Şehîdên Komkujiya Şengalê hatin bîranîn

Bi boneya salvegera 8’emîn a Komkujiya Şengalê, şehîdên fermanê hatin bibîranîn û banga yekitiyê hat kirin.

Sibe salvegera 8’emîn a êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ye ku di vê êrîşê de, li gorî daneyên fermî di rojên destpêkê yên êrîşê de hezar û 293 kes ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin û di nava 87 gorên komî de hatine veşartin. Ji bo bîranîna şehîdên fermanê, bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) û Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi sedan şêniyên Êzidî serdana gorên komî yên li komalgeha Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Ser rêya Şengalê kirin.

‘CENAZE JI MALBATÊN WAN RE NAYÊN ŞANDIN’

Şêniyan li ser gorên komî gul danîn û Şehîdên Fermanê bîranîn. Di dema serdana gorên Komî ya li Girzerik de ji malbatên şehîdan Pakîza Celal axivî û diyar kir ku ev 8 sal derbas bûne, lê heta niha gorên komî yên Şengalê wek tê xwestin kar ji bo vekirina wan nehatiya kirin û got: “Gorên hatine vekirin jî ji bo testa wan cenazeyê qurbaniya ji bo Bexdayê hatine şandin û hin ji wan ev du salin malbatên wan li bendê ne, lê bi hînceta ku testa wan derneketine cenaze ji malbatên wan re nayên şandin. Em bang li hikûmeta Iraqê û cihên peywendîdar dikin, ji bo vekirina gorên komî bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin.”

‘JI GELEK EŞÎRAN DI NAVA GORÊN KOMÎ DE HENE’

Piştre serdana gorên komî yên li Sîba Şêx Xidir û yên li ser rêya sereke ku ji Tilezêr derbasî Şengalê dibe hate kirin. Li vir endamê Polîtburoya PADÊ Hadî Mehol axaftinek kir û da zanîn ku dema DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê kir, bê cudahî tevahiya Êzidiyan da berxwe û kî ketibe ber destê wan qetil kirin û wiha domand: “Ji gelek eşîran di nava gorên komî de hene. Em bang li tevahiya Êzidiyan dikin ku çawa DAÎŞ’ê ji hemû eşîra mirovên me qetil kirin, em hemû wisa yekîtiya xwe ava bikin.”

Hadî, ji bo Êzidiyên  koçber jî banga vegerê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Werin em bi hev re li hestiyên şehîdên xwe xwedî derkevin û vegerin ser axa xwe. Eger em venegerin axa xwe, em nikarin bêjin me hedefa dijmin têk biriye. Li ser hemû Êzidiyên cîhanê ferze ku piştgirî bidin Êzidiyên Şengalê û hewl bidin vegerin Şengalê.”