Rêxistinên civakî yên Şengalî: Ji bo jinûve avakirinê gavê biavêjin

Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Şengalê bi wesîleya salvegera qirkirina 3'ê Tebaxê bang li hêzên navneteweyî û herêmî kirin ku ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan û jinûve avakirina Şengalê gavê biavêjin.

Bi wesîleya salvegera 8'emîn a Fermana Şengalê ya 3'ê Tebaxa 2014'an rêxistinên civakî yên Şengalê merasîmeke bîranînê lidar xistin.

Nûnerên 21 rêxistinên civakî yên sivîl ên Şengalê li navçeya Sinunê li kom bûn û qurbaniyên fermanê bibîranîn. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo qurbaniyan find hatin pêxistin. Piştî wê sînevîzyona li ser fermanê hate nîşandan û bi rêya online jina Êzidî Nadîa Muradî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji destên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin û di sala 2018’an de hêjayî Xelata Nobelê a Aştiyê ya Cîhanê hatin dîtin, axivî. Piştî axaftinan komên muzîkê çûn ser dikê û stranên li ser fermanê gotin.

Herî dawî li ser navê 21 rêxistinên sivîl daxuyaniyek hate dayîn.

Daxuyanî wiha ye: “8 sal bi ser fermanê re derbas bûn, lê heya roja me ya îro jî dewam dike. Hîn jî 2 hezar û 882 Êzidî winda ne, heya niha ji 82 gorên komî tenê 31 hatin vekirin. DAÎŞ'ê 68 qubeyên dîrokî teqandin, heya niha tenê 2 car dadgeh hatiye meşandin. Ji bo avakirina jêr zemîna Şengalê heya niha ti gavek ji aliyê dewletan ve nehatiye avêtin.

Li gorî asta pêwîst kar ji bo avakirina Şengalê nayê kirin, heya roja îro tenê 11 dewletan jenosîda li ser civaka me qebûl kiriye. Em bang li hemû welatan dikin ku fermanê weke jenosîdê qebûl bikin, divê hemû welat DAÎŞ'iyên girêdayî xwe dadgeh bikin. Pêwîste Iraq biryara xwe ya di destûrê de girêdayî jinên ku di destê DAÎŞ'ê de rizgar bûne, pêk bîne. Êşa civaka me hîn dewam dike û ji bo sivikkirina vê êşê heya niha ti gavên xurt nehatine avêtin.

Em bang li hemû sazî û rêxistinên Êzidî, cîhanê û herêmê dikin, bi taybetî bang li Neteweyên Yekbûyî û Iraqê dikin, ku daxwaz û mafên civaka Êzidî pêk bînin.

Ji bo civaka me dubare jiyana xwe ava bike, divê mafên wan ên sereke bên dayîn, em bang li Iraq û Neteweyên Yekbûyî dikin, ku ji bo aqûbeta Êzidiyên winda kar bikin.

Em carek din hemû şehîdên fermanê bi bîr tînin, spasiya xwe ji hêzên ku ji bo Şengalê canê xwe feda kirine, dikin. Em daxwaza azadiya Êzidiyên di destê DAÎŞ'ê de dikin, her kes li hemberî civaka me berpirsyar e û divê erkên xwe pêk bînin."