Qetilkirina kolberan didome: Kolberek hat kuştin, 4 kolber jî birîndar bûn

Li ser sînorê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê ji nêz ve gule li komek kolberan reşand. Di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 4 kolber jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku doh êvarê komek kolber ku li sînorê Bane kolberî dikirin, rastî guhelbarana hêzên Îranê tên. Di encama vê gulebarana hêzên Îranê de kolberekî bi navê Şêrko Çavşînî (38) ku bavê zarokekê ye jiyana xwe ji dest da û herî kêm 4 kolberên bi navê; Bêhzad Emînî ê ji Seqizê, Mihemed (paşnavê wî nehat zanîn) ê ji Seqizê û  Dana Şeibanî û Rizgar (paşnav nehat zanîn) ên ji Bane jî birîndar bûne.

Kolberên birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya bajarê Bane.

Her wiha hat hînbûn ku kolberên ku rastî gulebaranê hatine ti tiştek bi wan re tune bûye û dîsa jî hêzên Îranê gule li kolberan reşandine.