Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar 513 roj li pey xwe hişt

Ferît Şenyaşar ê ku Nobedeta Edeletê didomîne got, “Berpirsiyarê qetlîamê, parlementerê hikûmetê û malbata wî ye.”

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku ji êrişê bi birîndarî filitîbû, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dikin. Nobeta Edeletê ku di 9’ê Adara 2021’an de dest pê kir, 513 roj li pey xwe hişt.

Ji ber ku Emîne Şenyaşar û kurê xwe bi Fadil Şenyaşar ê li Girtîgeha Tipa E a Xarpêtê dîl tê girtin bi rêya telefonê hevdîtin kirin, saetek dereng hatin nobetê. Malbatê di roja nû ya çalakiya xwe de li ser derenceya edliyeyê pankarta bi nivîsa “Bila aanûn bên bi cih anîn, ne talîmat” hilgirtin.  Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Serdar Tum jî piştgirî da malbatê.

Ferît Şenyaşar diyar kir kir Nobeta Edaletê di bin zilmê de dewam dike û got: “Yê ku têkoşîna wê dayîkê nebîne nikare were Rihayê û bila tu bendewariyên wan ji gelê Rihayê nebe.Yên ji Rihayê hatine bijartin, xelkê Rihayê ji wan dipirse, ‘çima ev dayik li ber edliyeyê disekine’. Heta ku ev zilm dewam bike û wê Serokkomar û parlementerên AKP’ê nikaribin bên Rihayê nava xelkê. Yên ku qetlîamê kirin parlementerê hikûmetê û malbata wî ye. Ger li holê qanûnek hebe bila ji bo her kesî wekhev bê pêkanîn.”

Parêzer Serdar Tum jî bal kişand ser bêhiqûqiya di dosyayê de û wiha got: “Ceza li Fadil Şenyaşar birîn, ev biryar ne hiqûqî ye.