'Eşkere bû ku ti projeyeke çareseriyê ya siyasetmedaran tune ye'

Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî bal kişande ser rewşa Kurdan li Bexdayê û got, "Ji ber ku Kurd li Bexdayê yekgirtî û xwedî proje nînin, lewma lawaz in û ne berjewendiyên neteweyî, lê berjewendiyên hizbî bi dest dixin."

Rewşa paytext Bexdayê pir aloze, hêzên ewlekariyê lê hatine belavkirin û rêyên sereke hatine girtin. Hêzên çekdar ên girêdayî aliyên Şîe jî ji bo parastina baregehên xwe di rewşa amadebaşiyê de ne.

Ji ber liv û tevgera niha ya alîgirên Sedir hêzên Şîe yên Heşdî Şeibî ketine rewşa amadebaşiyê û ji berê zêdetir li hemberî Sedir tundtir bûne û peyameke 2 rêzî yê gefxwarinê ji Sedir re şandibûn.

Niha jî xwepêşandan û nerazîbûnên berfireh ên alîgirên Muqteda Sedir li Iraqê hey ku çend rojin didome. Xwepêşander ketine nav avahiya parlementoyê. Roja Şemiyê alîgirên Tevgera Sedir li dijî namzed nîşandayina Mihemed Şiya Sûdanî ji bo Serokwezîrtiya Iraqê ya ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê, cara duyemîn ji bo hefteyekê ketin herêma kesk û avahiya parlementoyê û heta niha jî 4 rojin di grevê de ne.

Pêşbînîkirina rewşa niha heyî zehmete, gelek dibetî serê wan vekiriye, alozî yan şer yan jî hilbijartineke din.

Çarçoveya Hemahengî di wê baweriyê de ye ku heta niha jî Sedir, PDK û Erebên Sûnî  Kazimî di yek eniyê de ne û xwedî piştevaniyeke mezin a derweyî ye. Wate rageşiyên navxweyî yên li Iraqê bi giştî bi planên derweyî tên kirin û êdî ew rewş vekiriye. Ji bo wê jî niha rewş ber bi 2 aliyan ve diçe. Aliyek di pêkanîna hikûmetê de bi israr e û aliyê din jî asteng e.

Li gorî çavdêran eger nakokî veguherin şer, hem Heşdî Şeibî û hem jî Sedir xwedî hêz û çekin û wê kontrolkirina rewşê hêsan nebe.

Endamên Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hisên Kerkûkî têkildarê rewşa dawî ya Iraqê, metirsiyên alozbûn û kûrbûna rageşiyan û lewazbûna Kurd û nebûna projeya Kurd li Bexdayê, her wiha destwerdanên welatên herêmî û navnetewî li Iraqê, gef û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji ANF’ê re nirxand.

REWŞ ZÊDETIR ALOZ KIR

Kerkûkî îşaret bi aloziya niha ya Iraqê kir û got; “Ji her kesê re aşkera ye ku piştî hilbijartinên parlementoya Iraqê Tevgera Sedir piraniya dengan bi dest xist û plana wê ya avakirina hikûmeta piranî hebû. Lê astengiya bihêz li pêşiya Sedir hebû ku hikûmetê ava bike. Di dawiyê de parlementerên Sedir xwe ji hikûmetê vekişandin û rewşa Iraqê aloz kir. Piştre jî ji ber Çarçoveya Hemahengiyê Mihemed Şiya Sûdan weke namzed nîşan da, rewş zêdetir aloz kir. Ji ber ku Sedir û Sûnî wî namzedî weke zilamê Nûrî Malikî dizanin ku her yek ji alîgirên Sûnî û Sedir dijminatiyeke dîrokî bi Nûrî Malikî re heye. Piştî ku cihê parlementerên Sedir yên îstifakirinî hate tijekirin, Çarçoveya Hemahengî li ser avakirina hikûmetê bi israr e, lewre Sedir dît ku planên wî bicîh nehatiye.”

TI PROJEYEKE ÇARESERIYÊ YA SIYASETMEDARAN TUNE YE

 Di derbarê destwerdanên derweyî ya li proseya siyasî ya Iraqê de Hisên Kerkûkî ragihand; “Li gorî şert û merca Iraqê ji aliyê siyasî, ewlekarî, aborî û destwerdanên welatên derwe di nav karûbarên Iraqê heye. Tevî wan hemûyan jî welatên herêmî û welatên hegemon ên cîhanê planên xwe li Iraqê hene. Beşek ji desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna planên derweyî dixebitin ku gel û hemû pêkhateyên Iraqê ji wan desthilatdaran pir aciz in ku ji sala 2003’an ve hatine û rawşa Iraqê gihandine vê rojê ku krîza Iraqê yên di aliyê siyasî, ewlekarî, aborî û heta civakî de kûrtir û aloztir bûye. Ji gelên Iraqê re aşkera bûye ku ti projeyeke aliyên siyasî yên Iraqê ji bo çareseriyê nîne ku di hilbijartina dawî de hejmareke mezin a welatiyan proseya dengdanê boykot kirin.”

‘WÊ REWŞ ALOZTIR BIBE, DIBE KU DI NAVBERA ŞÎEYAN DE ŞER BIQEWIME’

Endamê Dîwana Serokatiyê ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî destnîşan kir, “Dijberiya di navbera Sedir û Malikî de bûye dijbertiyeke şexsî ya di navbera du kesan û du aliyên siyasî. Hemû fikrandin û xwendinên çêdibin îşaret bi vê yekê dikin ku dibe rewş aloztir bibe û dibe ku di navbera Şîeyan de şer biqewime.”

‘KURD LI BEXDAYÊ NE YEKGIRTÎ YE Û TI PROJE Û PLANEKE WÊ NÎNE’

Kerkûkî di dewamê de behsa rola Kurdan ya di proseya siyasî ya Iraqê û hewldanên ji bo bidest xistina mafê netewî ya Kurd kir û got, “Berê di safîkirina mijara avakirina hikûmeta Iraqê de Kurd xwedî roleke bi bandor bû, lê di hilbijartina sala 2018’an û hilbijartina pêşwext ya sala 2021’an de xuya dibe ku Kurd ti proje û planeke xwe nîne; tenê rayeya serokomartiyê weke destketî dibînin û jixwe rageşiya di navbera her du hizbên desthilat (PDK-YNK) jî li ser heman rayeyê heye. Ji bilî her du hizbên desthilat, çend hizbên din jî hene ku plan û projeyên wan jî ne zelal e. Ji bo wê jî Kurd li Bexdayê ne yekgirtî ye û xwedî proje nîne. Ew paketên Kurd ên berê li Bexdayê hebûn, paketên hizbî bûne ne yên netewî. Ew rageşiya di navbera hizbên herêma Kurdistanê de heye weguheziye Bexdayê ku ev yek jî xaleke lewaz a Kurd e.”

‘HIZBÊ DESTHILAT Ê KURD TI DESTKETIYEKE NETEWÎ BI DEST NEXISTIYE’

Hisên Kerkûkî diyar kir ku wan wek Tevgera Azadî her tim daxwaz kirin ku divê Kurd li herêma Kurdistanê xwedî atmosfereke demokratîk be da ku hemû hizbên Kurdî bikaribin bîr û hizrên xwe yên bi mafê netewî yê Kurd li Iraqê ve girêdayî ne ragihînin û wiha pêde çû; “Lê nebûna feraseta demokratîk a di navbera aliyên Kurdî yên herêma Kurdistanê rengdana xwe li Bexdayê çêkiriye, siyaseta niha ya hizbên Kurdî yê desthilat li Bexdayê ti destketiyeke netewî ji bo Kurdan nahewîne. Tenê bi yekgirtîbûnê em dikarin li Bexdayê mijaran di berjewendiya gelê Kurd de safî bikin.”

‘EM DIKARIN ENIYEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN’

Di derbarê lewazbûna rolê hizbên din ên ji bilî her du hizbên desthilat ên Kurdî de Kerkûkî ev nirxandin kir; “Mixabin pir caran ji bo daxwazên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê li bendê biryardayîna aliyên siyasî yên wek PDK û YNK’ê ne, ew rêxistinên ku xwedî proje ne, dikarin bi hizbên li derweyî YNK û PDK’ê eniyeke demokratîk pêk bînin û bibin dengê kolana Kurdî li Bexdayê. Ji ber ku her du hizbên desthilat tenê berjewendiyên xwe difikirin ne yên gel. Avakirina eniyeke bi vî rengî gaveke demokratîk û netewî ye da ku bikarîn mafê neteweya xwe li Bexda bidest bînin.”

‘LI IRAQÊ ŞERÊ ZÊDEKIRINA HEGEMONYAYÊ BIRÊVE DIBIN’

Kerkûkî îşaret bi destwerdanên dewletên herêmî li navçeyê û bi taybetî zêdebûna êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li nav xaka herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir û axaftina xwe wiha domand; “Piştî hilweşîna rejîma Baas a sala 2003’an dewletên herêmî û yên navnetewî hewl dane ku di birêvebirina Iraqê de bi destnîşankirina kesên payedar ên desthilatê ya li Iraqê xwedî roleke bi bandor bin. Welatên weke Emerîka, Tirkiye û Îran li Iraqê şerê zêdekirina hegemonyayên xwe birêve dibin. Bi taybetî dewleta Tirk zêdetirîn binpêkirinên li dijî serweriya xaka Iraqê pêk aniye û baregerhên leşkerî li herêma Kurdistanê û navçeyên derweyî wê ava kiriye. Her wiha bajar û bajarokên Iraq û herêma Kurdistanê bombebaran dike û welatiyên sivîl şehîd dike.”

‘MIXABIN KONSEYA EWLEKARIYÊ LI DIJÎ TIRKIYÊ TI BIRYAREK NEDA’

Hisên Kerkûkî qala giliyê Iraqê ya li dijî Tirkiyê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û wiha pêde çû; “Di bombebarana dawî ya dewleta Tirk a dagirker de me dît ku li navçeya Zaxo li dijî geştyarên Iraqî komkujiyek pêk anî û zêdetirê 30 kes bûne qurbanî. Li hemberî vê yekê jî berteka kolana Iraqî çêbû û hikûmeta Iraqê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li dijî Tirkiyê gilî kir. Lê mixabin di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de ti biryarek ji bo neçarkirina Tirkiyê ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne derneket. Pêwîst dikir ku wezîrê derwe yê Iraqê ku Kurd e behsa sedemên şerê dewleta Tirk a li hemberî Kurd û pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê bikira û pêşniyara çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ya bi rêya diyalogê bikiriba.”

‘QURBANIYÊN PKK’Ê BÛYE SEDEMÊ PARASTINA HERÊMA KURDISTANÊ Û PARASTINA IRAQÊ JI METIRSIYÊN DERVE’

Kerkûkî di beşek din a nirxandinên xwe de diyar kir ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî behsa derxistina hêzên Tirkiyê û PKK’ê jî hat kirin û destnîşan kir; “Lê eger em lê binêrin, di navbera dewleta Tirk a dagirker û PKK’ê de dibînin ku Tirkiye her tim di nava hewldana tunekirina herêma Kurdistanê û gelê Kurd de bûye, di demekê de ku piştî hilweşîna rejîma Baas, Hêzên Parastina Gel (HPG) sînorên bakur û rojhilatê herêma Kurdistanê ji dagirkerên wek Tirk û Îranê parastiye. Her wiha di pêvajoya şerê li dijî DAÎŞ’ê de PKK û HPG bûn ku sînorê herêma Kurdistanê û navçeyên Hewlêr, Şengal, Kerkûk, Mexmûr, Celewla, Seîdiye û hemû navçeyên bi nakok parast. Qurbaniyên PKK’ê bûye sedemê parastina herêma Kurdistanê û parastina Iraqê ji metirsiyên derwe.”

‘TIRKIYE HEWL DIDE REWŞA IRAQÊ TÊK BIDE’

Endamê Dîwana Serokatiyê ya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî bi van gotin û bangî dawî li axaftina xwe tîne; “Hemû gelên Iraqê dizanin ku dewleta Tirk a dagirker bi ruxmê vê yekê ku Iraq çavkaniya dahat û sermayeyekî mezin ji bo welat û neteweya wê ye, lê talan dike û rojane xaka herêma Kurdistanê û Iraqê bombebaran dike. Gundan neçar dike ku vala bikin, xelkê sivîl dike armanca bombebaranan û her wiha bi rêya medya û kesên siyasî yên nêzî xwe hewl dide bi derxistina provakasyonan rewşa Iraqê têk bide. Hikûmetên Iraqê û herêma Kurdistanê dikarin di çareserkirina pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê rol bilîzin. Pêwîst dikir ku Dr. Fuad Hisên ku bi xwe Kurd e û wezîrê derwe yê Iraqê ye dikaribû bi gihandina vî dozî ji navendên navnetewî re ji bo daxwazkirina çareseriya pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê roleke zêdetir bilîze.”