Qurbaniyên Şengalê li Silêmaniyeyê hatin bîranîn

Li Silêmaniyeyê, ji bo Êzidiyên li Şengalê hatin qetilkirin merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Li salona Xak a Silêmaniyeyê ji bo bîranîna qurbaniyên Qirkirina Şengalê merasîmeke bîranînê hate lidarxistin. Tevî xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane, nûnerên partiyên siyasî yên li Şengalê beşdarî merasîmê bûn, ku bi dirûşma "Divê birînên Şengalê û Êzidiyan bêne pêçandin" hate lidarxistin.

Destpêka merasîmê pêşangeheke wêneyan a ji 100 wêneyên di dema fermanê de hatin kişandin, hate nîşandan.

Piştre jî hunermendên Êzidî ji bo bîranîna qurbaniyan stran gotin.

Di çalakiyê de işaret bi girîngiya vegera Şengaliyan a li warê xwe hate kirin. Her wiha ji hikumeta Iraqê jî hate xwestin ku aramiya li Şengalê biparêze, zerarên li mexdûran bû tazmîn bike û Şengalê ji nû ve ava bike.