Jinên Tîrêjên Rojê 17 wesayit û 2 kargeh şewitandin

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku 15 jê luks 17 wesayit û 2 kargeh şewitandine, polîsek jî birîndar kirine.

Di daxuyaniya nivîskî ya Jinên Tîrêjên Rojê de hate ragihandin ku li sê navçeyên Mersdînê di 29'ê Tîrmehê de bi hevdemî çalakî hatin lidarxistin û 15 wesayitên luks û 2 kargehên 'faşîstan' hatin şewitandin.

Li gorî daxuyaniyê, 30'ê Tîrmehê jî li navçeya Sîlîvrî ya Stenbolê li dijî polîsên Tirk çalakî hatiye lidarxistin û di encamê de xisareke mezin li wesayita polîs bûye û yek ji polîsan jî bi giranî birîndar bûye.

Hate ragihandin ku heman rojê li Yeşîlkoya  Stenbolê li dijî faşîstên AKP û MHP'ê çalakî hatiye kirin û faşîstek ji wesayitê hatiye peyakirin, piştre 'hatiye cezakirin' û wesayit hatiye şewitandin.

Însiyatîfê diyar kri ku 30'ê Tîrmehê kesekî ku 'Kurdekî bêparastin bi barbarî lînç kir' hate tespîtkirin, piştre hate şopandin û wesayita êrîşkar hate şewitandin.