Li Şengalê bîranîna şehîdên fermanê bi 3 deqeyên rêzgirtinê destpê kir

Li Şengalê, bîranîna şehîdên fermanê bi 3 deqeyên rêzgirtinê destpê kir. Berêvarê jî wê meşeke girseyî û merasîmek were lidarxistin.

Ji bo salvegera 8'an a Fermana 3'ê Tebaxê, ji 20'ê Tîrmehê ve, bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê  rêzeçalakî tên lidarxistin.

Îro jî salvegera roja fermanê, ku ji ber reva PDK'ê û artêşa Iraqê bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û revandin, bi sedhezaran jî hatin koçberkirin, çalakî dewam dikin.

Destpêkê li gorî dema Şengalê ji saet 10'an heya 10 û 3 deqeyan, ji bo bîranîna cangoriyan, li navenda Şengalê û hemû komelgehan, rêz hate girtin.

Her wiha li ser rêyên sereke û qadan, ji bo bibîranîna roja 3'ê Tebaxê, av tê belavkirin. Saet 17:00 de jî wê meşeke girseyî bê lidarxistin.

Meş, wê li pêşiya dewriyeya Yermûkê destpê bike û heya avahiya Meclîsa Gel a Şengalê bidome. Piştî meşê jî, wê merasîmek bê lidarxistin.