HPG: 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, droneyek û çeperek ji çekên giran hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şer ev agahî parve kir:

"Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza parastinê ya bingehîn a gelê me ye, ku qirkirin li ser tê ferzkirin, li dijî êrîşên dagirkeriyê berxwedana xwe ya dîrokî dewam dikin. Di çalakiyên tîmên me yên bi tevger de 4 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker birîndar bûn, droneyek û çepereke ji çekên giran hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 15 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 11 caran bi balafirên şer, 26 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên çalakî û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

2'ê Tebaxê saet di 08:00 de droneyek li ser Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê digeriya ji aliyê hêzên me ve hate xistin.

2'ê Tebaxê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkerên ku dixwestin bombeyan li tunelên şer bibarînin çalakî hate kirin û dagirkerek hate cezakirin. Teqemeniyên ku dagirkeran bi xwe re anî bûn kete bin kontrola hêzên me.

2'ê Tebaxê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê cûdî, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi sûîqestê li dagirkeran xistin û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

2'ê Tebaxê saet di 18:30'î de artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û gazên bi jehr êrîşî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir. Bi destwerdana hêzên me re dagirker neçar man xwe vekişînin û piştre bi çekên giran bombe li tunelên şer barandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

2'ê Tebaxê saet di 07:50'î de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara hêzên me bi çekên giran li çepereke dagirkeran a ji çekên giran xistin. Di encamê de çeper tevî 2 çekên tê de hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

2'ê Tebaxê saet di 17:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Werxelê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi kepçeyan çeperê çêbikin, bi çekên giran çalakî hate kirin. Piştî çalakiyê dagirkeran hewldanên çêkirina çeperê ya li qadê rawestandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;

2'ê Tebaxê qadên berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê FM bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî 15 caran hatin bombekirin. Hate tespîtkirin ku ji ber giraniya madeya kîmyewî ya hate bikaranîn, bêhneke giran a boyaxê li qadê belav bû û bêhn diçikand.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên giran, obus, helîkopter û balafirên şer;

2'ê Tebaxê drone li ser qadên Girê Amediyê, Girê Bihar û Berçiya geriyan.

2'ê Tebaxê derdora Saca û Çemê Zapê û derdora gundê Banka yê Metînayê; derdora Gundê Girê û Çemankê yên Garê 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

2'ê Tebaxê qadên berxwedanê yên Girê Fm, Girê Cûdî û Kurojahro 26 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

2'ê Tebaxê ji baregeha leşkerî ya Bamernê ya artêşa Tirk a dagirker ku li nava Başûrê Kurdistanê ye bi obusan qadên Serê Metîna û derdora gundê Banka bi dehan carî hatin bombekirin.

2'ê Tebaxê qada Kela Çemço bi çekên giran û obusên ji aliyê qereqolên li ser sînor ve hatin avêtin bi dehan carî hate bombekirin."