KONGRA-GEL: Mirovahî deyndarê gelê Êzidî ye, divê Şengal xweser be

KONGRA-GEL diyar kir ku ji ber fermanên li gelê Êzidî rabû, gelên Kurdistanê û mirovahî deyndarê Êzidiyan e û destnîşan kir, ku xwestina efûyê jî bi misogerkirina xweser a Şengalê dibe.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL ji ber salvegera 8'an a Fermana Şengalê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Em di 8’emîn salvegera komkujiya Şengalê de DAÎŞ'ê û hevkarên wan hemûyan bi tundî şermezar dikin. Jin-zarok her kesên di komkujiya Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin. Hêzên ku ji bo hawara gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd ketin, em wan gerîlayên HPG-YJA Starê, hêzên YPG-YPJ’ê bi rêzgirtin bibîr tînin. Ew şehîdên qehreman gelê Şengalê ji komkujiyeke seranser parastin. Em deyndarên wana ne, di dîroka gelê Kurdistanê de wê her tim bêne bîranîn."

'PDK Û HIKUMETA IRAQÊ JI BER REVA JI ŞENGALÊ YEKSER ŞIRÎKÊ KOMKUJIYÊ NE'

KONGRA-GEL bi bîr xist ku 3'ê Tebaxa 2014'an li hemberî êrîşên DAÎŞ'ê, PDK'ê û artêşa Iraqê gelê Şengalê neparast û wiha dewam kir: "Hêzên xwe ji Şengalê bi reverev derxistin, bêparastin û bêçek gelê Şengalê li hember komkujiya DAÎŞ'ê tenê hiştin. Ji ber vê yekê PDK û hikumeta Iraqê yekser şirîkê vê komkujiyê ne. Bi hezeran jin û zarokên ku hatin qetilkirin, hatin revandin û wek kole di bazaran de hatin firotin. PDK û hikumeta Iraqê yekser berbirsyarê vê wehşetê ne. Ev helwesta wan a li dijî gelê Şengalê hê jî berdewame. Gelê Kurdistanê û wek Tevgera Azadiyê em wana bi tundî şermezar dikin û vêya tu caran jibîr nakin."

Di dewama daxuyaniya KONGRA-GEL de hate gotin, "Li dijî Fermana 73'an gelê Şengalê bi berxwedana xwe, bi pêşengtiya jinê şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Xwe bi rêxistin kir, di zîhniyetê de guhertin çêkir, parastina xwe ya rewa pêk anî. Yanî li Şengalê guhertineke dîrokî çêbû. Bi ruhê berxwedanê û bi xwe bawerî, gelê Şengalê ji bo xwe nasnameyeke nû ava kir. Ev delîlê azadiyê ye.

'HETA KU STATUYA GELÊ ŞENGALÊ BI FERMÎ NEYÊ QEBÛLKIRIN, XETERÎ WÊ DEWAM BIKE'

Xeteriya li ser gelê Şengalê dewam dike. Heta ku komkujiya Şengalê neyê qebûlkirin û li gel vê statuya gelê Şengalê bi fermî neyê pejirandin, xeterî wê li ser Şengalê hebe.

Ji ber vê yekê jî xebateke esasî ya vê demê, di qada navneteweyî de bi fermî pejirandina komkûjî û statuya Şengalê ye. Pêwîst e bi tevahî rêxistin û saziyên Kurdistanê li destketên Şengalê xwedî derkevin, pejirandina komkujiyê û statuya gelê Şengalê ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin.

Dewletên dagirker, bi taybetî jî dewleta Tirk li ku derê li ser gel û hêzên Kurd êrîş dike, pêwîste tevahî sazî û rêxistinên Kurdistanê bi hev re yek bin, planên dagirkeran vala derbixin. Li ser vî esasî jî pêwîste tevahî gelên Kurdistanê li gelê Şengalê xwedî derkeve.

'MIROVAHÎ DEYNDARÊ CIVAKA ÊZIDÎ YE, DIVÊ STATUYA ŞENGALÊ XWESER BE'

Ji ber 73 Fermanên li ser gelê Êzidî pêk hatiye, gelên Kurdistanê û bi giştî mirovahî deyndarên gelê Êzidî ne. Niha dema xwedîderketina li gelê Êzidî ye, niha ji gelê Êzidî dema efû xwestinê ye. Ev jî bi tenê bi pêkanîna daxwazên gelê Şengalê, yanî bi pejirandina komkûjî û statuya Şengalê a xweser dibe.

Li dijî komkujiyê berxwedana gelê Şengalê pîroz e, em ji dil ve silav dikin, heta dawî em li gel berxwedana gelê Şengalê ne. Azadî bê bedel nabe. Serketin ya gelê Şengalê ye."