Li Mexmûrê merasîma bîranînê

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi merasîmek girseyî, Şehîd Ehmed Rûbar, Cemîl Cûdî û Rûbar Batman ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi bîr anî.

 

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Ehmed Rûbar (Mehmed Erdogan) û Şehîd Cemîl Cûdî (Mihemed Taha) ku di 22’ê Gulana 2022’an de û Şehîd Rûbar Batman (Omer Orhan) ku di Hezîrana 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayên şehîd bûn, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Girseya ku li ber Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û KCK’ê hilgirtin.

Di destpêka merasîmê de di kesayeta her sê şehîdan de ji bo tevahî şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgitinê nasnameya her sê şehîdan hat xwendin, piştre li ser têkoşîna her sê şehîdan Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yûsif Kara axivî.

Kara di destpêka axaftina de sersaxî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, rêhevalên wan, ji bo malbatên wan û tevahî gelê Kurdê azadîxwaz xwest û got: “Wek pêşengên xwe yên azadiyê divê em jî soza ku didin wan, bîranînên ku em ji bo wan çêdikin pêwîste bilêvkirinê tinê nemîne. Ji bo xeyalên wan yên ji bo vê civakê û netewê kirîn, bigihînin armanca wan, pêwîste em hemû netew layîqê xwîna wan bin. Ev mêrxwaz, ev pakrewan, ev dilsozên welatê xwe ku ew ciwanên bi xwîna xwe, bi canê xwe ji bo gelê xwe yê bindest, xaka xwe ya pîroz ji bo vê felsefeya ku îro pêşengtî ji mirovahiyê re dike, canê xwe fedayê netewa demokratîk kirine. Em soz didin ku heta dawiyê, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftinê merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “Bimire xiyanet” bi dawî bû.