Îmam tecawiz kir, kurê wî yê dozger jî nixumand

Dosya Îmam Îhsan Perteklî ji aliyê dadgerî û siyasiyan ve hate girtin ku li Norşînê li qûrsa quranê dest avêt zarokek 13 salî. Êrîşkarê ku daxwaza teqawîtbûnê kir û ji Norşînê reviya, nayê zanîn bê niha li ku ye.

Bedlîs bi bûyera êrîşa destavêtinê diheje. Bûyera ku her kes pê zane, lê hin hêz mîna sirekê vedişêre, li Qûrsa Quranê ya Norşînê qewimî. Îmam Îhsan Perteklî yê li gundên Norşînê wezîfekirî, ji bo Qûrsa Quranê ya li navenda Norşînê ya Miftitiya Navçeyê hate tayînkirin. Piştî ku salek di ser vê tayînkirinê re derbas bû, bûyerên destavêtinê ketin rojevê.

KURÊ WÎ YÊ DOZGER, ÊRÎŞA DESTAVÊTINÊ NIXUMAND

Ji Qûrsa Quranê ya li Norşînê, şagirtek ji ber êşa li anusê beriya 2.5 mehan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Norşînê. Di encama lêkolînê de eşkere bû ku destavêtin lê hatiye kirin.

Malbat li ser vê yekê kete nava liv û tevgerê û li Dozgeriya Komarê ya Norşînê gilî kir. Zarok her wiha navê 13 zarokên din da ku heman êrîş li wan jî hatiye kirin.

Lê belê siyasiyên AKP'î û burokrasiya dewletê ya li Norşînê ketin nava liv û tevgerê û bi gotina "Hûn ê rezîl bibin, wê heyf be ji bo zarok" kir ku malbat dest ji gilî berde û bûyer nixumandin.

Kurê îmamê tecawizkar Îhsan Perteklî yê ku berê li Mêrdînê wezîfedar bû û niha li Kocaeliyê ye, di vir de kete dewrê. Dozgerê kurê tecawizkar zext li Dozgeriya Komarê ya Norşînê kir û kir ku bûyer ji aliyê hiqûqî ve bê nixumandin.

Di encamê de jî îmamê tecawizkar nehate girtin û daxwaza wî ya teqawîtbûnê hate qebûlkirin. Îmam bi vî rengî reviya.