Li Rojhilatê Kurdistanê 2 kolber birîndar bûn

Doh şev li 2 herêmên sînor ên Rojhilatê Kurdistanê ji ber gulebarana hêzên Îranê û teqîna mayinê 2 kolber birîndar bûn.

Hat zanîn ku doh bi şev li ser sînorê Newsûdê hêzên Îranê li pêşiya kolberan kemîn danîne û dema kolber derbas dibin gule li kolberan reşandine. Di encamê de kolberê bi navê Celîl Kerîmî xelkê gundê Şirkan a Pawe ku bavê 3 zarokan e ji lingê xwe ve birîndar dibe.

Her wiha hat ragihandin ku li ser sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî ciwan ku navê wî nehate zanîn di dema kolberî dikir mayînek bi wî teqiyaye. Di encama teqînê de kolberê ciwan bi giranî birîndar dibe.