Temenekî ji bo azadiyê: Ahmet Rûbar

"Fermandarek divê bi vî rengî be. Her kêliyê bi şervanên xwe re tevbigere, parve bike, bike, bikenîne, motîvasyonê biafirîne. Yanî divê mîna hevalê Ahmet be. Fermandarekî xwezayî û cidî."

Bû cara çendan ku şahidiyê birêketina rêwî re dikim. Her yek ji wan, bi bîranîn û çîrokên li pey xwe hiştî, em bi azadiyê ve girê da. Gelo li diyarên din birêketinên bi vî rengî hene ku dilsoziyê xurt dike? Nizanim bê li diyarên din hene yan na, lê ev xak bi hêviya gerîlayên azadiyê yên mîna Şehîd Ahmet Rûbar şîn dibe. Bîranînên ku li pey xwe hiştine yek bi yek şîn dibin.

Sal 2017, em li qada Çemço ya Zapê ne. Ji bo dîtina hevalên gerîla yên ku Rêber Apo dîtine, li Şamê li akademiya perwerdeyê mane, me dest bi rêwîtiyeke dûr û dirêj kir. Mirov li gelek însanan rast tê û nas dike. Lê belê kêm însan bandorê li mirovan dike û nayê jibîrkirin. Ji bo hezkirina ji mirov û hurmetê. Dema ku ew mirov ji bo azadiyê bi rê ketibe, hingî her nêrîn, her kenê wê/wî bi wate dibe. Yek ji wan mirovan ku bandor li min kir, gerîlayê azadiyê, yek ji fermandarên leheng Ahmet Rûbar bû.

BIKIŞÎNE, BILA JI DÎROKÊ RE BIMÎNE

Xwe ji kamerayê vedigirt û digot, "Ez ê bîranînên bi Rêbertî re bi te re parve bikim, lê belê li pêşiya kamerayê nebe dibe?" Bi inat jê re dibêjim nabe, ji ber ku tu yê bibe beşek ji vê dîrokê. Jê re dibêjim, ji ber ku divê tu û yên mîna te bêne dîtin, bêne xwendin, bêne zanîn. Careke din dikene û dibêje, "Baş e, bikişîne bila ji dîrokê re bimîne. Dibe ku paşerojê ew jî mîna bîranînekê bimîne." Bala wî çû ser çiloyekî li erdê. Min nexwest wê kêliyê xera bikim, ji ber ku min hîs dikir ku wê tiştên bedew pê re bên. Çavên wî dibiriqîn û bi kelecaneke mezin dest bi axaftinê kir: "Sal 1997 bû. Bi armanca perwerdeyê li qada Rêbertî bûm. Ji bo min yek ji kêliyên herî bi wate bû."

RÊBERTÎ JI MIROVAN HEZ DIKIR

Me hîn dest bi bernameyekê nekiribû, wî dest bi axaftinê kiribû. Wê kêliyê gotinên wî di dilê xwe de dikim arşîv. Bi baldarê lê guhdarî dikim. Ahmet Rûbar dema ku qada Rêber Apo dikir, hestek welê dida mirovan ku mîna wê ji dilê wî xwe bide der. Gelo ev dilsoziyeke çawa bû, hezkirineke çawa bû. Tevî ku min qet nedîtibû jî ji gotin û vegotinên gerîla Ahmet careke din bûm heyranê zanatiyê.

Ew dewam dike: "Dema ku min cara ewilî Rêbertî dît, herî zêde xwezayîbûna wî bandor li min kir. Her kes li dora xwe dicivand, bi rêxistin dikir. Ev yek ji ber xwe ve dibû. Rêbertî ji mirovan hez dikir. Hez dikir ku bi mirovan re eleqedar bibe, perwerde bike. Ji ber ku Rêbertî qîmet dida mirovan. Lewma dema ku mirovek didît qet ji bîr nedikir. Piştî bi salan jî dema ku li wê/wî mirovî rast dihat, lê dinihêrî û navê wê/wî digot. Dema ku li nava çavê mirovekî dinihêrî xeyala jiyaneke azad dikir."

NEKARÎBÛ XWE LI TECRÎDÊ RABIGIRE

Xewn û xeyala jiyana azad! Şehît Ahmet Rûbar dema ku qala vê dikir, hêvî û xeyala xwe dianî ziman. Bi vê armancê ji xaka esîl a Agirî bi rê ketibû. Tovê azadiyê li jiyana xwe çandibû. Kêfxweşiya şervaniya jiyaneke bi vî rengî bi wate welê nîşan dida ku bandoreke mezin li mirovan dikir. Qala tecrîda li ser Rêber Apo dikir. Qalê dikir bê çawa di her kêliyê de bandorê li wî dike û ji bo wî sedema herî mezin a şer e: "Rêbertî miroveke ku di asta herî bilind de heqîqetê dijî û ev yek li cihekî mîna Îmraliyê kiriye. Çi dibe bila bibe azadiya fîzîkî ya Rêbertî divê ji bo me hinceta herî mezin a şer be. Hiştina mirovekî azad li cihekî êşkenceyê, ne rewşeke ku em karibin xwe lê rabigirin. Lewma ez ê bi vê îdîayê heta dawiyê têbikoşim, şer bikim."

FERMANDAREK DIVÊ BI VÎ RENGÎ BE

Piştî ku bername qediya, em bi hevalên gerîla yên ciwan re yên li qadê sohbetê dikin. Di dema sohbetê de yek ji gerîlayan qala fermandarê xwe Ahmet Rûbar dike û dibêje, "Fermandarek divê bi vî rengî be. Di her kêliyê de bi şervanên xwe re tevdigere, parve dike, dikene, dikenîne, motîvasyonê diafirîne. Yanî divê mîna hevalê Ahmet be. Xwezayî ye, bi qasî xwezayî ye, fermandareke ku bi cidî şer dike."

HEVDÎTINA DAWÎ

Fermandar Ahmet Rûbar digot, "Heval şer giran dibe. Rahêjin kameraya xwe û ji bo kişandina cihê heqîqeta rasteqîn, şervanên ji bo heqîqetê şer dikin, hûn ê bên" û dikeniya. Ya rast ji me re digot; bikişînin, bikişînin ku mirov ti carî dest ji hêviyê bernedin. Bikişînin ku kes zarokên van çiyayan ji bîr nekin. Ji ber ku 'jibîrkirin xiyanet bû'.

Dema ku em bi rê ket û şehîd Ahmet Rûbar li pey xwe hişt, me bîranînên wî di dilê xwe de çand. Bîranînên wî wê di dilê me de bin.