Êzidî hatin bîranîn, xiyanet hat şermezarkirin
Li Amedê bi pêşengiya HDP’ê Êzidiyên hatinî qetilkirin hatin bibîranîn û xiyanet hat şermezarkirin.
Li Amedê bi pêşengiya HDP’ê Êzidiyên hatinî qetilkirin hatin bibîranîn û xiyanet hat şermezarkirin.
Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Amedê bi armanca salvegera 8’emîn a Şengela Qetlîamê li Parka Xezal a navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî da. Aktîvîstên TJA’yê, Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy, rêveberên DBP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Jin bi laçikên spî tevlê bûn û pankarta “Komkujiya jinên Êzidî, komkujiya mirovahiyê ye. Em ji bîr nakin” vekirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Amedê Yasemîn Uçer di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew êrîşa li dijî Êzidiyan êrîşa li dijî mirovahiyê hat kirin bû û hê jî ew birîna Şengalê baş nebûye û wek êşa xwe dibînin. Uçer anî ziman ku DAÎŞ’ê 6 hezar û 417 kes revandine û 3 hezar û 518 ji wan jin bûne û ew ê tu carî wê rojê û qetlîamê ji bîr nekin û hesabê wê bipirsin.
Parlamentera HDP’ê ya Êzidî Feleknas Ûca jî destnîşan kir ku 3’yê Tebaxê wek roja reş derbasî rûpelên dîrokê bûye û wiha got: “Bi êrîşên DAÎŞ’ê re Êzidî li Şengalê tenê hatin hiştin. 8 sal derbas bûn. Bi sed hezaran Êzidî neçar man koç bikin. Qetlîamek wiha li tu devera dinyayê nehatiye dîtin û neqewimiye. Lê ev qetlîam di 3’ê Tebaxê de bi serê Êzidiyan ve qewimî. Jin hatin zincîrkirin û li bazarên koletiyê yên Mûsilê hatin firotin û li gelek deverên Rojhilata Navîn ev rewş qewimî. Jinên ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûn digotin ku ew rojê çend caran dihatin firotin. Di şexsê jinên Êzidî de jinên Kurd bi qetlîamê re rû bi rû man.”
BERTEKA LI DIJÎ XIYANETÊ
Ûca anî ziman ku li gel 8 sal bi ser fermanê re derbas bûye jî 2 hezar û 700 jinên Êzidî winda ne û aqûbeta wan nediyar e û got: “Qedera Şengalê wisa ye. Ev qetlîam li ber çavê hemû dinyayê pêk hat. Lê mixabin Şengal bi birînê xwe re bi tena serê xwe ma. 12 siwarên azadiyê li Şengalê korîdor vekirin û pêşî li fermanek mezintirîn girtin. Yên ku birîna Şengalê wek birîna xwe dibînin, dibêjin ‘Şengal namûsa Kurdistanê ye’, ‘jinên Êzidî namûsa Kurdan e’, 8 sal derbas bûn lê çiqas xwedî li namûsa Şengalê derketin? Yên ku pişta xwe dan Şengalê, dilopek av nedan dayik û zarokên Êzidî. Yên duh Şengalê bi tenê hiştin wê dîrok wan efû neke. Bi sedan jin ji bo nekevin destê DAÎŞ’ê xwe di zinaran de avêtin.”
‘ÊZİDİYAN TU CARÊ Lİ DİJÎ VÊ ZÎHNİYETÊ SERÊ XWE NETEWAND’
Ûca diyar kir ku li dijî êrîşên DAÎŞ’ê berxwedanek mezin li Şengalê deng veda û got: “Li Şengalê jiyanek nû hat avakirin. Divê me xwedî li vê berxwedanê derkevin. Wê tu êrîş û planên li ser Şengalê bi ser nekevin. Wê kes nikaribe li ser Şengalê biryaran bide. Êzidiyan tu carê li dijî vê zîhniyetê serê xwe netewand. Êzidî ango Şengal her tim xwedî li dîrok, ziman, çand û pêşeroja xwe derketin.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û paşê çalakî bi dawî bû.