Li Êlihê qurbaniyên fermana 3'ê Tebaxê hatin bîranîn

Rêxistina HDP'ê ya Êlihê di salvegera 8’emîn a Qirkirina Êzidiyan de daxuyaniyek da û xwestin 3'ê Tebaxê weke roja çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî qirkirin û qirkirina jinan bê îlankirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek dan.

Berdevka Meclisa Jinan a HDP Ayşe Acar Başaran, Parlamentera Êzîdî ya HDP’ê  Feleknas Uca, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa  “Heta ku 3’ê tebaxê wekî roja çalakiyê ya navneteweyî ya li dijî qirkirin û qirkirina jinan bê îlankirin, têkoşîna me wê bidome, em ê jiyana azad ava bikin” hate hilgirtin. 

Berdevka Meclisa Jinan a HDP Ayşe Acar Başaran diyar kir ku gefên li dijî Êzidiyan îro jî dewam dike.

Başaran got: “Îro dixwazin gelê Êzidî ser axa wan koçber bikin  û baweriya wan tune bikin. Yên ku îrade, helwest û baweriya wan qebûl nakin, îro êrişên xwe zêdetir didomînin. Êzidî  di dîroka xwe de her tim bi komkujiyan re rû bi rû mane. Yên ku ev qetlîamê pêk anîn nehatin darizandin. Nerazîbûnên li qada navnetewî kêm man. Gelê Êzidî li dijî van êrîşên berdewam parastina xwe ya xweser ava kirin. Kes nikare pêşiya vê bigre. Yên ku cilên reş li jinan kirin û li bazarên koletiyê dan firotin, îro jin li dijî wan jiyana azad ava dikin. Bi rêxistinbûna xwe bersiva qirkirinê dan. Em bi hezaran silav ji civaka êzidî ku îradeya xwe teslîm nekir re dişînin.”