Li Çemço herî kêm 9 dagirker hatin cezakirin

Hat ragihandin ku di çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li Çemço ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de herî kêm 9 leşkerên Tirk hatin cezakirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên HPG’ê hatin girtin, yekîneyên gerîlayan li dijî leşkerên dagirker yên dixwestin ber bi eniyên şer yên Girê Şehîd Adil ên li herêma Berxwedana Çemço ve bi pêş ve biçin, rêze çalakî li dar xistin. Hat ragihandin ku di van çalakiyan de herî kêm 9 dagirker hatine cezakirin.

Hat diyarkirin ku li herêmê pevçûnên dijwar didomin û derbarê encamên pevçûnan de wê piştre agahiyên berfireh bên parvekirin.