Şehîdên Fermanê li Silêmaniyê jî hatin bibîranîn

Di salvegera 8’an a Qirkirina Êzidiyan de PADÊ li Salona Azadî ya Tevgera Şîa ya Kurdistanê ya li bajarê Silêmanî bi merasîmekê şehîdên Fermanê bibîr anî, DAÎŞ û xiyanetkar jî şermezar kir.

Îro li bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê Partiya Azadî û Demokratîk ya Êzidiyan (PADÊ) li salona Tevgera Şîa ya Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Qirkirina Êzidiya mirovahî birîndar kir, ev sûceke hovane û nayê efûkirine’ Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an şermezar kir û şehîdên Fermanê bibîr anî.

Li salonê wêneyên Fermanê, pêşengên Êzidî û pankartên ku balê dikişîne ser qirkirina ji aliyê DAÎŞ’ê ve pêk hat hatin vekirin. Her wiha li salonê Kovara Dîcle ya li Şengalê derdikeve jî hate belavkirin.

Di bîranînê de nûnerên Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Tevgera Azadî, Kongra Star û dîsa kesayetên mîna Siyasetmedar Mihemed Emîn Pênciwênî, Parlementera berê ya lraqê Rêzan Şêx Dilêr û gelek kesên din amade bûn.

Nûnerê PADÊ Merwan Şengalî şehîdên fermanê bibîr anî û got: “Xelkê me di kampan de dijî, di nava jiyanek zehmed de ne. Zêdetirî 80 gorên komî hene ku hê nehatine vekirin, gelek winda ne. Ev yek ne fermaneke ji rêzê ye, di encama xiyanetê de pêk hat. Em destnîşan dikin ku eger gerîla neba wê rewşa Êzidiyan çawa bibûna. Divê xwedî li Şengalê bê derketin, statuya wê bê qebûlkirin û dawî li êrîşan bê anîn.”

Di dewama merasîmê de Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên axivî û diyar kir ku 8 sal li ser qirkirina civaka qedîm a Êzidî re derbas bû û got: “Şehîd rastiya heqîqetê ne û nîşandan bê ka kê civaka Êzidî parast û kê berdan û çûn. Civaka Êzidî rêya xwe dît û dimeşe. Divê lraq û hêzên din Rêveberiya Xweser a Şengal biparêze, statuya wê qebûl bike. Vîna gel qebûl bike û pişt bidin vê, kamp bên valakirin û Şengal bê avakirin.”

Her wiha TAJÊ, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, Kongra Star, Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, Parlementera berê ya lraqê Rêzan Şêx Dilêr jî peyamên xwe dan.

Bîranîn piştî sînevîzyonê bi dawî bû.