat zanîn ku di çalakiyê de 3 leşker, 4 kontra; bi tevahî 7 dagirker û hevkar hatine cezakirin.

Hat diyarkirin ku gerîlayan, dest daniye ser gelek çek û alav û amûrên leşkerî.